Navê pirtûkê: Nezanîn
Navê nivîskar: Mîlan Kundera
Navê wergêr: #Îbrahîm Seydo Aydogan#
Wergera ji ziman: Fransî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stenbol
Navê çapxaneyê: Rûpel
Sala çapê: ...
Rûpel: 168
=KTML_Bold=Rave=KTML_End=
Nezanîn eslê xwe di zimanê Fransî de bi nave L’ignorance hatîye nîvîsandin û ji zimanê Fransî hat wergerandina Kurmancî Giringiya wergera Kurmancî eve ku Nezanîn di nav pîrtûken Milan Kundera de. ya yekeme. Nîvîskar bixwe nav amedekarîya xebatê (mîzanpaj,berg) cih girt.
Milan Kundera yê ku weke yek ji mezintirîn nivîskarê serdema me tê pejirandin, di vê romana xwe de vedigere ser mijara sereke ya mirovahiya dawiya sedsala 20‘an ku mijara derketiyan, surguniyan û hesta dûrî û bêriya welêt e.Ev mijar her weha di hunerê romanê bi xwe de jî mijareke bingehîn e û lewma ye ku Milan Kundera çîroka lehengên xwe bi ya Ulysesê Homerosî ve girê dide.
Ev pirtûk ne bi tenê romanek e, her weha çîroka mirovahiyê bi xwe ye jî ku ji talan û şerran hatiye û di pey xwe re dûrî û bêrî û biyanîbûna mirovî hiştiye. Piştî Sivikiya Hebûnê û Nasnameyê, Milan Kundera bi Nezanînê ve xwendevanên xwe careke din jî dibe nava mirovê serdema me û hewl dide ku wî fahm bike. Bi zîrekiya ravekirin û vegotinê ve, Kundera her weha derseke romana baş jî dide.[1]