Bila=KTML_Bold=daw û doza te Kurdistan û duayên te bi Zimanê Kurdî be!=KTML_End=
Weli Sebrî
Li vî welatî, di bin sîya ewrên reş û tarî da rojên min evdalî derbas dibin.
Ji dûr va dengê mirinê tê.
Dengê birîndaran tevlî teqîna top û tivingan bûye û tê.
Di nav vê teqûreqê da peyamek ji dayîka min hatîye.
Di şewata vî dilî da dayîk hemû wek hev in.
Dayîka min jî wek dayîka te ji jinan jineka ronedî ye.
Her bi hesret û girî ye.
Hesreta wê gundê wê ye, der û cînarên wê ye.
Zarokên wê her yek li welatekî ye.
Zarîn û zivîna wê mehrumê ne bîlasebeb e.
Di havîna welat da hesreta wê zozanên bilind û avên sar e.
Min ji wê û dilşewatiya wê hez kir.
Ji hezkirina wê ra?…
Na, ji hezkirina wê ra gotin nînin bikim.
Navê her dayîkê heye û navê dayîka min jî, Cemîle ye.
Bi beybûnek ji min ra silav şandiye û di peyama xwe da dibêje:
„Welîyê min! Kar û xebata ku te daye ber xwe û tu dikî, pîroz e. Pîroz e, lê hem jî pir û pir… Min bihîztîye ku tu niha jî li ser rêz romana xwe dixebitî, YAR û MIRAD II. (Mirineke bi şeref ji jîyanek bêşeref çetir e…” Wek nav herdu gotin jî gotinên Xalid Begê ne.
Çi bibêjim, lawo!? Bila daw û doza te Kurdistan û duayên te bi Zimanê Kurdî be, bavê dayîka xwe. Xwezika Sebrîyê bavê te xweş bûya û wî jî bidîta. Bidîta û bi te serbilind û kêfxweş bûya, lê… Qeda li dinyayê be, bavê mino! Qeda…”
Ka îcarê ez ê rabim ji duayê dayîka xwe ra çi bibêjim. Çi bibêjim ku dilê wê bi gotinên xwe xweş bikim.
Dayê! Duayê te dayîkê li ser herdu çavên min. Ez ê bikim romana li ber dest û bi dayîkekê jî bidim gotin. Duaye û bilat ê da hebe. Şîret e û bila jê ders bê girtin.
Dibêjim dayê! Heta tu xweşî her bi vê duayê xwe be. Duyên dayîkan hem ji dil û hem jî ji me ra wek teberik e. Ez têm destên dayîka xwe. Ez ji dayîka xwe ra saxî û silametî dixwazim. Gilî û gazinên te dayîkê hatin bîra min.
Te gotibû, kes nîne ku ji min ra romana Welîyê min bixwîne, Yar û Mirad 1.
Na, dayê! Kes nîne û nemaye bi Kurdî bixwîne. Herçiqas Ehmedê Xanî di rêzikek xwe da bibêje,
“…vî zemanî her kesek mîmarê dîwarê xwe ye…” jî zeman ne ew zeman e, dayê.
Niha her kes bi zimanê Tirkî, Erebî û Farisî ye. Rojane bi van zimanan diaxifin, xewên xwe dibînin, direqin, tên û terin û pê duayên xwe dikin. Dayê! Li ser vê bê bi nave Gulê ji jinan jineka çê heye, Gulê Can Ronahî.
Di parvakirinek xwe da wê wiha gotibû:
„Heyfa Zimanê Kurdî ku zimanê Kurda ye…“
Ka îcarê ez ê çi lê zêde bikim û çi bibêjim.
Dayê, dayîka min ya dilşewat!
Rêka me dûr û hesreta me kûr e. [1]