Na! Min carekê ji dengê wî, li helbestek e wî guhdarî kir. Guhdana helbesta duwê, hêsan û mumkûn nebû.
Dilê min ku dikûlê, giran rêve diçe, carna dibe volkan, difûre, şewata wê min gêj dike û hekîm jê fêm nake, qelbê ku çend caran ketiye bin gûzan û kêrê, derman lê qîm nake, dema diket ber pêla deng û helbesta Dogan, ne tenê êşa dil radikir û lêdanên wê ji derve dihate bihîstin, nizanim ne helbest bû, ne jî dengê wî, lê belê şepe jî li rûhê min radikir û li ber xwe dibirim cîhanek e din. Eşa dil tevî êşên din dikir.
Na qûrban na! Ez nema lê guhdarî dikim! Min tobe kir! Ev dilê birîndar dixwaze, lê bedena westiyayî, li ber wê pêlê xwe nagire:
”Vaye kilît dikim dergehên xwe ên wêran bûyî,
bila bayê şeveqê tu hesretan ji min re neyêne,
çi bikim ji hesretên ku dê bi sehera sibehî re werin bêyî te,
oxûra bêyî te, weke hespekî rehwan û serxoş e
di nav deşt û çiyan de,
çi bikim ji gera bêyî awirên te yên buharî,
di nav mergên xeyidî û kaniyên çikiyayî de,
li beranberî bilbilên ker û lal.”
Bîst û du roj in kitêba wî dixwînim. Helbestên li ber çapê. Ji kitêba ”Çavên Zeytûnî”. Odeya min, odeya min a nivîsînê dibe çaviyek ji nexweşxanê, car carna. Û ez nexweş. Hinek deman sikrata mirinê dibe mêvanê min, lêdide pîvanok û dihesibîne derbjimêra qelbê min. Derman fêde nakin. Bedena westiyayî, av û xwarinê red dike. Helbest, helbestên wî tên e bi hawara min. Dibine şeraba îlahî, pîrozbûyî ji Dêra Mor Gabrîel. Di îskanên di destên zerî û horiyên bûhişta herdu dinya, keçên bajariyan pêşkêşî min dibe. Serxweş dibim, nizanim ji helbestên wî ne, an ji awir, bîna gulava sîng û ber, keziyên zeriyan e, winda dibim:
”Ez ji te hez dikim,
dema tu min digrînê,
ez ji te hez dikim,
dema tu hizkirina xwe ji min distîne,
dema ez tu bim,
û tu min weke ”şûşeya dila” parҫe parҫe diṣkîne,
ez ji te hez dikim,
dema tu ji min re can be,
û dîsa tu weke melekê mewtê rûh ji min distîne,
nizanim,
lê ez ji te hez dikim,
dema ҫavên te dost,
û birhên te ji mûjganan tîrên ji ar ber bi dilê min ve diṣîne…”
Nizanim, ez nizanim bê çima ez ewqasî, êsîr, ketî û dîliyê helbesta me. Çima di peyvan de, li dermanê dilê xwe digerim. Çima dibin pir, di nav min û yarê de. Bi wan re li zaroktiya xwe î winda digerim û evîna xortaniyê, agirê di bin xweliyê de temirî, ji nû ve har û xurt bûyî, peyde dikim. Çima ewqasî pizotên agir dil dişewitîne, lê dilê min, êgir bi ”sar û cemidî” nav dike?
Ev du roj in, çel û heyş saet in ez nema helbestên Ednan dixwînim. ”Çavên Zeytûnî” li min dinêre û ez lê. Bêdeng in bi roj helbestên wî. Nîvê şevê, min re dipeyivin, min hemêz dikin yek bi yek. Dibine çav xezalên welatê min; por xeleka min, lêvûnav şêrîna herdu dinya, çav beleka ber dila û esmera xwîn şêrîn. Û gewra min, pîla dilê min, nefes û evîndara min.
Ez ji Ednan xeyidî me. Heqê wî û ”Çavên Zeytûnî” li min nebû, di pêncîpênc an de, hîsên çarde salî bi min bidine jiyandin. Bi peyvên wî re, dilopên şerabê ku ser lêvan diherikin kaniya dil, bibin rondik û mîna baranê, rû û mijankên min şil bike û bi ser hinarkan ve werin xwarê.
Min biryar da, ez ê girêdana xwe bi ”Çavên Zeytûnî” re qût bikim û dawî bihênim. Ew ê nema karîbe bibe firtone û dilê brîndar, kezeba şewitî û gurçikên ji bêavî qijîlî, li ber ba û bahoza xwe bibe. Bi ramûsanên dîlberan û xweşiya nav xeyalan re bibe cîhanek e din. Odeya minî teng, bike bihuştek ji dar û teaman. Ez bixwazim jî, êdî nema dixwazim.
Ez evîndarekî hejar, bi dilê ciwan û nezan im. Ez ecemiyê nazên nazdara me, awirên bi şewat nikarim ragirim:
“Vaye diçim dinya,
diçim piştî demekê û li pey xwe nameyzênim,
bê gazinde me,
bi xwe re dibim awirên xwe yên hişîn,
bi xwe re dibim gilî û gazindeyên xwe,
bila ji te re bimîne kewna te,
bi xwe re dibim xeyalên xwe,
ez ê hesretên xwe di nav biskên hinekirî de bihûnim,
û ez ê sitêrika xwe î vemirî li ber ҫemê Miradê berdim,
me li hev nekir û vaye diçim.”[1]