Βιβλιοθήκη Βιβλιοθήκη
Αναζήτηση

Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!


Search Options





Σύνθετη Αναζήτηση      Πληκτρολόγιο


Αναζήτηση
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Αποστολή
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Εργαλεία
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Γλώσσες
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Ο λογαριασμός μου
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
Αναζήτηση Αποστολή Εργαλεία Γλώσσες Ο λογαριασμός μου
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Σχετικά με
 Τυχαία item!
 Όροι Χρήσης
 Kurdipedia Archivists
 Η γνώμη σας
 Συλλογές του χρήστη
 Χρονολόγιο των γεγονότων
 Δραστηριότητες - Kurdipedia
 Βοήθεια
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 518,864
Εικόνες 106,229
Βιβλία 19,339
Σχετικά αρχεία 97,344
Video 1,397
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανι...
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ...
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημ...
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
Dewleta Tirk careke din bi Mîsaqî Millî gefan dixwe
Ομάδα: Άρθρα | Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dewleta Tirk careke din bi Mîsaqî Millî gefan dixwe

Dewleta Tirk careke din bi Mîsaqî Millî gefan dixwe
Dewleta Tirk careke din bi Mîsaqî Millî gefan dixwe.
Erdogan careke din behsa komplo û gefên li dijî ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê kir û bi Mîsaqî Millî gef li her kesî xwar û got “hûn ê berdêleke giran bidin”. Lê ji bîr kir ku ewlehiya Ereb, Kurd û Yewnanistanê xistiye xetereyê. Erdogan di Kongra Turkmen de careke din nexşeyên dagirkirina Sûriye û Iraqê nîşan da.
Kurd û gelên din herêmê li hember projeya Erdogan a vegerandina Osmaniya nû û pêkanîna Mîsaqî Millî sekinîn. Erdogan ji bo bigihêje van armancên xwe serî fêlebaziyên din dide, yek jî lidarxistina kongraya Turkmanên Sûriye û Iraqê li Tirkiyeyê bû.
Di wê kongreyê de nexşeyek derket holê ku beşên fireh ên Sûriye û Iraqê di nava xwe de digire. Li van her du welatan Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Ermen û Turkmen û gelek kêmneteweyên din dijîn. Ev nexşe niyetên dewleta Tirk eşkere dike ku dixwaze herêmê bikişîne nava şerekî giran.
Bi nêzîkbûna bidawîbûna dema Peymana Lozanê re, dewleta Tirk propagandaya Mîsaqî Millî dike. Pergala Tirk ev peyman ji bo xwe rewa kir û li gorî wê dest bi tevgerê kir da ku beriya sedsaliya Lozanê projeya Osmaniyan zindî bike.
Mîsaqî Millî ji Erdogan re bûye wekî şûrekî ku pê gefan li dewletên cîran dixwe û di hemû boneyan de behsa wê dike.
Di Peymana Sevrê ya sala 1920`an de, avakirina dewleta Kurdan û ya Ermenan hebû. Lê Ataturk xwe ji bendên vê peymanê da alî û dehf da dewletên rojava ku Peymana Lozanê îmze bikin. Bi îmzekirina Peymana Lozanê re di sala 1923`yan de dev ji sînorên Mîsaqî Millî berda û sînorên Tirkiye yên heyî xêz kirin.
Xetên stûr ên Mîsaqî Millî di Kongraya Erziromê ya sala 1919`an, Kongraya Sivasê ya sala 1919`an û Mîsaqî Millî de eşkere bûn. Ev belge ji bo sînorên cografî yên ku ji hêla Osmaniyan an ku damezrînerên Komara Tirkiyeyê ve hatine diyarkirine.
Tirkan mijara hebûna projeyeke Osmanî li herêmê red kir. Abdullah Gul ê ku sala 1991`an wekî parlamenterê ji Partiya Refahê hat hilbijartin, yekemîn kes bû ku sala 1992`yan behsa Mîsaqî Millî kir. Gul got: “Ez dibînin ku nîqaşên der barê têgehan de mîna Komara Duyemîn an jî Osmaniya Nû gelek rast in.”
