Selîm yek ji navçeyên #Qersê# ye. 31 km dûrî Qersê ye. Di sala 1957'an de bûye navçe. Li ser riya hesinî ya di navbera Erzerom û Qersê de ye.
Di sala 1920´î de ketiye bin dagirkeriya Komara Tirkiyê. Filehên herêmê bi tevayî hatine qirkirin û dêr û bermahiyên wan hatine rûxandin û talankirin. Niha niştecihên herêmê bi tenê Kurd in. Girêdayî Selîmê 52 gund hene. Di sala 1995'an de çend gundên kurdan, sedama ewlekariyê bi giştî hatine valakirin. Wekî gundê Yilanlî.
Nifûsa navendê 5.110 û bi giştî jî 26.374 (sala 2000´î). Aborî li ser xwedîkirina sewalan û çandiniyê ye. Li herêmê 6.000 kewarên mozhingivê hene.
Li herêmê Dûgela Tirk ji bo mezinan kursên Tirkî lidardixe. Gel bi zaraveyê kurmancî diaxive û di aliyê olî de sunî ne
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο
για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 2,459
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!