Li ser kurtejiyana nivîskar û dîroknasê kurd Şerefxanê Bidlîsî
Di vê xeleka xwe de em ê bi kurtayî ji nava navdarên kurdistanê behsa navdarê kurd Şerefxanê Bidlîsî bikin. Şerefxan yê ku li gelek deverên kurdistanê û yên din de geriyaye û her tim ji bo têkoşîn û azadiya gelê kurd xebat kiriye.
Şerefxanê Bildîsî, ku nivîskarê Şerefnameyê ye di sala 1543’an de, li bajarokê Kerherudê ji dayîk bûye. Weke Şeref hat binav kirin. Piştî ku deshilatdariya bajarê Bidlîsê da ser milê xwe, nasnavê Xan jî bi navê wî ve hat danîn û bû Şerefxan. Kerherud bajarokeke girêdayî bajarê Qumê ye. Dayîka wî keça Emîrxan e, Emîrxan keseke navdar û ji malbateke hêja û ji malemezinên Kerherudê ye. Navê bavê wî Şemsedîn bû. Şemsedîn deshilatê herêma Bidlîsê bû. Ji malbata Şerefxan û kurê Şerefxan bû.
Şerefxan zarokatiya xwe li bajarokê Kerherudê di nav zarokên malxala de derbas dike. Li wê derê dibistana seretayî dixwîne, piştî dibistana seretayî sê salan Şah Tehmasbî di temenê nehan dibe seraya xwe. Di dibistana Humayun de, bi zarokên xwe re dide xwendin. Di nav zarokên Sarayê de dibe mirovek pêşeng.
Şerefxan di serpêhatiya xwe de dibêje''Şah Tehmasbî hewil dida ku wî hînî hunera resimkirinê bike û digote wan' Dest bidin hunera resimikinê , ev huner mirovahiyê dixemlîne''
Di sala 1555’an de bavê wî dev ji erkê xwe yê mezinatiya eşîra Rojkan berdide. Li ser daxwaza eşîra Rojkan Şah Tehmasbê yê mezin Şerefxan hîn di temenekî biçûk de li şûna bavê wî dike fermandar, dest bi rêveberiya dewletî dike û li bajarinan rêveberiyê dike. nêzikî bîst salan li gelek bajarên Sefewiyan walîtî dike.
Di sala 1576'an de piştî aloziyên di navbera wî û şah de derdikevin ew li ser karê wî tê kişandin vê yekê ewqasî lê tesîr kiribû ku gelek pê êşiya bi tevî şeşsed kesên eşîra xwe û malbata xwe di çileya sala 1578'an vegeriya Wanê. Piştî têkîlî danîna bi Osmaniyan re, ji aliyê Osmaniyan ve, Waliyê herêmê Xusrew paşa ji Sultanê wê demê Sultan Muradê Sêyemîn xwest ku Şerefxan bîne ser mîrîtiya wî li ocaxlixa Bedlîsê, li ser vê yekê ew wekî mîrê Bedlîs û Mûşê hate erkdar kirin. Hakimdariya ji bav û kalên wî jê re mayî, ji wî re weke xelat hate pêşkêşkirin.
Şerefxan di sala 1594'an de her hakimê Bidlîsê bû û di wê salê de dev ji hakimetiyê berda û li şûna xwe kurê xwe Şemsedîn Beg danî. Temenê xwe yê mayî ji bo nivîsadina Şerefnameyê terxan kir.
Tê gotin ku wê demê nivîsandina tarîxa kevin a kurdistanê bi navê ''Şerefname'' bi dawî kir û di sala 1597'an de êdî ew bi tenê bi navê xwe û bi desthilata xwe dihat nasîn.
Li gorî hinek jêderan ew di temenê 61'ê de di sala 1603'an an jî 1604'an de çûye ser dilovaniya xwe û li goristana malbatê rê veşartin.
Xwediyê Şerefnameyê piştî nivîsadina berhema xwe gelek nejiyaye. Her di bajarê Bedilîsê de bi axa pîroz a kurdistanê hatiye spartin û navê wî her tim di dîroka gelê kurd de maye.
-[1]Ji bernama rûpelek ji dîrokê.