Βιβλιοθήκη Βιβλιοθήκη
Αναζήτηση

Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!


Search Options





Σύνθετη Αναζήτηση      Πληκτρολόγιο


Αναζήτηση
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Αποστολή
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Εργαλεία
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Γλώσσες
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Ο λογαριασμός μου
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
Αναζήτηση Αποστολή Εργαλεία Γλώσσες Ο λογαριασμός μου
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Σχετικά με
 Τυχαία item!
 Όροι Χρήσης
 Kurdipedia Archivists
 Η γνώμη σας
 Συλλογές του χρήστη
 Χρονολόγιο των γεγονότων
 Δραστηριότητες - Kurdipedia
 Βοήθεια
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 519,026
Εικόνες 106,460
Βιβλία 19,312
Σχετικά αρχεία 97,293
Video 1,395
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανι...
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ...
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημ...
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
Çanda Kurdan û Hunermendên Kurd
Ομάδα: Άρθρα | Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link1
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

çanda Kurdan û Hunermendên Kurd

çanda Kurdan û Hunermendên Kurd
Di kollektîfbûnê de pêwistî bi solo jî, bi koro jî heye. Hunermendên Kurd pêwîst e careke din rûnin û biponijin: Çanda me li ku derê ye û em li ku dera vê çandê de ne? Çanda Kurdan li ser wî esasê serekebûna jinê ye.
Çanda Kurd dewlemend e. Di mûzîka xwe û govenda xwe de, di warê cil û berg, ziman û zaravayên xwe de û heta di warê ol û diyanetên xwe de pirr rengên wê yên cûda hene. Ew dewlemendî ewqas berfireh e ku li asta hereman de, heta gund bi gund cûr bi cûr bûn û reng bi reng bûna xwe heye. Qirika ku stran pê tê gotin heta estetîka govendan, diguhere. Her heremeke Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava taybetmendiyeke xwe heye. Lê dema mirov van dewlemendiyan bi berhemên tên afirandin re dide berhev, dikare pirr hêsanî bibêje ku asta wan berheman ne li gorî rastiya çanda Kurd in. Lê berhemên tên afirandin yek alî û yek reng in. Ji otantîkbûna berheman heta bi berhemên şoreşgerî, asta afirêneriya heyî vê nîşan dide.
Niha piştî van rastiyan mirov ji xwe dipirse ka çima ev wusa ye? Xuliqdarî çima kêm e? Bersiva vê jî gelek hêsan e. Ji ber ku lêkolîna çanda Kurd, li gorî rengê hereman kêm e. Nêzîkatî bi çandê re ne li gorî zanabûnekê ye. Her yek bi hestên welatparêzî nêzî çandê dibe. Mînak, em çiqas hay ji wate û estetîka govendan hene. Her kes li gorî zanabûna xwe govendê digerîne. Di milê zanabûn û lêkolînê de ji ber ku kêmasî heye, di govendên me de dejenerebûn çêdibe. Govendeke herema Botanê bi navê Xelef heye. Esas, sê fîgurên Xelef hene. Destpêk hêdî ye, pişt re bi lez dibe û figûra dawî estetîka serxoş dide teyisandin. Lê stran li ser lehengiya Êzdîn Şêr e. Lê Êzdîn Şêr kî ye. Bandora xiyaneta malbatî çawa li ser dîroka Kurdistanê dibe, li vê yekê nayê pirsîn.
Di çandê de guhertin çêdibin, lê mirov dîroka xwe bizane û bi zanabûnekê bi çanda xwe bijî, rêya herî rast e. Lê em zû ji bîr dikin ku dijmin bi zanabûn bişaftinê li ser me dimeşîne. Li gorî vê jî pêwîst e em parastina çanda xwe bikin. Em bizanin, kîjan govend xwedî çi wateyê ye û çima wisa tê gerandin. Yan jî em bizanin wate û çîrokên govênd û dengbêjên me çi ne. Ev zanabûn ji bo her beşê hûner û ji bo her hunermendekê girîng e.
Di navbera meta û xwedawendiyê de
Ji bo Kurdan tê gotin, ‘Tu li tenekê bide, Kurd wê dîlanê bikin’. Ev dide nîşan ku Kurd ji stran û govend gerandinê gelekî hez dikin. Lê van hestan ji ber dike. Coşa xwe, kelecana xwe û germbûna xwe diyar dike. Ev hest ji neolîtîkê heta niha xwe dewam dike. Heger zanabûn di van hestan de neyê avakirin ev hest tenê li gorî ajoyan wê bimeşin. Lê wek gelê Kurd em di bin qirqirinek çandî û siyasî de ne. Her tişta em dikin, pêwîst e li gorî zanabûnekê be. Heger em li gorî zanabûnê neçin û li gor hest û ajoyan biçin, em nikarin heqîqetê bibînin. Çanda kapîtalîst estetîka xwe li ser ajoyan û li ser laşe jin û zayenditiya jinê ava dike. Ji ber vê jî di huner û klîpên mûzîkê de, her laşê jinê û zayenditiya wê heye. Jin wek meta tê bikaranîn.
Di çanda Kurdan de jin wek nirx tê dîtin. Ev ji ber çanda neolîtîk a Xwedavendîtiyê ye. Jin pîroz e. Tiştên pîroz tên parastin, xerabî lê nayê kirin.
