Βιβλιοθήκη Βιβλιοθήκη
Αναζήτηση

Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!


Search Options





Σύνθετη Αναζήτηση      Πληκτρολόγιο


Αναζήτηση
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Αποστολή
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Εργαλεία
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Γλώσσες
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Ο λογαριασμός μου
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
Αναζήτηση Αποστολή Εργαλεία Γλώσσες Ο λογαριασμός μου
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Σχετικά με
 Τυχαία item!
 Όροι Χρήσης
 Kurdipedia Archivists
 Η γνώμη σας
 Συλλογές του χρήστη
 Χρονολόγιο των γεγονότων
 Δραστηριότητες - Kurdipedia
 Βοήθεια
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 518,881
Εικόνες 104,818
Βιβλία 19,319
Σχετικά αρχεία 97,641
Video 1,402
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανι...
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ...
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημ...
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
Sabrî Yûmak - Harûn Çekdar
Ομάδα: Μάρτυρες | Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Sabrî Yûmak - Harûn Çekdar

Sabrî Yûmak - Harûn Çekdar
$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Sabrî Yûmak
Nasnav: Harûn Çekdar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Narinc-Hamdî
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Kanûna 2022 / Cûdî

$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Harûn li nava malbateke welatparêz a Şirnexê ji dayik bû. Li nava derdoreke welê mezin bû ku hest û hişmendiya welatparêziyê lê xurt bû. Botan ku dilê Kurdistanê ye, bi tevlîkirina bi hezaran lehengên xwe li nava tevgera me û şehîdên xwe hîn jî xwedî sekneke hêjayî vê pênaseyê ye. Ji ber vê yekê jî herî zêde bû hedefa polîtîkayên şerê taybet, komkujî û qirkirinê yên artêş û rejîma Tirk a faşîst. Bû herêmeke welê ku bi rengekî bêhejmar komkujî, koçberkirin, şewitandina gundan û herî dawî jî şewitandina li jêrzemînan lê hate kirin. Xelkê me yê Botanê li hemberî her komkujiyê hîn bêhtir xwe li Rêberê me û tevgera me girt. Xelkê me yê Botanê zilma ku bi salan lê hate kirin gihand nifşên nû û kir ku têkoşîn bênavber dewam bike. Ciwanên leheng ên Botanê jî bi rengekî rast xwedî li vê mîrateyê derketin û li ser şopa şehîdên me yên leheng meşiyan, ref bi ref tevlî nava refên gerîla bûn.
Hevrêyê me Harûn ku ji kevneşopiyeke bi vî rengî ya serhildan û çanda berxwedanê ya xurt hat, di ciwantiya xwe de gerîla nas kir ku bi çîrok, berxwedana destanî û bîranîna wan mezin bû. Hevrêyê me Harûn bi rengekî çalak tevlî nava karên ciwanan bû û fêhm kir ku bêyî xweparastinê, parastin nabe û tevlî vî karî bû. Hevrêyê me Harûn ku baş zanî bû bêyî rêxistinî û têgihiştinî azadî bi dest nakeve, li ser bingeha xweparastinê xwe bi pêş ve bir. Dewleta Tirk sala 2015an agirbest bi dawî kir û li dijî gelê me û tevgera me polîtîkayên qirkirinê ji nû ve xiste dewrê. Hevrêyê me Harûn baweriya xwe bi wê yekê anî ku têkoşîneke baş û bi wate tenê bi têkoşîna çekdarî û li nava refên gerîla dibe, sala 2015'an beşdarî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Harûn ku perwerdeya xwe ya bingehîn li Botanê wergirt, zû hînî