Navê pirtûkê: Marê di tûr de
Navê nivîskar: Medenî Ferho
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Pêrî
Sala çapê: 1999
[1]
Birazî tu șer nas dike? Teqîna bomban, borbardumana balafiran, fişekan, lorandina mozoliyan, welîn û xirîq xirîqa tirsê, sehwa mezin û reva ji ber mirinê?
Roja ku di kefa mista te de darê tivingê rûnişt, qeftê xencerê bi teliyên destên te re bû destûbirak, ji min re bêje temenê te dibe çend. Ku ez ji birazîkê xwe re çend gotinên di nava salên kevnare de winda mayî bêjim. Serpêhatiyên bi berê topan hatî parçe kirin. Serpêhatiyên bi riyên winda, șevên kasulî û bexîl re bûne destûbirak... Bi darbeya xencê û berê metrelyozan birîndar bûyî. Devê birînên ku zincîra seatî û guhikê jarê bostek û çar teliyan tê de xewr dibin. Her serpêhatiyek bi xwînekê hatiye şiştin, her bûyerek ku di nava awaz û hawara jinên bî de hatiye kefen kirin, her serpêhatiyeke ku di nava dilê keçikên evîn şikestî de hatiye veșartin, ji te re bêjim.
Xorto, serpêhatî û bûyerên min di defter û pirtûkên dibistanan de nînin. Di nava rûpelên ansîklopediyên sedsala bîstan de cih ne girtine. Teva di nava salên winda, rojên şikestî, coxrafya kura bûkê, dîroka talankirî.
Διαβάστε το βιβλίο: Marê di tûr de
Σύνολο λήψης:
225 φορές
Θα παρακαλούσαμε όλους τους συγγραφείς, μεταφραστές και εκδότες για να μας ενημερώσετε εάν δεν είναι σε συμφωνία με τα βιβλία τους κατεβάσει από το διακομιστή Kurdipedia.
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 1,675