Navê pirtûkê: Analîza Qewlen Êzdiyan
Navê nivîskar: 1. Kovan Xankî, 2. Xanna Omerxalî
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2009
Kitêba Xanna Omerxalî û Kovan Xankî Analîza Qewlên Êzdiyan'' di nav weşanên Avesta de derket. Ev kitêb di derbarê pirsa girîftar a metoda analîzkirina tekstên dînî yên êzdiyatiyê de ye. Ji bo baştir nîşankirina nîqaşê, şiroveyeke Qewlê Omer Xala û Hesin Çinêrî tê bikaranîn. Piranî daneyên kitêbê ji lêkolînên qadî yên bi êzdiyên li Ermenistan, Iraq û Almanyayê hatine kirin tên, û ev jî yekem pêşkêşiya zanistî ya encaman e.
Hemû danêrên xebatê temsîlkarê rûhaniya êzdiyan in ku piraniya wan ji kasta Pîran tên û ew jî ji mala Omerxaliyan e ku malbatên vê malê agahiyên derheqê avakerên xwe de parastine. Pêşgotina kitêbê teqdîmeke giştî ya şerha olî ya êzdiyatiyê dide xwendevanan ku nivîskar hinek agahiyên bingehîn derdide ji bo şirovekirina nivîsarên dînîyên êzdiyatiyê. Kitêb zêdetir ji bo rojhilatnasan, zanayên lêkolînên olî, êzdînasan, û ji bo gelek xwedavanên ku meraqeke wan heye li ser lêkolînên kurdî û lêkolînên olî yên hevçerx. [1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο
για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 1,830
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!