Βιβλιοθήκη Βιβλιοθήκη
Αναζήτηση

Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!


Search Options





Σύνθετη Αναζήτηση      Πληκτρολόγιο


Αναζήτηση
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Αποστολή
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Εργαλεία
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Γλώσσες
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Ο λογαριασμός μου
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
Αναζήτηση Αποστολή Εργαλεία Γλώσσες Ο λογαριασμός μου
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Σχετικά με
 Τυχαία item!
 Όροι Χρήσης
 Kurdipedia Archivists
 Η γνώμη σας
 Συλλογές του χρήστη
 Χρονολόγιο των γεγονότων
 Δραστηριότητες - Kurdipedia
 Βοήθεια
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 519,672
Εικόνες 105,126
Βιβλία 19,519
Σχετικά αρχεία 97,792
Video 1,415
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανι...
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ...
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημ...
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
Kurdên cîhana dêrîn; Hattî-Hîttî 8
Ομάδα: Άρθρα | Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurdên cîhana dêrîn; Hattî-Hîttî 8

Kurdên cîhana dêrîn; Hattî-Hîttî 8
$Kurdên cîhana dêrîn; Hattî-Hîttî 8$
#Agîd Yazar#
….Qasid Hattûşazîtî, bi nameyeke gilîbarkirî ya ji hêla Keybanû Ankhesenemon ve hatibû şandin, vedigere. Keybanû, di nameya duyem de hinekî îşkê gazinên xwe dijdîne û ji Keya Şûppîlûlîûma re wiha dibêje:
“Tu çima ji min bawer nake, dibêje ‘min dixapîne’ Ger kurekî min hebûya, min biçûkxistina xwe û welatê xwe wiha ji welatekî din re aşkere dikir? Te ji min bawer nekir û wiha ji min re nivîsandiye. Mêrê min mir. Lawê min jî tenê ye. Ez ê tu caran bi xizmetkarekî xwe re jî nezewicim. Min ji tu dewleteke din re jî nenivîsandiye, tenê va ji te re dibêjim. Têgotin gelek kurên te hene. Lawekî xwe bide min. Bila bibe mêrê min û li ser textê Misirê rûnê, bibe keya.
Li ser vê bersîva Keybanûya bî ya Misira bi hişmet, Keya Şûppîlûlîûma birayara xwe dide. Kurê xwe Mîrze Zananza, li gel yekîneyeke piçûk dişîne Misrê (balkêş e ku kurd hîn jî vî navî wekî ‘zana’ li zarokên xwe yên law dikin) Da ku bi Keybanû Ankhesenamun re bizewice.
Keya Şûppîlûlîûma bi kelecan, li ser derzîdanka niga li benda xebera xêrê dimîne. Lê mîrze Zananza li çola Sînayê, ji hêla xêrnexwazên Ankhesenamon ve tê kuştin. Ji şûna xebera xêrê, xebera reş a kuştina mîzreyê Hîtîtê, li welêt vedigere. Keya Şûppîlûlîûma, li ser vê xebera nebixêr har û hêç dibe; dibe xwê û dikeve agir. Gopalê keyatiyê yê di destê xwe de, sê caran li erdê dide û wiha dihîre: “Exiwû-welatî-misirrî!”
Ev hevoka li jor ya ji sê peyvan pêk tê, bi kurdiyeke xwerû tê bilêvkirin. Têgihştina van hersê peyvan, ne motacê wergerê ye. Lê dîsa jî ka em du gîsin(dubare) bikin: Exiwû wlatî Misirrî. Ango, li welatê Misirê bixînin! Piştî sê hezar û 400 sal şûn ve, peyv heman peyv, ziman heman ziman e.
