Di hefteya sêyemîn a serhildana gelê #Îran#ê de dîsa li bajarê Seqizê cihê jidayikbûna #Jîna Emînî# dest pê kirin. Hêzên ewlekariyê li Sine jî destwerdaneke tund li dijî xwepêşandaran pêk anî, her wiha li gorî çavkaniyên xwecihî efserekî din ê hêzên bejahî yê Îranê da xuyakirin ku ew tev li daxwazên xwepêşandêran dibe û piştgiriya wan dike. Hêjayî gotinê ye ku ev hevserê pêncane ku ji artêşa Îranê vediqete û piştgiriya xwepêşandêran dike.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê di encama destwerdana hêzên ewlekariyê de heta niha zêdeyî 150 kesan di xwepêşandanên nerazîbûna li dijî kuştina Jîna Emînî de hatine kuştin.
Ji aliyekî din ve nerazîbûnên navdewletî jî lidijî tundiya hêzên ewlekariyê ya di destwerdana xwepêşanan de berdewam dikin. Wezîra Karên Derve ya Fransayê Catherine Colonna ragihand ku welatê wê di nav Yekîtiya Ewropayê de kar dike ji bo pejirandina ceza û ambargoyên nû li ser rayedarên hikûmeta Îranê.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku ji sala 2019’an de ev xwepêşandan û nerazîbûnên herî mezin ên li dijî rejîma Îranê ne. Her wiha li gorî çavkaniyên xwecihî li gelek bajaran êdî xwendekarên dibistanan jî tevli xwepêşandanan dibin.
[1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο
για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 2,050
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!