$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Berxwedan Gelhat
Nav paşnav: Yakûp Donmuş
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Koçê-Mûhyettîn
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Berxwedan li Sîlopîya navenda berxwedanê ya welatparêzên Botanê ji dayik bû û di malbateke welatparêz de mezin bû. Herêma Botan ku di hedefa pêkanînên asîmîlasyon û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker de ye, di heman demê de bûye navenda ku xeta welatparêziyê ya li dijî faşîzmê derket pêş û çanda serhildanê afirand. Hevrêyê me Berxwedan di temenê xwe yê biçûk de şahidê pêkanînên nîjadperest û pêkanînên qirkirinê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker bûye. Hevrêyê me Berxwedan ku li dijî dewleta Tirk a dagirker bi hêrs bû, hêrsa xwe birêxistin kir û veguherand qada têkoşînê ya xurt. Hevrêyê me yê ku ketiye ferqa, azadiya gelê Kurd û axa Kurdistanê bi berxwedana gerîla yê dîrokî dikare bê rizgarkirin, di sala 2014’an de dema ku êrîşên dijwar li dijî gelê me hatin kirin, tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû.
Hevrêyê me ku li Botanê mezin bûye ku bi rabirdûya xwe ya berxwedêr tê naskirin, heman ruhê berxwedêr û şoreşger bi felsefeya Rêber Apo re kiriye yek û di demeke kurt de veguheriye gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me yê ku bi tecrubeyên ku bi dest xistibû, her tim bi biryar bû ku li qadên herî dijwar di têkoşîna gerîla de bimîne, berê xwe da Zagrosê, li dijî dagirkeran beşdarî berxwedanê bû û têkoşîneke bi bandor meşand. Hevrêyê me Berxwedan ku bi kesayeta xwe ya dilpak û kedkar di jiyanê de derketiye pêş, li ser esasê pêkanîna tiştên ku hîn bûye, bi parvekirina bi hevrêyên xwe re dewlemend kiriye û di tevahî jiyana xwe ya têkoşînê de bûye xwedî tevlîbûnek xurt a xeta Apoyî. Hevrêyê me ku li qada Çarçella ya Cîloyê li dijî dagirkeran bi rengekî fedaî cihê xwe di çeperên herî pêş ên berxwedanê de girt, çawa ku di şer de fedaîbûnê esas girt, di jiyanê de jî pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Hevrêyê me yê ji bo di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr bike her tim dixwîne û lêkolîn dike, her tim têkoşîna xwe bi girêdana rastiya şehîdên PKK'ê meşand.[1]