Βιβλιοθήκη Βιβλιοθήκη
Αναζήτηση

Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!


Search Options





Σύνθετη Αναζήτηση      Πληκτρολόγιο


Αναζήτηση
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Αποστολή
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Εργαλεία
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Γλώσσες
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Ο λογαριασμός μου
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
Αναζήτηση Αποστολή Εργαλεία Γλώσσες Ο λογαριασμός μου
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Σχετικά με
 Τυχαία item!
 Όροι Χρήσης
 Kurdipedia Archivists
 Η γνώμη σας
 Συλλογές του χρήστη
 Χρονολόγιο των γεγονότων
 Δραστηριότητες - Kurdipedia
 Βοήθεια
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 519,672
Εικόνες 105,126
Βιβλία 19,519
Σχετικά αρχεία 97,792
Video 1,415
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανι...
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ...
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημ...
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
Kurdên cîhana Dêrîn; Hattî-Hîtît 12
Ομάδα: Άρθρα | Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurdên cîhana Dêrîn; Hattî-Hîtît 12

Kurdên cîhana Dêrîn; Hattî-Hîtît 12
Kurdên cîhana Dêrîn; Hattî-Hîtît 12
#Agîd Yazar#
…Tûthaliya yê 4.’em (B.Z. 1250 – 1220) derdikeve li ser texê keyatiya Hîtîtê. Keya Tûthaliya yê 4’em, kurrê lehengê mezin Keya Hattûşîlî yê 3’em û Keybanûya zîrek Pûdûxepa ye. Di vê serdema Keya Tûthaliya yê 4’em de, Împeretoriya Hîtîtê di nava xweşguzariyê de bûye. Lema jî Keya Tûthaliya, berhemên niwaze yên hunerî daye hênandin. Yek ji van berheman, perestegeha servekirî ya li bakûrê paytext Hattûşayê ye. Keya Tûthaliya, rolyefeke xwe ya niwaze li ser pala zinarê vê perestegehê sêwirandiye. Di rolyefê de, Keya Tûtahliya, di bin çengê Yezdanê çiyê, Yezdan Şarrûma de ye. Ev jî tê wateya homandinê ya ji hêla Yezdanê Çiyê, Yezdan Şarrûma ve. Herwiha gopalê sembola keyatiyê, yê bi navê ‘kalmûşû’ di destê Keya Tûthaliya de tê xwuyakirin.
Di rolyefeke din de, tenê sêwirandina Keya Tûthaliya tê dîtin. Di rolyefê de Dîsa gopalê remza keyatiyê, yê nola marekî ku bi navê ‘kalmûşû’ têbinavkirin didestê Tûthaliya de ye. Kumê wî yê gulover, xeftanê wî yê heta li ser paniyê dirêj, qameyekî di ber kemerê re, guharekî di guha de û pêlava wî ya pozkokel, wanî tevjidandî hatiye sêwirandin. Her wiha destê xwe yê rastê ber bi pêş ve dirêj kirîye. Li jora destê wî yê bi kulmist, mora keyatiya roja bibask hatiye sêwirandin. Di bin herdu baskan de, du sembolên nola du kuvarkên dirêj tê dîtin. Ev tê wateye ‘keyayê gewre’ Dîs di bin baskê rojê de du xencerên ‘şeytankuj’ yên wekî remza kurdayetiyê tê dîtin. Di bin roja di navbera herdu baskan de jî, sêwirandina mirovekî ji navê berjêr wekî çiya hatiye sêrwandin, têdîtin. Li serê wî mirovî, kumekî tûjik yê bi quloçê kel, ango kokel tê dîtin. Ev kumê bi quloç jî, tê wateya Yazdanbûyinê. Li jêra vî mirovê nîvçiya jî, bi nivîsa mîxî peyva ‘tû’ hatiye nivîsîn. Ev peyv, kîteya yekemîn ya navê Tû-thaliya ye. Qest ji vê payva ‘tû’ ew e, angû ‘tu’ Tûthaliya ye. Dibe ku ev peyva ‘tu’ ya kurdî, ku bi zimanê îngilîsî jêre dibêje ‘you’ bi tirkî jêre dibêje ‘sen’ ji kîteya pêşî ya navê Tû-thaliya hatibe.