Exiwû welatî Misirrî! Çiqas gotin zelal, ên ji kaniya kurdiya şîrîn diherikin. Nola kurdên me yên zaza dibêjin: pirodê paşa çînyo! (Lêxin keya tine)
Keya Şûppîlûlîûma, fermanê dide kurê xwe Ar-nûwanda yê keyayê Qarqamîşê, daku tola birayê xwe mîrze Zananza, ser bi ser ji Misiriyan bistîne.
Ar-nûwanda, artêşa xwe nola gurên sêbatê yên devbixwîn, li Misiriyan gurêx dike. Tevahiya baregehên Misriyan ên hêla bakûr, di ser wan de diruxwîne û wêran dike. Bi hezaran ji Misiriyan dîl digrin û berê wan dîlgirtiyan dide Hattûşa bi hişmet. Lê ev dîlên şerr yên Misirî, wêraniyê bi xwe re tînin û malikê li Împeretorîya Hîtîtê diveritînin. Lewra dîl, bi nexweşiya Webayê bûne. Hîna Hîtîtê şepa xwe ji êrişeke topyekûn re xweş dikir, da ku vê carê Misirê bi temamî zeft bike, lê xebera reş tê digihêje bereya şer ku xelkên Hitîtîstanê bi jana Webayê mehû bûne.
$Weba: Covîd 19 ya wê serdemê$
Ev nexweşiya nebixêr, bi salan diajo. Zar zêç ên Hîtîtî, nola tûyên ji darê biweşin, wiha dikevin ser axa sar. Împaratora dêwasa dilolije û ji sax de dikeve. Goştê mirovan li ser hestî reş dibe û rêsî rêsî ji ser hestîyên wan tê xwarê. Zarok, sêwî dimînin. Ciwan, nîvqurmiçî dibin. Bûk û zavayên teze, dibelqitin. Çira malbatan ditefin.
Xezeba webayê li tu kesî hovenade. Heta Keya Şûppîlûlîûma jî bi Webayê dikeve. Ne tu hekîm, ne jî tu rimildar, tu kes nikarin dermanekî ji vî derdî re bibîne. Keya Şûppîlûlîûma, di çax û benga xwe ya herî xwurt de, bi vê nexweşiya xedar dimire. Stûna Împeratoriya Hîtîtê dişikê, konê wan tê xwarê. Fermandarê bi xof, Keya Şûppîlûlîûma yê zîrek yê ku bi şûran nedihat xwarê, Weba wî zîtî erdê dike û wî dişîne Warê Aşa.
Ar-nûvanda yê 2’em (B.Z. 1346 – 1345) derdikeve li ser textê bavê xwe Şûppîlûlîûma lê ew jî di heman salê de, bi heman şewbê dimire û ew jî derdikeve Warê Aşa. (Navê vî keyayê ciwan yê nîvqurmiçî, bi ‘ar’ destpêdike. (Min di xeleka berê de jî gotibû’ Arnûwanda, navê çiyayekî pîroz yê kurdistanê ye) Navê mêran yê bi ‘ar’ dest pê dike, bi awayekî berbelav di nava kurdan de hatiye karanîn. Kurdên cîhana dêrîn jî û kurdên dema niha jî, vî navî bikaranîne, bikartînin. Çawa navê keyayekî eyan yê Xaltî/Ûrartû Ar-geştî bû, dema niha jî kurd navê zarokên xwe yên kur, datînin Ar-geş û hwd…)
Ji hêlekê de keya û mîrzeyên welîaht li dû hev dimirin, li aliyê din jî Covîd 19 ya wê serdemê, weba ya kujer bi hemû hêz û hêla xwe belav dibe û nola gundorekî digindire li ser xelkên Hîtîtê. Piştî kuştina mîrze Zananza, Keyayê Şûppîlûlîûma yê gewre û mîrze Ar-nûwanda jî dimirin.
Barê Împeratorîya dêwasa dimîne li ser pişta mîrze Murşîlî yê şanzde salî. Hattûşîlî, li pişta pênç birayan, yê herî piçûk e. Her du birayê Murşîlî yên din, yek mîrê Qarqamişê ye, yek jî mîrê Halpa, ango Helebê ye.
Wer tê famkirin, piştî mirina bav û birayan ya bêwext, Cimata Pankûyê tavilkê mîrze Murşîlî yê ku hîn kuryên simbêlên wî xwêdan nedabû, derdixînin li ser textê keyatiyê. Digel bobelatên mezin, bûyer û nexweşiya nebixêr lê dîsa jî Împeratora Hîtîtan nalukume û pergala dewletê birêkûpêk, nola saeta zêrîn dixebite. Mîrze Murşîlî yê xortik, zend û bendan vedimale û ji hemû bobelatên nebixêr re, dibêje qaqibixo!
