Weşanxaneyên Kurdî di sala 2021an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di bin şert û mercên pandemî, krîza aborî û astengiyên siyasî de jî dîsa çapkirina pirtûkên Kurdî berdewam kirin. Li gor statîstîkan di sala 2021an de 377 pirtûkên Kurdî ji aliyê weşanxaneyên Kurdî ve hatine çapkirin ku ev hejmar li gor salên borî hejmara herî zêde ye.
Berpirsên weşanxaneyên Avesta, Nûbihar, J&J û Payîzê; nêrînên xwe yên li ser rewşa weşangeriya Kurdî û hêviyên xwe yên ji sala nû ji Rûdawê re derbirrîn. Weşangerên Kurd herî zêde di çapkirin û belavkirina pirtûkan de ji ber bihabûn û mesrefên zêde û ji ber kêm firotin û xwendinê bi gilî û gazinc in. Weşangerên Kurd ji ber bê statûya zimanê Kurdî û ji ber sedemên qeyrana aboriyê ji pêşerojê bi fikar û endîşe ne. Hin weşanger didin zanîn ew heta pêşiya xwe nebînin wê nikaribin pirtûkên nû bidin çapkirin.
Weşanxaneyên Kurdî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di sala 2021an de tevî hemû zemhetiyên nexweşîna vîrusa corona, krîza aborî, pirsgirêkên belavkirin û firotinê û qedexe û astengiyên siyasî dîsa jî kar û xebatên xwe berdewam kirin û bi sedan pirtûkên bi Kurdî çap kirin. Li gor rapora Diyarnameyê di sala 2021an de 377 pirtûkên Kurdî ji aliyê weşanxaneyên Kurdî ve hatine çapkirin ku ev hejmar li gor salên borî wek hejmara herî zêde ye.
4 weşangerên Kurd yên li Stenbol û Amedê nêrînên xwe yên di sala 2021an de li ser rewşa weşangeriya Kurdî û hêviyên xwe yên ji sala 2022yan anîn ziman.
Berpirsê Giştî yê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn got: “Ji bo me salekê pir berhemdar bû, pir xweş bû. Lê ji aliyê firotin û xwendinê ve nikarim eynî tiştî bibêjim. Me di sala 2021an de 88 kitêb çapkirin, 23 jê bi Tirkî ne, 65 jî bi Kurdî ne. Ji ber şertên nediyar yên aborî û temînkirina kaxiz heta em pêşiya xwe bibinin em mecbûr in demekê rawestin. Nexwe wê karên me berdewam bike.”
Berpirsê Giştî yê Weşanxaneya J&J Azad Zal jî dibêje: “Di sala 2021an de pandemî li me xist. Dûv re krîza aboriyê hat. Me wek J&J jê 20 pirtûkên zarokan bi giştî 68 pirtûk çap kirin. Di sala 2022yan de em dixwazin rêjeya pirtûkên xwe zêde bikin, lê xuya ye ew ê kêmtir bibe. Niha li ber destên me 63 dosya hene, lê ji ber sedemên aborî em ê di sala 2022yan de çiqas ji wan çap bikin ne diyar e.”
Di sala 2021an de bi giştî 26 weşanxaneyên Kurdî karê çapkirina pirtûkan berdewam kirine. Navenda piraniya weşanxaneyên Kurdî li Amedê bin jî, hin ji wan li bajarên wek Wan, Stenbol û Izmirê karên xwe berdewam dikin. Weşangerên Kurd herî zêde di çapkirin û belavkirina pirtûkan de ji ber bihabûn û mesrefên zêde û ji ber kêm firotin û xwendinê bi gilî û gazinc in.
Berpirsê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevik jî got: “Di sala 2021an de me 22 kitêbên Kurdî yên nû, 4 heb jî bi Tirkî weşandin. Bi taybetî di 2-3 mehên dawîn de ji ber bilindbûna dowîz me hin xebatên xwe ji bo sala 2022yan hişt. Niha çend kitêbên me ji bo çapê amade ne. Di pêşerojê de em ê çap bikin. Sala 2021an li gorî sala borî baştir be jî, li gorî salên borî rewş xirabtir bû.”
Berpirsê Giştî yê Weşanxaneya Payîzê Mehmet Çakmak jî got: “Ji ber rewşa krîza aboriyê ya li Tirkiyê, ku pereyê Tirkî li beramberî Dolar û Euro dadikeve niha em jî di nav zor û zehmetiyan de ne. Yanê vê gavê em nizanin em çawa tevbigerin, em pirtûkan bi kîjan derfetan çawa çap bikin. Me di sala 2021an de 13 pirtûkan çap kir. Em ji vir bangewaziyeke li xwînerên Kurdî bikin; divê xwîner di vî warî de hinekê hişyar bin û xwedî li weşanxaneyên Kurdî derkevin.”
Li gorî statîstîkan li bakur di sala 2020an de 279, di sala 2019an de jî 252 pirtûkên Kurdî hatine çapkirin. Di heyama proseya çareseriyê de (2013-2015), ji ber atmosfera aştiyane û azad û ji ber eleqeya zêde ya bo beşên Kurdolojî û xebatên li ser Kurdî bazara weşangeriya Kurdî ji aliyê firotin û belavkirina pirtûkan ve geş bû. Lê piştî têkçûna proseyê û astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî ew rewş berovajî guherî be û firotina pirtûkên Kurdî kêm bûbin jî dîsa her sal nivîsandin û çapkirina pirtûkên Kurdî zêdetir dibe.[1]