Ev nîşanên dewlemend, yên wekî roja bibask, çiya, gopal û xencer, tevdekên wan xwerû sembolên aydê xelkê kurd in.
Di galeriyeke din ya Persetegeha Servekirî ya Yazilikaya de, sêwirandina Yezdan Teşûp, jina wî Xepat/Hepat û kurrê wan Şarrûma têdîtin. Hin Hîtîtînas dibêjin, ev sêwirandin li Keya Hattûşîlî, Keybanû Pûdûxepa û kurrê wan Tûthaliya hatinin miqayesekirin. Nola paşê jî di baweriya xirîstiyanan de, sêwirandina Xweda, Dayika Meyrem û Hz Îsa, ji ber vê sêwirandinê hatine girtin.
Ji sêwirandinên balkêş yek jê ya Yezdanê Şûr, ku ji navê berjêr şûr e, ji navê berjor jî mirov e û bi postê şêran rapêçandî ye.
Sêwirandineke din jî, ya mirovê serî wî serê şêr e, û bi bask e. Wekî din, sêwirandina dowazde yezdanê Hîtîtê yên li dû hev rêzkirî têdîtin. Ev sêwirandinên dewlemend yên niwaze, û gelekên din, tevdek di serdema Keya Tûthaliya yê 4’em de, hatinin sêwirandin. Ev serdemeke zêrîn e ku hunera Hîtîtê ya qewrtina rolyefan, derketiye asta herî rajor.
Bi vî awayî, Keya Tûthalîya jî mohra xwe li serdemeke zîrîn dixîne û hêdîka ji ser dika jiyanê dadikeve, diçe aramgeha heta hetayê, li gel pêşîyên xwe.
Serdema ber bi hilweşînê ve
Arnûwanda yê 3’em (B.Z. 1220 – 1200) derdikeve li ser textê keyatî yê. Lê destarê felekê hêdî hêdî çep dizîvire. Di serdema Keya Arnûwanda de, felek pişta xwe dide vê zir-dewleta bihişmet û pozbilind. Helbû heta çend sal berê jî, bavê wî Tûthaliya yê 4’em heta welatê giravê yê Alasîya yê, ku niha jêre dibêjin Kibris, xistibû bin fermanrewayî ya welatê Hîtîtîstana gewre.
Gava xwedê ji yekî re xerab bixîne, belayekê jêre ji nava lingê wî derdixîne. Mîregîyeke bi navê Zîppasla ku li rojavayê welêt bû, hebû. Heta hingê ti kesî xaf ji vê mîregê nedikir. Madsûvatta yê mîrê Zîppasla, li Keya Arnûwanda tê xezebê. Her wiha mîregên wekî din yên herêma Arzewayê jî, li hemberî Cimeta Pankûyê pîj dike.
Keya Arnûwamda, temenê xwe bi van teşqeleyên navxweyî derbas dike. Gotineke kurdan heye dibêje ‘nola deveyê ji hamûdê xwe bixwe’ Keya Arnûwanda yê 3’em li emanetê kal pîrên xwe nabe xwedî û tenê ji kîsê navê Hîtita bihişmet dixwe. Bêyî şopeke serkeftî li dû xwe bihêle, ew jî koça xwe li pişta xwe dike û lodeke teşqele ji dûhatiyê xwe re dihêle û diçe, derdikeve warê aşa.
Keyayê dawî yê împeretoriya Hîtîtê
Şûppîlûlîûma yê 2’em (B.Z. 1200 – 1190) derdikeve li ser text. Lê textekî derizandî û hezhezî. Li hêlekê nerazîbûna mîregîyên dixwest ji bin sîwana Împeretoriya Hîtîtê derkevin, li hêlekê nangiraniya li welêt û li hêla din jî êrişên dijwar yên qewmê deryayê ku ji wan re digotin Akayî, yên pêşîyên Yunanan.
Serkatîbekî Cimeta Pankûyê, vê rewşa kambax ya Keya Şûppîlûlîûma têde, di kevalekê de wiha dinivîse û li ber çavan radixîne: “Ez ê tenê zarok û malbata efendîyê xwe Şûppîlûlîûma bihefidînim. Her çiqas xelkê Hîtîtî pişta efendîyê min berda be jî, lê heta ji min bê, ez ê ji efendîyê xwe re di rêzgirtinê de texsîr nekim û devjêbernedim…”
Serkatibê Keya Şûppîlûlîûma, bi me dide famkirin ku êdî pergala Împeretoriya Hîtîtê dipelişe û heta di navbera rêveberîya dewletê de jî, bêtifaqî serî hildide.
