#Şêx Mehmûd Berzencî# (Bi navê din Şêx Mehmûdê Hefîd) ku ji gelek aliyan ve di nav dîroka kurdî de tê nîqaş kirin ku hin qala aliyên wî yên neyînî dikin û hin qala meziniya wî. Niha pirtûkeke nû li ser wî hat weşandin. Pirtûka bi navê Endîşeyek azad û ezmûnek azadîxwaz ji aliyê Şêx Fûad Berzencî ve hatiye nivisandin.
Li bajarê Silêmanî bi merasimeke danasîna pirtûkê hat kirin. Li gor nûçeya Rojnewsê neviyên Şêx Mehmûdê Hefîd, gelek nivîskar û kesayet beşdarî merasimê bûn.
Di pirtûkê de behsa jiyan, têkoşîn û şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd a li dijî îngilîzan tê kirin.
Di merasîmê de Pişko Tahir behsa naveroka pirtûkê kir. Piştre jî nivîskarê pirtûkê got, divê hîn zêdetir li ser xebat û têkoşîna Şêx Mehmûdê Hefîd lêkolîn werin kirin.
[1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο
για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 1,109
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!