$Keyayê êşên giran: Murşîliyê duyem$
Murşîlî yê 2’em (B.Z. 1345 – 1315) derdikeve ser text. Nexweşiya webayê bi tevahiya hêz û hêla xwe ya dilguvêş didome. Weba, nola ewrekî reş barana mirinê li ser welêt dibarîne. Malbat tune dibin, hêlînên wan lê diherimin, kundên kor li şûna warên wêran dixwînin. (Nola dibêjin; nav î giran e, war î wêran e!)
Murşîlî yê xortik, bi hekîman dişêwire. Li fahla teyrikan vedinhêre. Rimilbaz rimilên xwe davêjin hewa. Li falên pîresêran dinere. Gaziya xwe digihîne Xeybanînasan(kahînan). Li gorî gotinên gotinbêjan, xwedê giravî kehanet dibêjin sersebebê vê xezebê, Şûppîlûlîûma yê bavê Murşîlî ye. Lewra ji bo textê keyatiyê, xwîn rijand û bû kujerê birayê xwe Tûthaliya. Bi vî awayî nistiya fermana pêşiyan betal kir. Ev bobelatên diqewimin jî, dikin bela wî. Lewra Keya Şûppîlûlîûma, fermana Telîpînû binpêkiribû. Loma jî, Xeybaniyan ango Kahînan gotibûn, ev bela wî ye ku Xweda li me hat xezebê.
Keya Murşîlî, li ber bîrdariya Yezdanê Bahozê yê Ezmanan temene dibe û jê lava dike. Da ku vê bela nebixêr, vê nexweşîya bêyom ji ser wan rake. Paşê xwe davêje tor û bextê Xwedawenda Rojê ya Arînayê. Li ber Xwedawendê çong vedide û bi berger, stuyê xwe li ber xwar dike. Di riya Xwedayan, Xwedawendeyan de goriyan jêre nezir dike. Keya Murşîlî yê xortik çer jî dike, tewşe; carekê kabûsê webaya nebixêr, kumişîye ser wan û wan yeko yeko dişînin dinya wiyalî.
Di neh saliya keyatiya Murşîlî de, xeberek din a reş ji wî re tê; birayê wî yê Mîrê Helebê jî bi nexweşiya Webayê miriye. Piştî wexteke kurt, xebera mirina birayê wî yê din yê Mîrê Qarqamîşê jî digihêje paytext Hattûşaya xopan. Murşîliyê piçûkê bira, dimîne bê pal û bê pişt; her çar birayên wî yên mezin ji pişta wî diçin. Nola evqas bobelat ne bes bin, jina wî Gaşşûlaviya jî bi heman nexweşiyê dikeve. Ji bo hevjîna wî ji nava lepê vê nexweşiya xedar pak bibe, pir li ber canê xwe dide lê hemû hewldanên wî tewş derdikevin. Hevriya wî ya jiyanê, Gaşşûlavya jî serê xwe davêje diyarê qebrê, axa kendalê gorê.
Murşîlî yê ciwan, dîsa xwe davêje tor û bextê xweda û xwedawendan lê vê carê bi rêbazeke gefxwurane li ber xweda xwedawendan digere û dibêje: “Xwedano! Ma we hay ji xwe henin hûn çi dikin? We ne şivan û gavan, we ne cotkarî û palevan, ne jî nanpêjek bi me ve hişt. Heke hûn vê xezebê ji ser me ranekin, ma ew ê êdî kî ji we re goriyan serjêbikin û xwarinên bi çêj ji we re pêşkêş bikin?”
Piştî salekê hevjîna wî Gaşşûlaviya jî, Murşîlî diterikîne û derdikeve Warê Aşa. Murşîlî, di derbarê mirina Gaşşûlavîya de, li dêmarîya xwe Tavanana ya Babîbîlî dikeve şikê û wê wekî pîrebokeke pîresêr gunehbar dike. Paşê jî wê ji meqamê ‘şivanzanî’ yê dadixîne û wê sergum dike. (Şivanzannî, erkeke taybet a Tawanannatîyê ye) Lewra delîlên Tawananna, sêhr li Keybanû Gaşşûlaviya kiribû lêhatibû piştrastkirn. Ev tewaneke berdêla wê kuştin bû. Dîsa jî Keya Murşîlî serwext tevdigere û wê nakuje.