Di kevalên li Hattûşayê hatinin dîtin de dinivîse, dibêje: ji Misirê, keştiyên barkirî yên alîkarîya xwarinê ji Hîtîtê re hatiye şandin. Ew keştiyên xwarinê, barê xwe li Edenê datîne. Kerwanên Hîtîtê yên ji ker û hêstiran pêkdihat, dest bi kişandine wê zexîreyê kirine û kişandine paytext Hattûşayê, lê êrişên Akkayî yên li ser mîregiya Trûwayê, kişandina alîkariya Misrê dilebikîne û rêveberî pêre nagihêje, heta vê organîzeya giran pêkbîne.
Her çiqas ji gelek mîregiyên bi Hîtîtê ve girêdayî, diçin gazîya Trûwayê jî, lê dîsa jî Trûwa ya di bin banê Hîtîtê de li hember Akkayiyan têkdiçe. Homeros, di kitêba xwe ya navdar, destana Îlyada de dibêje: Sarpedonê mêrxas yê ji welatê Lûkka yê, her wiha jinên şerker yên Amazonê jî, di pêşengiya serfermandar Penthesilea ya Amazonê, hatibûn hewara Trûwayê.
Ev jinên şerker yên ku Cengbêj Homeros qalê dike. Ew jinên Kurdên cîhana dêrîn, yên Amazon in û di bin fermandariya 12 fermandarên jinên Amazonî, yên di serkêşîya Keybanû Penthesilea de tev li vî şerrê eyan yê Trûwayê bûne. Lêwbelê Akkayî, bi dekbazî zir-hespekî darînî çêdikin, casûsan di zikê wî de vedişêrin û keleha Trûwayê ji hundur de zeft dikin. Bi vî awayî, jina Şepal Penthesilea û serkêşa Amazonan, li gel Hektor û Sarpedonê mêrxas tên kuştin û Trûwa dikeve. Û Akkayî, nola arê xezebê bi erdnîgara welatê Hattî-Hîtîtê dikeve. Ev qewmê deryayî yên cîhana rojava, mîna zir-gundorekî gêrî ser Împeretorîya Hattî-Hîtîtê dibe.
Gava Keya Şûppîlûlîûma ketina Trûwayê dibihîze, ji paytext Hattûşayê derdikeve, xwe nola şêrekî birîndar li çol û çiya diqewimîne û terkedinya dibe. Ew roj û ev roj, kes nizane ka bi kude çû. Ev xof û dehşeta hilweşandina welatê hezar yezdanan ya Împeretoriya Hîtîtê, di çavên beloq yên peykerê Şûppîlûlîûma yê li Hetayê hatibû dîtin de, eyan dixwuye.
Kurdên cîhana dêrîn yên Hattî-Hîtîtî, bê navber derdora 500 salî, zir-hêza sereke ya cîhana dêrîn bû. Van mirovên maqûl, qurre û ti kesek di ser pozê xwe re nedidît; mirovên xwedîzagon, pergal û Cimetek nola ya Pankûyê; mirovên xwedî soz û bext; navê xwe bi tîpên zêrîn di bîra mirovahîyê de neqişand û xwe nemir kirin.
Pêşiyên me Telîpînû, Mûrşîlî, Şûppîlûlîûma, Pûdûxepa, Hattûşîlî û yên din, dê heta hetayê di bîra me de zindî bimînin û bi serbilindî em ê navên wan di kokevana ezmanê vê dinyalikê de olam bidin. Em çiqas xwe bi pêşîyên xwe qurre bikin, hidik e. Taca serê me, bi saya van ciwankeynik û ciwanmêran gihaşt heta ezmanan.
$Xatirxwestin$
Di rojeke ji wan rojên di navbera havîn û payizê de, ez li nava kavilên Hattûşa yê digerim. Ez destê xwe datînim li ser kavilê kîjan avahiyê, mîna ez destê xwe dînim li ser girdika milê mirovekî kurd ê cîhana dêrîn yê Hattî-Hîtîtî. Li kolanên xalî, hîbehîbeke mahşerî ji kûrahiya kavilên bîrovgirtî dihat. Ne bi guhê xwe, bi kûrahiya dilê xwe min qerebalixiya wê sewtê dibîhîst. Mîna tingîniyeke xeybanî ji hestîyê laşê min dihat. Ew giyana pêşiyên me bû, ya ku di guhê kavilên bîrovgirtî de olam vedida. Digotin lolo! Digotin lêlê! Digotin hela rabin, ma we morîka xewê bi guhê xwe ve kirine? Digotin piştî sê hezar û 200 sal şûnve, vaye xewdiyê me hatin. Hineka bersîv li pirsan digobelandin, digotin: hooo lolo, hêêê lêlê! Bê xweda dibe, bê xwedî nabe!
