#Îbrahîm Seydo Aydogan#
Qedera endamên civakekê û peywendiya wê ya bi desthilatdariyê re li gorî qanûnan hatiye sazkirin. Kiryarên ku desthilatdariya heyî li ser jiyana wan pêk tîne, dîsa her bi van qanûnan ve hatiye meşrûkirin.
Di şerran de, di xelayan de, di lehiyan de, di dewra nexweşî û pandemiyan de, yanî di pêvajoyên xirab de, ev peywendiya di navbera civak û hikumetan de zelaltir diyar dibe. Mezinbûna dewletekê û hêza desthilatdariya wê jî di rewşên weha de baştir xuya dibin. Dewletên mezin di rewşên xerab de hêviyê ji alîkariyên derve nakin, lewre sazûmaniya wan dewletan hesabê rojên xerab jî kiriye. Butçeyeke wan ji bo vê heye, saziyên wan hene, dezgehên wan amade ne.
Di erdheja zivistana 2023’yan de rastiya dewleta Tirkiyeyê beloqtir bû. Ew fortên ku li NATO’yê dikirin, ew dîmenên hevdîtinên bi serokên dewletên mezin re ku hemû plankirî ne, ew qesr û qonaxên giregir hemû ji bo nîşandayina vê hêzê ne, lê hêza dewletan di rojên xerab de xuya dibe.
Erdhejê bandor li jiyana nifûseke sêzdeh milyon û nîv kir ku pirraniya wan kurd in. Ji Edenê heta bi Elezîz li bakur û heta bi Mêrdînê li rojhilat û heta bi Helebê li başûr, herêmeke weha ye ku pirraniya xelkê wê kurd in.
Nezaniya li ser erdhejan careke din derket holê. Desthilatdariya AKP’ê, piştî hejariya li dû erdheja Stenbol-Duzceyê hatibû û weha xuya ye ku ew ê bi hejariya li dû erdheja Mereşê jî bi dawî bibe. Xelkê dît ku ew dewleta ku dixwaze hêz û îhtişama xwe nîşan bide, ya rast, ne ew qasî bi hêz e; lewre AFAD a ku weke dezgeheke alîkariyên rewşên acîl hatiye avakirin, ne amadeyî erdhejên mezin e digel ku sê fayên mezin di nava Tirkiyeyê re derbas dibin û ev bîst û pênc sal in ku êdî, hingî di televizyon û çapemeniyê de behsa wê dibû, zarokên piçûk jî hay ji hebûna van fayên xeternak heye. Lê gelo hayê dewletê jî jê hebû ?
Artêşa ku karê wê diviya ne bi tenê şerr bûya di roja yekem de ji ber burokrasiya navxweyî neçû hawara xelkê sivîl yê ku li hêviya alîkariyan bû. Xelkê ku bi tirs û hawarê ve ji mirinê reviyane li ber serma û seqema meha sibatê bêxwedî li ber dîwaran û birçî man. Ji Ewropayê kampanyayên alîkariyê hatin organîzekirin. Dewlet derketibû parsê. Ji Yewnanistan û Îsraîl û Japonya û Meksîka û Fransayê û ji gellek welatên din alîkarî ji bo herêma erdhejê hatin şandin. Lê, ji Enqereyê nehatin. Erd hejiya lê dewlet mewlet tune bû. Sefaleta dewletê careke din aşkere bû.
Agahiyên ku diyar in ku rast in, behsa derdora bîst hezar avahiyên hilweşiyayî dikin. Di sê rojên peşiyê de deh hezar meyt ji ber man. Weha xuya ye ku hejmara miriyan dê pêncî hezarî derbas bike lê ew ê ne ji ber erdhejê miribin, ew ê ji ber seqemê û ji nêzan û ji bêxwedîtiyê bimirin. Erdhej nakuje, bêxwedîtî dikuje.
Emrê Xwedê ye, qeder e, dunya weha ye, erd dê biheje, xela dê rabe, lehî dê rabin, şerr dê derkevin, nexweşî dê peyda bibin û mirov dê ji ber van bimire; lê hejmara miriyan bi hebûna dezgeh û derfetên dewletan ve kêmtir dibe û rewşa xelkê tê başkirin.
Gava ku mirov yeko yeko li çîrokên wan kesan dinihêre, yên ku ji nava kavilan hatine derxistin, her yek bi serê xwe trajediyek e. Zarokeke piçûk bi çarpîkan ji nava kavilan derdikeve, zilamekî ku serê xwe di nava du dîwarên hilweşiyayî re derdixe û cixareyekê dixwaze, lawikekî piçûk ê ku di nava kavilan de avê dixwaze, zarokekî ku dibêje «dêya min jî xilas bikin», kalikekî ku dibêje «neviyê min jî çend metre ji min bi wê de bû, li hişê xwe bû lê nuha nizanim», kûçikekî ku ji nava kavilan tê derxistin û paşê di nava kavilan de li xwediyê xwe digerre.