Keya Murşîlî dibêje: “Min ew nekuşt. Niha ew bi çavên serê xwe Xwedayê Bahozê yê Ezmanan dibîne. Min malek da wê. Bi qasî debara xwe bike min mal da wê. Niha nan û avê wê heye”
Ev tehamula Murşîlî, mezinatiya wî bi me dide selimandin. Meriv çiqas wesfê vî merdemêrî bide, dîsa jî têrê nake.
Nola dibêjin: carekê çerxa felelê lê hatiye xezebê û aşê wî çep dizîvir e. Tu dibêje qey ew qas êşên giran ne bes e, di ser de jî, ji her çar hêlan de dijminê wan ên korfersend dajon ser Keya Murşîlî. Heta tinazên xwe bi Murşîlî dikin. Nameyên kêfqewitandinê jêre dişînin.
Murşîlî dibêje: “Ji min re digotin, tu tifalekî dera hanê ye. Ma qey çi tiştê te heye. Artêşa bavê te hebû. Leşker û erebokên wî yên hespan hebûn. Le yên te? Yên te çi henin rebeno!”
Lê ev Murşîlî yê kurê Şûppîlûlîûma yê pêlewan e; çêleşêrekî ji pişta şêra ye. Murşîlî, xwediyên van tinazên li jorê, wan li heftê û heft bavên wan poşman dikin. Neh salên salwext bi wan re têtekoşe. Mîregiyên li ber wî radibin, wan yeko yeko mutuh dikin, cardin wan bi Cimeta Pankûyê ve girêdidin. Nexasim derbên xedar li Kaşkayî û Arzewayîyan dixîne.
Keya Murşîlî, dajo li ser Keya Ûhhazîtî yê Arzewayî. Berê wî li paytexta bi hişmeta, paytex Apaşa/Efesos ango Efesa îro ye. Lê belê di rê de tiştekî seyr diqewime. Keya Murşîlî diqutife; devê wî dikeve tev; ji tirsan re ziman di dev de dibe lepeke goşt û nalive. Li hêla din Keyayê Arzewa, Keya Ûhhazîtî jî ji tirsan ta digire û dikeve nav nivîna…[1]
(dê bidome)
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 709
HashTag
πηγές
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 14-01-2023
Συνδέεται στοιχεία: 12
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 30-10-2021 (3 Έτος)
Publication Type: Born-digital
Βιβλίο: No specified T4 1750
Βιβλίο: No specified T4 263
Βιβλίο: No specified T4 252
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ئاراس حسۆ ) στο 14-01-2023
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( سارا ک ) στο 15-01-2023
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( سارا ک ) για: 14-01-2023
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 709
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν

Actual
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
13-08-2018
زریان سەرچناری
Αζάντ με λένε
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 519,672
Εικόνες 105,126
Βιβλία 19,519
Σχετικά αρχεία 97,792
Video 1,415
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
Folders
βιογραφία - Φύλο - Άντρας Μάρτυρες - Φύλο - Γυναίκα βιογραφία - Έθνους - Κούρδος Μάρτυρες - Έθνους - Κούρδος Μέρη - Χώρα - Επαρχία - Μέρη & Οργανισμοί - Χώρα - Επαρχία - Βιβλιοθήκη - Χώρα - Επαρχία - Έξω βιογραφία - Οι άνθρωποι τύπου - Δημοσιογράφος βιογραφία - Οι άνθρωποι τύπου - Μυθιστόρημα συγγραφέας βιογραφία - Οι άνθρωποι τύπου -

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Επικοινωνία | CSS3 | HTML5

| Σελίδα χρόνος γενεάς: 0.531 δευτερόλεπτο (s)!