Ev hestên pirr xerîb, ez xistibûm nava mijeke hestiyar, ew çend jî bi kelecan. Dilê min, di defa sînga min de çargope lêdixist. Min baxeke gulên ji kulîlka qawanê, ji kulîlkên hîro û gelekên din ji nava kavilên Hattûşayê hilkiribûn û bi rêzdarî danîbû li ser qaîdeyekî li pêşberî rolyefên Xwedawend Xepat, Yezdan Teşûp, Şarrûma, Tûthalîya û dowazde Yezdanên din yên li Perestegeha Servekirî ya li Yazılıkaya yê ku li pêşberî Hattûşa ya bihişmet bû.
Ez xwe ji Hattûşayê berdidim xwar. Nizanim çi li min qewimîye. Ez dibêjim qey çermê min, ji laşê min re teng bûye. Mîna meriv qatek cilê simol, li bedenek larc bike. Mûyê laşê min rabûne, li min bûne sîx. Xwêdaneke sar, dadiwerive derzika pişta min.
Li jêr, li ber kavilê persetegehê, holikekek berrabotî heye. Kalemêrek, bi destê xwe yên terikandî, peykerok û tiştikên dîyariya aydê Hîtîtan çêdike. Berçavka wî ya çarçove-hestînî, di rimilkê de maye. Kevirekî pahn li ser berdilka wî ya çermînî bû û bi serê niştirê, nivîseke mîxî li ser kevir dikola. Wê tişta di nava destê kalemêr de jê dipirsim. Kalemêr serê xwe di ber xwe de pêl kiriye. Bêyî serê xwe rake, bersîva min dide: “ev mohra Keybanû Pûdûxepa ye” dibêje.
Ez mohra Kehbanû Pûdûxepa dixînim tûrikê xwe, cîhekî bi himet. Kalemêr Osmanê Meletî, yê ku avakarê gundê Boxazqaleyê avakiribû û paşê jî bûbû navçe, bi me re heta li ber erebê dimeşe. Ez destê wî, ew jî çavê min maçî dike. Ew kalemêrê heyştê salî, derîyê erebê li me vedike. Ji tirsa ku ew ê bi min re bixeyide, newêrim îtiraz jî bikim. Kalemêr gotina xwe ya ewil dubare dike: lawo bila kırd be, bila ji herriyê be.
Belê kalo. Bê xwedê dibe, bê xwedî nabe![1]
(Dawî)
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 596
HashTag
πηγές
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 14-01-2023
Συνδέεται στοιχεία: 11
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 06-12-2021 (3 Έτος)
Publication Type: Born-digital
Βιβλίο: No specified T4 1750
Βιβλίο: No specified T4 263
Βιβλίο: No specified T4 252
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ئاراس حسۆ ) στο 14-01-2023
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( سارا ک ) στο 15-01-2023
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 596
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν

Actual
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
13-08-2018
زریان سەرچناری
Αζάντ με λένε
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 519,672
Εικόνες 105,126
Βιβλία 19,519
Σχετικά αρχεία 97,792
Video 1,415
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
Folders
Μάρτυρες - Φύλο - Γυναίκα Μάρτυρες - Έθνους - Κούρδος Μέρη - Χώρα - Επαρχία - Μέρη & Οργανισμοί - Χώρα - Επαρχία - Βιβλιοθήκη - Χώρα - Επαρχία - Έξω Μάρτυρες - Οι άνθρωποι τύπου - Βιβλιοθήκη - Τύπος Εγγράφου - Alkukielellä Άρθρα - Τύπος Εγγράφου - Alkukielellä Μέρη - Τόπος - Μέρη & Οργανισμοί - Οργάνωση - ΠΟΛΙΤΙΚΗ

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Επικοινωνία | CSS3 | HTML5

| Σελίδα χρόνος γενεάς: 0.297 δευτερόλεπτο (s)!