Destpêka sala 2011`an li herêma Rojhilata Navîn bûyerên xwîndar diqewimîn û tevlihevî zêde bû. Dewleta Tirk sûd ji vê rewşê girt û dest li Sûriyeyê werda. Dewleta Tirk bi rêya wekîlên xwe DAIŞ û Cebhet El Nusra li gorî qonaxan dest bi dagirkirina bajarên Idlib, Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Serêkaniyê û Girê Spî kir. Lê çavê wê niha li Musil û Kerkûkê ye. Dem dem Lîbya û Yewnanistanê jî aciz dike.
Erdogan di sala 2017`an de serdana Yewnanistanê kiriribû behsa nûjenkirina Peymana Lozanê kir. Beriya serdanê got: “Lozan ji bo welêt binkeftinek bû. Hin dixwazin me îqna bikin ku Lozan serkeftinek bû. Serkeftin tê de li ku ye? Me hin giravên xwe li deryaya Ege ji bo berjewendiya Yewnanistanê ji dest dan.”
Ji bo pêkanîna vê projeyê dewleta Tirk piştgirî da komên Ixwan Muslimîn û bi wan gef li welatên cîran xwarin. Her wiha ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe komên çete li Sûriye û Lîbyayê bi kar tîne.
Di Cotmeha 2016`an de dema Erdogan ji pêngava rizgarkirina Mûsilê ji çeteyên DAIŞ`ê hate dûrxistin, planên xwe yên veşartî eşkere kirin û got ew plan dike ku tişta Ataturk xirab kiriye sererast bike.
Erdogan bi hêrs bersiv da û got: “Li Mûsilê dîrok derewan li me dike. Heke birêzên rêzdar (Hikumeta Iraqê) bixwazin ji vê yekê dûr bixe, divê Mîsaqî Millî bixwînin da ku baş fêm bikin Mûsil ji bo me tê çi wateyê. Mûsil a me bû. Mafên me yên dîrokî li Kerkûkê hene.”
Erdogan hemwextî amadekariyên pêkanîna komkujiyekê li dijî şêniyên Efrînê di sala 2018`an de daxuyaniyek gelek xetere da û got: “Bakurê Sûriyeyê di nava Mîsaqî Millî de ye. Sînorên Mîsaqî Millî li bakurê Sûriye û Iraqê ne.”
Erdogan piştî dagirkirinê hin herêmên bakurê Sûriyeyê ragihand ku dê milyon penaberên sûriyeyî vegerîne “herêma ewle” da ku kesên biyanî li şûna zêdetirî 300 hezar niştecihên resen ên ku hatine koçberkirin bi cih bike. Ev proje bi xwe beşek ji Mîsaqî Millî ye.
Dewleta Tirk demografiya herêmên dagikirî û nasnameya wê guhertin. Navên bajar, qadan û gundan kirin navên tirkî, alên xwe lê daliqandin û dirav û zimanê xwe li xelkê ferz kir.
Dewleta Tirk bi hinceta şerê li dijî terorê herêmên ji Sûriye heta Iraqê dagir kirine. Desthilatê herêma Başûrê Kurdistanê sûd ji tecrubeyên berê negirt û stûyê xwe xist destê dewleta Tirk. Erdogan sala 2017`an gef li desthilatê xwar ku dê ala Kurdam li Kerkûkê deyne û hişyarî da: “Ne fikirin ku Kerkûk a we ye. Yan jî hûnê berdêlên giran bidin.”
Di Îlona 2017`an de Erdogan referandoma ku desthilata Başûrê Kurdistanê ragihandibû bi xiyanetê bi nav kir û hişyarî da ku dê li dijî Başûr zextên aborî pêk bîne û gavên leşkerî yên bejahî û hewayî biavêje.
Lê desthilata Başûrê Kurdistanê rêgezeke berovajî pejirand û Kerkûk ji dest da. Desthilata Başûr li şûna ku hêz bişîne da ku Kerkûk vegerîne karwanên îstixbaratê “Parastin” şand herêmên gerîlayên azadiyê da ku alîkariya leşkerên Tirk ên dagirker bike.
PDK'ê ji bo pêkanîna armancên xwe yên aborî destwerdanên dewleta Tirk ên di bin navê ewlehiya neteweyî li Başûrê Kurdistanê de û şerê wê yên li dijî gerîlayên azadiyê rewa dike.
Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi desteka PDK`ê û bi baregehên leşkerî derdora Kerkûkê û Mûsilê dorpêç kirin da ku her du bajaran kontrol bike. Agahiyên li ber destan nîşan didin ku rejîma Tirk li sedemekê digere da ku beriya bidawîbûna sedsalaiya Peymana Lozanê Kerkûk û Musilê, Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike.
Erdogan ji bo ku destûra pêkanîna planên xwe yên mêtingeriyê bidest bixe di pêşbaziyê de ye. Dan û standinên veşartî û eşkere bi Rûsya, Amerîka û Îranê re pêk. Daxwaza xwe ya bilez ji bo wergirtina erêkirinekê ragihand da ku dest bi operasyoneke leşkerî ya nû bike.
