Bi dehan cihên şûnwarî yên #Efrîn#ê ji aliyê grubên çekdar ên ser bi Artêşa Tirkiyê ve hatine dizîn û têkdan û pisporekî di warê şûnwarên Efrînê de dibêje: “Jenosîd li dijî nasnameya Kurdî ya Efrînê tê kirin”Lêkolîner Zekeriya Huserî ku bi zêdetir ji 10 salan bi tîmên biyanî re kar û lêkolîn li ser şûnwarên Efrînê kiriye beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û derbarê rewşa Efrînê de ragihand, ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grubên çekdar ên ser bi wê ve, rojane jenosîdek li dijî Kurdên Efrînê û dijî nasname û Kurdîbûna Efrînê tê kirin.Derbarê rewşa şûnwar û cihên dîrokî yên Efrînê de jî diyar kir, hemû rêjîmên ku hatine ser desthilatdariya Sûriyê, pirsa şûnwarên Efrînê kiribûn pirseke siyasî ku 6 heta 10 hezar cihên şûnwarî li herêma Efrînê hene, lê rêjîmên Sûriyê ew cih belge nekirine.Zekeriya Huserî destnîşan kir jî, rêjîmên li ser desthiladariya komara Sûriyê bi şert û mercên gelekî zehmet jî, rê dida hin tîmên pispor ên biyanî ku bêne lêkonînan li ser şûnwarên Efrînê bikin, ji ber ku ew cihên şûnwarî nasnameya herêma Efrînê ne û herêm bi giştî herêmeke Kurdî ya Kurdistanî ye. Ji ber wê jî, tenê 5 cihên şûnwarî li Efrînê hatine tomarkirin û belgekirin.Zekeriya Huserî tekez kir, “Wek ku min bi xwe belge kiriye, heta niha zêdetir ji 123 cihên şûnwarî ji aliyê grubên çekdar ve û di bin çavdêriya Tirkiyê de hatine dizîn, talankirin, kolandin û têkbirin. Ji wê hejmarê, 40 cihên şûnwarî yên destdirêjî lê hatine kirin, bi wêne û vîdyo hatine belgekirin. Ev cih jî bi bombe û bi amêrên mezin wek şofel hatine têkbirin.”Lêkolîner Zekeriya Huserî destnîşan kir jî, entîke û şûnwarên hatine dizîn, ji bo Tirkiyê hatine birin û li Tirkiye û welatên din ên cîhanê hatine firotan.Zekeriya Huserî amaje bi wê yekê kir jî, dora yek 1.5 milyon perçeyên şûnwarî û entîka ji aliyên grubên çekdar ên cuda ve hatine dizîn, li ser asta Çiyayê Kurmênc (Efrîn) jî zêdetir ji 30 hezar perçeyên şûnwarî hatine dizîn û ew cihên ku dizîn jê hatiye kirin, hatine têkdan û astên axê têkel kirine, bi awayekî ku di pêşerojê de lêkolîn jî lê neyê kirin.Lêkolîner Zekeriya Huserî amaje bi du cihên şûnwarî ên Efrînê Şikefta Duderî û Perestgeha Eyn Dara kir û da zanîn ku Şikefta Duderî ya dîroka wê vedigere 80 hezar salî berî zayîna Mesîh, destdirêjî lê hatiye kirin. Her wiha Perestgeha Eyn Dara (Xwedêwenda Çiya) hatiye têkdan û grubên çekdaran ew kiriye baregeheke leşkerî û şêrê Baziltî yê mezin jê hatiye dizîn. Kaynak: Jenosîd li dijî nasnameya Kurdî ya Efrînê tê kirin [1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο
για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 2,338
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!