Li bajarê #Hewlêr# ê, taxa kevin a bi navê Xaneqa ji dayik bûye. Sala jidayikbûna wî ne diyar e, lê di navbera 1951 û 1952 an de ye. Xwendina xwe heya berî zanîngehê li Rewandiz û Hewlêrê qedandiye. Di sala 1974-75 an de zanîngeha Bexdayê ya ziman û edebiyata ingilîzî qedandiye. Şêrzad Hesen nivîsên xwe yên pêşî di navbera salên 1975-78 an de di kovara Roşinbîrî Niwê ku li Bexdayê derdiket, belav kir. Di navbera salên 1978-82 an de kurteçîrokên xwe di kovarên Beyan û Hawkarî de belav kirin. Şêrzad Hesen gelek berhem ji zimanê ingilîzî wergerandine ser zimanê kurdî, û xwediyê gelek çîrok û romanan e, weke: Tenahî, Gula Reş, Hesar û segên bavê min, Deşta karmamizên kuştî, Xewna Pîrepindan, Pîre perwaneyên êvaran û hinekên din. Vêga li bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê dijî.[1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο
για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 363
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!