Jina Kurd serî rakirî, bi xwe bawer e. Ev di cil û bergê rengîn ên jina Kurd de jî tê dîtin. Kofî ya ku jina Kurd dide serê xwe wek taca Xwedewendan e. Ji ber vê jina Kurd ne metaya zayenditiyê ye. Ew sembola azadiyê ye. Ji ber vê jî ti kes nikare girêdayî ajoyê xwe nêzî jineke wisa bibe. Ev cihêtiya çandê ya navbera modernîta demokratîk û modernîteya kapîtalîst e.
Agirê jinê rîtma kubar
Di govendên Kurdan de ya ku agir direvîne û dide gelê xwe, jin e. Weke mîtolojiya Prometos a ku beramberî pergala Xwedayên Grek serî radike. Agir ji wan Xwedayan direvîne û ji gele xwe re dibe. Ev govenda Semsûrl ya ‘Simsimê’ ye. Di vê govendê de zilam di pozîsyona şerkirinê de ye. Jinek di vê govenda Semsûrê de agir bi xwe re dibe. Di vir de jî tê dîtin ku jin berpirsyariya agir dide ser milê xwe. Di Zerdeştîtiyê de agir bi dewreke girîng radibe. Agir, ronahî û tav tên perestin. Di dîroka çanda jina kurd de yê ku gelê xwe ronî dike, xwedî dike jin e. Di vir de xuya ye ku jin her tişta xwe bi rîtm, govend, muzîk û şanoyê veguhestiye siberoja xwe.
Rîtm di dilopa avê û heta lehiyê de heye. Bayê ku di nav pelê daran de divîze heta di dengê dilê me de rîtm heye. Jin ji ber hîn bêhtir nêzî xwezayê ye, di fîzîka jinê de ev hê xweştir derdikeve holê. Estetîka jinê di milê rîtm de hîn bêhtir kubar, narîn, nazenîn, xweşik, delal û aştiyane ye. Di govenda Gimgimê ya bi navê ‘Yarkuşta’ de mirov dikare vê bibîne. Xort şer dikin lê jin bi laçik û kofiya serê xwe, xwe davêje navbera şer. Ev şer li vir diqede û herdû alî li hev tên. Jin li vir aştiyê temsîl dike.
Qelp zû ji bîr diçin Hozan her dimînin
Çand di mile exlaq, etîk, estetîk de ruh û ferasetekê dide avakirin. Heger em çanda xwe nas nekin em gelê xwe jî nikarin nas bikin. Em ê nizanibin gelê me çi wek nirx û pîvan dibîne, çi diparêze, êş û elemên xwe çi ne, wê deme ti berhemên em diafirînîn nabin bersiv. Wê ti kes li wê/wî hunermendî guhdarî neke. Berhemên hatine çêkirin pirranî dişibin hev. Kilîb piştî ku mirov li wan dinihêre, hema tên jibîrkirin. Lê em Hozanên gelan binihêrin wek Nesîmî, Pîr Sultan Abdal, Ş. Mizgîn, Hozan Serhed, Hozan Sefkan û gelekê wek wan hene ku her li wan tê guhdarîkirin.
Çanda Kurd bi xwe dewlemend e. Di vir de rêgeza yekitiya pirr rengan û dewlemendî şaş hatiye naskirin. Pirr rengbûn ne tehlûke ye ji yekitiyê re. Berevajî vê, dewlemendiyê ava dike. Dîsa rêgeza kollektîfbûnê de jî şaşitî heye. Di kollektîfbûnê de pêwistî bi solo jî, bi koro jî heye.
Hunermendên Kurd pêwîst e careke din rûnin û biponijin: Çanda me li ku derê ye û em li ku dera vê çandê de ne? Çanda Kurdan li ser wî esasê serekebûna jinê ye. Di govend, dengbêjî û gelek stranên gelêrî de ev rastî her tê dîtin. Lê ji ber bandora modernîteya kapîtalîst û Îslamê rista jina Kurd di çanda Kurd de tê wendakirin.
Heger hunermend di armanc û sekna xwe de zelal be, bi çanda şoreşgerî û tekoşînê bijî, dikare berhemên şoreşgerî û dîrokî biafirîne. Beşên huner ên wek şano, stran, govend û di hemû beşên dîtir de dikare bandoreke xurt ava bike. Ev helwêst ji bo her hunermendî bingeh e. Lê heger armanc berjewendiyên şexsî û populîstbûn be, wê demê rêya me ji hev cûda dibe. Rastiya me ew e ku em li dijî vê ferasete re têdikoşin.[1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 1,170
HashTag
πηγές
Συνδέεται στοιχεία: 24
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 15-10-2018 (6 Έτος)
Publication Type: Born-digital
Βιβλίο: No specified T4 279
Βιβλίο: No specified T4 276
Βιβλίο: No specified T4 263
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Χώρα - Επαρχία: Kurdistan
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ئاراس حسۆ ) στο 08-01-2023
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( هاوڕێ باخەوان ) στο 13-01-2023
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( هاوڕێ باخەوان ) για: 09-01-2023
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 1,170
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν

Actual
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
13-08-2018
زریان سەرچناری
Αζάντ με λένε
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 519,026
Εικόνες 106,460
Βιβλία 19,312
Σχετικά αρχεία 97,293
Video 1,395
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Επικοινωνία | CSS3 | HTML5

| Σελίδα χρόνος γενεάς: 0.375 δευτερόλεπτο (s)!