jiyana gerîla bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi daxwaz, kelecan û moral bala hevrêyên xwe kişand. Hevrêyê me Harûn ku ne dûrî kedê bû û baş bi girîngiya kedê zanî bû, bandor li her qada lê bû, kir. Bi kedeke mezin xwe li hevrêtiya PKK'ê û jiyana gerîla girt. Dema ku dewleta Tirk a faşîst û dagirker di çarçoveya 'Plana Têkbirinê' de li dijî gelê me dest bi êrîşên li dijî mirovahiyê kir, li ser bingeha parastina rewa ya gelê me, xwerêveberî hate ragihandin. Kete nava lêgerîna parastina hebûna xwe û têkoşîna bidestxistina azadiyê. Rejîma faşîst a ku nikare xwe li hebûna Kurdan rabigire, bi rêbazên ku weke deqeke reş ketiye dîroka mirovahiyê, êrîşî gelê me kir, mîna ku Kurdistanê ji nû ve dagir bike, dest bi êrîşan kir. Ji pitikên di pêçekê de heta bi mirovên extiyar ên mîna Dayika Taybet li pêş çavên her kesî mirov qetil kir. Hevrêyê me Harûn mîna gelek hevrêyan li hemberî van bûyeran bêdeng nema, li refên herî pêş ji bo piştgiriyê bide têkoşîna gelê me ya ji bo parastina îrade û hebûna xwe, derbasî Şirnexê bû. Hevrêyê me Harûn ku weke gerîla û şoreşgerekî li bajarê lê ji dayik bû û mezin bû vegeriya, bi van hestan cihê xwe li çeperên herî pêş girt. Tecrûbeyên ji hevrêyên xwe wergirtî bi ciwanên li derdora xwe re parve kir û bi rola pêşengiyê rabû. Artêşa Tirk ji ber ku bi hêzên xwe yên taybet nekarî li nava bajêr bi pêş ve biçe û îradeya gelê me bişikîne, bajar dorpêç kir û dest bi hilweşandina bajêr kir. Hevrêyê me Harûn di bin fermandariya Şehîd Salar Ecem de tevlî gelek çalakiyên bi bandor bû û derbên giran li dagirkeran xist. Tevî ku bû salek tevlî nava refên gerîla bûbû, di pratîkê de xwe bi pêş ve bir, di nava pêvajoya berxwedanê de tecrûbeyên mezin bi dest xist û xwe gihand wê astê ku bi berpirsyarî rabe. Hevrêyê me Harûn tevî hevrêyên xwe derfet heta dawiyê bi kar anî û heta dawiyê li dijî dagirkeran şer kir. Bû yek ji kedkarên têkoşîna destanî ya li Şirnexê hate meşandin.
Hevrê Harûn piştî berxwedana xweseriyê ya Şirnexê derbasî herêma Cûdî bû û li wir li têkoşînê dewam kiriye. Bi tecrûbeyên ku li Şirnexê bûye xwedî, neqlê hevrêyên xwe kiriye, tevlî xebata parastina cewherî û birêxistinkirinê bûye û bi awayekî serkeftî pêk aniye. Ji Botanê ku jê hatiye, gelek fermandarên hêja û serkeftî di Têkoşîna Azadiya Kurdistane de derxistine. Hevrê Harûn ku endamekê mezin ê fermandariyê bû, ji bo xwe di warê bîrdozî û leşkerî de têr û tije bike derbasê Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye. Hevrêyê me Harûn ku derbasî akademiyên leşkerî bûye, bi perwerdehiya ku dîtiye bûye gerîlayekê şareza. Sekna wî ya di perwerdehiyê de, tevlêbûyîn, daxwaz û behremendiya wî bala hevrêyên wî kişandiye û bi demeke dirêj perwerdehiya hevrêyên xwe girtiye ser xwe. Sê salan, ji bo gelek hevrêyên wî bibin gerîlayên profesyonel zêde ked daye û li hevrêyekê/e xwe ku ji akademiyê der çûye gelek tevkarî kiriye. Hevrê Harûn her ketiye wê hewilê ku bibe bersiv ji bo Rêbertiyê û şehîdan û bi wê giraniyê jiyaye. Ji wê boneyê, hevrê Harûn ku hay ji erk û berpirsyariya xwe hebû, bû hevrêyek ji hevrêyên me yên ku barê şoreşê hilgirt. Erka perwerdekirina hevrêyên xwe bi layiqî û serfirazî bi cih anî. Ji bo baştir ji bîrdoziya Rêber Apo fêm bike, derbasê akademiyên bîrdozî bû. Bi sekna