Bobelata erdhejê!
Xidir ÛSO
Berî ku dest bi nivîsa xwe bikim, ez ji gelên Enedol û Kurdistanê re sersaxî, sebir û aramê dixwazim; ji birîndaran re cansaxîyek lezgîn hêvî dikim!
Ji bo ku welatê me herêma erdhejê ye û li ser qelşên latên yekpare yê bin erdê ne, her ji çend salan carekê bobelatek tê serê gelê me. Xanîyên welatîyên me, ji bo bi giranî ya kevn û bi axê hatine avakirin, yan jî ne li gorî pîvanên erdhejî hatine avakirin; loma her erdhejek, ji bo gelê Kurd dibe malwêranî û bobelatek, xanîyên wan bi ser serê wan de hildiweşe. Ji niha û pêve jî wê erdehejên bi vî rengî berdewam bin.
Helbet tu kesî nikarîbû pêşî li şemitandina erdê bigirta! Lê hilweşandina avayîyan û mirina bi hezaran mirovan, mîna ku serokkomarê Tirkî dibêje: “ev qedera Xweda ye!“ ne rast e! Herkes zane, Japonya salê bi sedê caran diheje; lê xanîyên Japonya xera nabin û kesek di bin kavilan de namîne û namire. Pisporê Holandî bi navê Frank Hoogerbeets, li ser hesabê xwe yê twtterê sêroj berî agedarîya vê erdhejê da! (https://twitter.com/hogrbe/status/1621479563720118273/photo/1 ) Çima kesî lê gohdar nekir? Dêmekî mirina welatîyan, ne xema rêvebirên vê dewletê ne. Vê qetla, mîna ‘‘qeder û fermana Xweda‘‘ bi navkirin, veşartina sûcê xwe ye û reva ji berpirsiyarîyê ye.
Hukumetên Tirkî, ji dêbla ji bo çekan, firok û tank û topan bi mîlyaran pereyan xerc dikin; ji dêbla ku xercên leşkerî ji bo dagîrkirina Kurdistana Başûr û Rojava dikin û her roj çîya û banîyên Kurdistanê bombaran dikin, leşkeran dişîne dewletên Efrîqa, Erebîstan û derên din, bila alîkarîya welatîyên xwe bike ku avayîyên li gorî erdhejê ava bike û jîyana wan têxe ewlekarîyê. Dewlet û hukumeta Tirk, ma qey nizane ku îro ev erdhej li kîdara Tirkî çêbibe wê ev bobelat û qetlîam dewam bike. Ji bo şer û sîlehan, her îmkanê vê dewletê heye, lê ji bo bobelatek bi vî rengî tu îmkan û amadeyîya wê tune ye.
Bi rojan mirov, tevlî pitik û zarokên xwe ji bin kavilan nayên rizgarkirin û gelekên wan erdhejê ew nekuştibin jî dê serma wan bikuje. Ev roja sisêya ye, hîn nuh serokê tirkî behsa rizgarkirin û bi cîkirina welatîyan dike. Gelo ordîya tirk ya li Nato û dunyayê, ji ordîyên herî xurt e, çima ji qişlayên xwe derneketin? Dêmek ne ordîya milet e; ordîya hukumet û dewletê ye. Dewlet jî ne ya milet, lê ya elîtekî ye. Fîrmayên ku van avahîyan çêdikin, mekîneyên înşaatan û yên bendav, pira, rê û wekî dî, çima nayên xelkê ji bin kavilan dernaxin? Serokkomar, biryara hemû karên dewletê yên sererd û binerd dide, çima heta niha sekinîye?
Kî îmkanekî wî çêdibe, xwe dike Mutehît û dest bi lêkirina avayîya dike. Tiştê ku heta niha min fam kirîye, karê avahîya bi giranî, bi bertîl û sextekarîya dimeşe. Di dema beledîye ne di dest qeyûman de bûn jî gava yê bertîl bida, kesî li qada kesk, li parka mekîna û li saxlemî û ewletîya avahîyê nedipirsî.
Ev dewlet ji avabûna xwe de, hemî sazîyên xwe fêrî bêrêtîl, dizî, xwîkîtî, torpîl û weritandina welatîyan kirîye. Ji bo ku ev dewlet li ser bêqanûnî, xesp, şêlandin, eşqîyatî, talan û zordarîyê ava bûye, rêvebir, sazî û karmendên wê, êdî van kiryarên ne mirovî û bêûjdanî ji xwe re normal dibîne.
Ji alîkî de welatîyên xwe cahil û nezan hîştîne, gava bobelat hatin serê wan jî ya dijminên ji wan hez nakin vêya kirîye; yan jî qedera Xwedê ye(!) Hîn roja pêşî ya erdhejê, Fatîh Altayli ji jeolog Celal Şengor dipirsî: ‘‘hinek dibên `vê erdheja Amerîka çêkirîye!‘ ma ev rast e?‘‘ Hikumeta îro, ger bêje melkemot, cin û afrîdan vê erdheja çêkiriye, piranîya hilbijêrên vê hukumetê, wê bawer bikin.
Ez gelê Amedê û beşek yê bajarên derdorê, esnaf û rewşenbîrên wan, ji alîkarî û xebatên alîkarîyê pîroz dikim! Divê gel li hev xwedî derên, birînê hev bipêçin, heta ji vê belê rizgar bibin, mal û sifra xwe ji hev re vekin![1]