Navê pirtûkê: Zerdeşt Wiha Ferman Kir
Navê nivîskar: Friedrich Wilhelm Nietzsche
Navê wergêr: Muhammed Inal
Wergera ji ziman: Almanî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stenbol
Navê çapxaneyê: Hîvda
Sala çapê: 2007
=KTML_Bold=Rave=KTML_End=
Piştî ku Zerdeşt ev gotinên xwe anî zimên, wekî kesên gotina xwe ya, dawî negotine, bêdeng ma. Bi şikbirî demeke dirêj gopal di destê xwe de hejand. Axirî dest bi axaftinê kir. Dengê wî guherî bû. Hawarîyên min, êdî ez tenê diçim. Hûn jî vekişin û tenê herin. Ez wisa dixwazim. Bi rastî jî, ez ji we re pêşnîyar dikim. Ji min veqetin û li hemberî Zerdeşt li ber xwe bidin. Heta ji xeynî vê, jê fedî bikin! Divê ku wî we xapandibe. Mirovê tijehîştî ew e ku ji hezkirina dijminê xwe qîma xwe neyne, bikaribe ji dostên xwe jî nefretê bike. Her tim ji min re rêzdarîyê dikin. Lê ger rojekê rêzdarîya we winda be, wê çi be? Xwe bispêrin da ku stûneke wêneyan we nekujê! Hûn dibêjin, em ji Zerdeşt bawer dikin. Lê di Zerdeşt de çi heye? Hûn bawermendên min in. Lê di hemû bawermendan de çi heye? We di demeke wisa de ez dîtim ku hê hûn li xwe nedigerîyan. Hemû bawermend wiha dikin. Ji ber vê, bingeha hemû îmanan nîn e. Niha ez ji we re pêşnîyar dikim ku, min winda bikin û xwe bibînin. Û encax piştî ku we tevan min înkar kir ez dixwazim bi ser we de vegerim. Bi rastî jî, birano, wê çaxê ezê bi çavekî din li windayên xwe bigerim. Ezê bi evîneke din ji we hez bikim. Piştî demekê hûnê bibine dostînê min û zarokên heman hêvîyê wê hinga ji bo cara sêyemîn bi we re nîvroya mezin pîroz dikim, ezê di nava we de bim. Ev nîvroya mezin ew dem e ku, li ser rêya însan ê di navbera heywan û însanê raser de dimîne û rêya êvarê wekî hêvîya herî mezin pîroz dike. Çimkî ev rê, rêya sibeheke nû ye. Wê hingê kesê avaçûyî, wekî qevaskarekî wê xwe bixwe bievirîne û roja wî ya têgihîştinê wê li ser serê wî be. Hemû Yezdan mirin. Niha em dixwazin ku însanê raser bijî. Pêwîste di dahatû de, di nîvroya mezin de, daxwaza me ya dawî ev be. Zerdeşt wiha got. Ax, di dinê de ji dînîtîya dilşewatan mezintir dînîtî li ku heye? Û di dinê de çi heye ku ji jana dînîtîya dilşewatan mezintir jan daye? Xwelî li ser wan be ku hez dikin û li ser dilovanîya xwe bilind nabin! Rojek şeytan ji min re wiha got: Dojeha Yezdan jî heye, ew evîna wî ya ji bo însanan e. Rojên han jî min jê ev gotin bihîst: Yezdan mir, Yezdan ji ber dilşewatîya xwe ya ji bo însanan mir.[1]