Ji bo tev li Meşa Çiyayê #Cûdî# yê #Şirnex#ê ku di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (#KCD#), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (#DBP#), Partiya Demokratîk a Gelan (#HDP#) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê de bê lidarxistin bibin, girseyeke qelebalix li Êlihê kom bû. Gelek kesên di nav de Hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û nûnerên saziyên sivîl ên civakî û ekolojîst jî hene di derketina navçeya Kercewsê bi baskê Serhedê re gihiştin hev.
‘Em ê nehêlin #Kurdistan#ê bêmirov bihêlin’
Girse ji vir bi dehan wesayîtan ber bi #Cizîr#ê ve bi rê ket. Berî ku bi rêbikevin Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a axaftineke kurt li vir kir diyar kir ku li dijî talana xwezayê li cem hev in û wiha got: “Ji bo xwezayê ber bi Cûdî ve dimeşin. Em ê îro bigihin Cizîrê û ji wir jî derbasî Cûdî bin. Heta ku talana pergalê bi dawî bibe em ê hemû çalakiyên xwe bidomînin. Îro hem kesên ji aliyê Tirkiyeyê hatine hem kesên ji partiyên tifakê hem jî kesên ji çar aliyê Kurdistanê hatine hene. Her carê bi ser gelê kurd êrişî xwezaya kurdistanê dikin. Ev biryara şerekî topyekûn e. Em ê li dijî vê têbikoşin. Em ê destûr nedin ku Kurdistanê bêmirov bihêlin.”
Dû re bi sedan kes bi çepik û tilîliyan ber bi Cizîrê ve bi rê ketin.
[1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 1,035