li ser xwe bi awayekê baş li akademiyê, li ser esasê gotina “Zanîna bi xwe bingeha hemû zanîn e“ ya Rêber Apo, analîza xwe kiriye; ji Rêbertî, şehîd û têkoşîna me baştir fêm kiriye. Hevrê Harûn ku egîdî, wêrekî, serhildêrî û kedkarî ku taybetiyên herêma Botanê ne, bi bîrdoz û vîna Apoyî re kiriye yek û hest bi êş û coşa gelê me yê bindest ê li çar aliyên Kurdistanê kiriye û bûye xwedî hişmendî û nasnameyeke neteweyî. Hevrê Harûn ku wek mîlîtanekê fedaî yê Rêber Apo xwe bexşê şoreş û serkeftinê kiriye, bûye xwediyê jiyaneke gotin û kirinên xwe yek. Giringî bi hevretiyê daye, ketiye hewila geşkirina hevrêtiyê. Hem gava şervan bûye hem jî gava fermandar bûye bi nefspiçûkiya xwe sekneke mînak nîşan daye. Bi gotina “Hevrêtiya hevrê, girtina parê ji heqîqete yê ku tê temsîlkirin“ a Rêbertiya me tevgeriyaye û bûye parçeyekê heqîqetê. Hevrê Harûn ku bi dîtina perwerdehiyê baş zaniye ku barê wî girantir bûye, bi gavên ji xwe bawer di rêya fermandeya serkeftinê de bi pêş ve çûye. Bi erka ku ji akademiyê wergirtiye, berê xwe daye Bakurê Kurdistanê û çûye herêma Cûdî û tevlî xebata fermandariyê bûye. Ji bo pûçkirina polîtîkayên şerê taybet ên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, pêşengî ji pratîkbûyîna Gerîlatîya Modernîteya Demokratîk re kiriye. Hevrê Harûn hay ji polîtîkayên taybet ên rejîma faşîst a dagirker û talanker hebûye û pêşengî ji gelek çalakiyan re kiriye ku li herêmên hatine lidarxistin. Ji tevlêbûyîna xwe heta bi şehadeta xwe, bi sekin û têkoşîna xwe ya bi berdewamî, xwediyê pratîkeke serkeftî ye.[1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 475
HashTag
πηγές
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://anfkurdi.com/ - 20-01-2023
Συνδέεται στοιχεία: 2
Ημερομηνίες & Εκδηλώσεις
Μάρτυρες
Ομάδα: Μάρτυρες
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: No specified T4 297
No specified T3 82: Şirnax
No specified T3 85: No specified T4 297
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 65
Έθνους: Κούρδος
Οι άνθρωποι τύπου: Στρατιωτική
Φύλο: Άντρας
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ئەڤین تەیفوور ) στο 20-01-2023
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( سارا ک ) στο 21-01-2023
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( سارا ک ) για: 20-01-2023
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 475
Attached files - Version
Τύπος Version Όνομα Συντάκτη
Αρχείο Φωτογραφιών 1.0.136 KB 20-01-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν

Actual
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
13-08-2018
زریان سەرچناری
Αζάντ με λένε
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 518,881
Εικόνες 104,818
Βιβλία 19,319
Σχετικά αρχεία 97,641
Video 1,402
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Folders
βιογραφία - Φύλο - Άντρας Μάρτυρες - Φύλο - Γυναίκα βιογραφία - Έθνους - Κούρδος Μάρτυρες - Έθνους - Κούρδος Βιβλιοθήκη - Χώρα - Επαρχία - Έξω βιογραφία - Οι άνθρωποι τύπου - Δημοσιογράφος βιογραφία - Οι άνθρωποι τύπου - Μυθιστόρημα συγγραφέας βιογραφία - Οι άνθρωποι τύπου - Μάρτυρες - Οι άνθρωποι τύπου - Βιβλιοθήκη - Τύπος Εγγράφου - Alkukielellä

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Επικοινωνία | CSS3 | HTML5

| Σελίδα χρόνος γενεάς: 0.985 δευτερόλεπτο (s)!