Gelên herêmê li beramberî hewldanên dewleta Tirk a dagirker disekinin ku cîhan neheqî li wan kir û hewldanên wan beriya 100 salî înkar kir. Gelên herêmê di bin banê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de bûne yek da ku rê li pêşiya projeya Osmanî ya nû bigirin.
Herêmên Rêveberiya Xweser ku cografiya wê biçûk lê stratejiya wê mezin e, beşek nayê parçekirin ji hevkêşeya Sûriyeyê ye. Gelên herêmê Rêveberiya Xweser bi tenê li hemberî planên dewleta Tirk disekinin.
Dewleta Tirk a dagirker roleke herî xeternak li Sûriyeyê list, bi hinceta hilweşandina rejîma Şamê çek û pere da komên tundaraw. Her wiha sînorê xwe li pêşiya çeteyên DAIŞ'ê vekirin û wan derbasî Sûriyeyê kirin. Herêmên dagirkirî êdî bûne navneda herî mezin a kombûna serçeteyên DAIŞ'ê.
Bi nêzîkbûna hilbijartinên parlamento û serokkomariyê yên Tirkiyeyê re, Erdogan xwest bi hez pirsgirkên xwe bi dewletên Kendavê re çareser bike û nakokiyên xwe bi wan re bi dawî bike. Lê ev şertê her normalîzekirinê ya bi dewleta Tirk re ew e ku Erdogan girêdana xwe bi Îxwan El Muslimîn re qut bike û hêzên xwe ji herêmên dagirkirî vekişîne.
Erdogan nekarî Îxwanan bighîne desthilata Misir û Tunisê, lê niha propogandaya Mîsaqî Millî dike. Ev mîsaq cîhana Ereban bi hêrs dike û gefeke rasterast li ewlehiya neteweyî ya erebî dixwe.
Ev kêşeya dewleta Tirk rojek beriya lûtkeya Ereban diyar bû. Wezîrê karên hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylo planên xwe yên bê eşkere kirin û got: “Em dê êriş herêmê bikin. Heleb di nava Mîsaqî Millî de ye.” Her wiha destnîşan kir ku dê sînorên Sûriye-Iraqê dagir bikin.
Xuyaye ku serkeftina Erdogan di hilbijartinên serokkomariyê de hêviyên wî xurt kirin ku projeya avakirina dewleta osmanî ya nû û Mîsaqî Millî bidomîne.
Piştî wê bi rojekê, Beşar Esed di lûtkeya Ereban de êrişî Erdogan kir û got: “Xwedî fikrekî firehker e ku bingeha wê serdema Osmanî ye û çêja wê îxwanî ya berovajkirî ye.”
Erdogan dixwaze sala 2023`yan bibe saleke xwîndar be. Nemaze ku em nêzî temambûna sedsala Lozanê dibin ku dikeve 24`ê Tîrmehê. Hewasa mêtingeriyê di bîra netewperestên Tirk de zindî ye. Kesên ku dixwazin armancên Erdogan nas bikin, qutkirina Lîwa Skenderon, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî li ber çavan in.[1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 433
HashTag
πηγές
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.hawarnews.com/ - 06-07-2023
Συνδέεται στοιχεία: 5
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 02-07-2023 (1 Έτος)
Publication Type: Born-digital
Βιβλίο: No specified T4 268
Βιβλίο: No specified T4 263
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Χώρα - Επαρχία: No specified T4 345
Χώρα - Επαρχία: Kurdistan
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ئاراس حسۆ ) στο 06-07-2023
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( سارا ک ) στο 07-07-2023
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( سارا ک ) για: 07-07-2023
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 433
Attached files - Version
Τύπος Version Όνομα Συντάκτη
Αρχείο Φωτογραφιών 1.0.163 KB 06-07-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν

Actual
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
13-08-2018
زریان سەرچناری
Αζάντ με λένε
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 518,864
Εικόνες 106,229
Βιβλία 19,339
Σχετικά αρχεία 97,344
Video 1,397
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Επικοινωνία | CSS3 | HTML5

| Σελίδα χρόνος γενεάς: 0.391 δευτερόλεπτο (s)!