Her kes di xew de bû. Gava ku her kes di xew de be, dewlet divê hişyar be.
Lê, bîlançoya erdhejan bi çîrokên takekesî ve nayê avakirin. Ev çîrok karê wêjeyê ne û nivîskarên mîna Adalet Agagoglu û Yaşar Kemal ancax dikarin qurbaniyên erdhejan û felaketan bikin lehengên çîrokên xwe.
Yaşar Kemal di romana Dara Hinarê de dibêje “mirin ji hêjariyê çêtir e”. Di romana Gerîkên ku avê vedixwin de jî dîsa behsa nexweşiya tayê dike ku di nava penaberan de peyda dibe. Yaşar Kemal ji nexweşiyê bêtir balê dikişîne ser hêla civakî ya van xexweşiyan. Furkan Karaderî jî di romana xwe ya bi navê Bi Erdê Re Yek (Yerle Yeksan) de dîsa behsa kesên di bin kavilan de dike ku dewra erdheja Stenbolê ye.1
Ji bilî van, çîrokeke Adalet Agaoglu jî rasterast li ser kesên bin kavilan e ku xelk hewl didin ku wan rizgar bikin. Çîroka bi navê “Tişta çû nede dû” (Olan Oldu) ku di berhevoka çîrokên sala 2000’an de hatiye çapkirin, li ser straneke Edith Piaf xilas dibe, lewre di nava kavilan de lîstokek peyda dibe ku dengê newaya strana fransî tê ku navê wê “La vie en ros e” û dibêje “gava ku ew min hembêz dike, û bi dengekî nizm bi min re dipeyive, Jiyan li ber çavên min xweş dibe”.
Xelk hewl dide ku lerzeke deng bibihîse lê dengê straneke weha tê wan ku li ser jiyana xweş e. Trajediya her çîrokeke mirovî di nava wan kavilan de ye lê rêvebirên dewletê dê hesabê “La vie en rose” bikin û bibêjin ku “dewlet xurt e û li ser karê xwe ye û ew ê xelkê xwe bêxwedî nehêle”. Lê, li ser otobana ber bi rojavayê Tirkiyeyê ve, xelk rastiyê dibîne û ji mirinê direve.
Kesên ku wê seqemê li derve mane, nikarin li stranên xweş guhdar bikin. Li ber wan meytan li erdê datînin. Cîranên wan, nasên wan, merivên wan, dikandarê taxa wan, qahweciyê ku nas dikin, bûkeke ciwan, zarokeke weha ku di hembêza dêya xwe de can daye, xortekî ku kes nizane bê çima lê li keça cîranê xwe digerre ku çend roj berê jê re gotibû “kêfa min ji te re tê, difirrim gava tu tê” û “cinneta go bê te be, min navê wê cinnetê”. Çîrokên veşartî aşkere dibin, kul vedibin, birîn kûr dibin, qelsî û lawazî û hejariya mirovî ya li hember jiyanê careke din rastiya xwe diyar dike. Kes nabêje ka çima û çawa ew bîna hatine avakirin, kê destûra avakirina wan a weha daye, her kes toqê ji stuyê xwe derdixe û kumê xwe dide serê kesine din.
Albert Camus digot ku heger hûn dixwazin asta dewletekê nas bikin, herin lê binerin bê li wira mirov çawa dimirin. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê, xelk bêxwedî dimirin. Ya xirab, pirr kêm behsa Efrîn û Cindirêsê dibe. Erdhejê rastî derxist hole û dewlet û desthilatdarî têk birin.
Helwêsta xemsariya hikumeta ku xelk bêxwedî hişt, bi sedan peyamên ser tora civakî ku digot “erdhejê li wî aliyî xistiye, bila kurd bimirin”, tîne bîra mirov ku gava ku ji rojavayê Tirkiyeyê alîkarî ji bo erdhêja Wanê hatibû şandin, di hin pakêtan de pîvaz û xiyarên xerabe derketibûn û pêşkeşvanên televizyonên tirk jî nîşan dida ku qet li ber sefaleta xelkê nakevin.
Hemû virr û derew rojekê aşkere dibin, gava ku berf dihele pîsiya bin wê xuya dibe. Vê erdhêjê jî berfa ser rûyê erdê heland û pîsiya biniya wê careke din derxist hole.
Nuha êdî em ê di nava kavilan de li meytên xwe bigerrin, em ê bi cîhazên bêkêr ve guh bidin dengê lerzînekê û biqîrin “ji vî aliyî dengek tê”.
1- Ruhi Inan, “Turk romani, hikayesi ve şiirinde afetler bulaşici hastaliklar ve afetler” in Yuksel & Isik (2021), Turk Tarihinde Salginlar ve Afetler, rr. 286-305.[1]