$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Celal Bîrdal
Nasnav: Sîdar Serhed
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Navê dê û bav: Guzel - Huseyîn
Dîrok û cihê şehadetê:08-08-2022/ Garê
$Kurtejiyana şehîd:$
SÎDAR SERHED
Partiya me PKK’ê ku bi pêşengiya Rêber Apo di nava şert û mercên herî nepêkan de bi pêş ket, ji bo gelê me yê ku di bin êrîşên asîmîlasyon, înkar û tinekirinê yên mêtîngeran de li xakên qedîm ên Kurdistanê bi hezaran salan lê jiyaye, ji bo bibe xwedî paşerojeke bi rûmet û azad, hêviya azadiyê ya gelê me ji nû ve afirandiye. Rastiya Kurd û Kurdistanê ya ku bi rijandina betonê li ser hate armanckirin ji dîrokê were jêbirin, veguheriye rastiya gelê ku bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo şer dike û xeyalên mêtingeran ên di înkar û tinekirinê de hatin parçekirin. Hevrêyê me Sîdar ê ku li Agirî ya Bazîdê di malbateke welatparêz de ku li dijî zilmê serî netewandî ji dayik bû, bi çîrokên berxwedanê yên ku ji nifşek derbasî nifşê din dibe mezin bû, ku kevneşopiya berxwedanê ya Serhedê ji kûrahî hîs dikir, li dijî êrîşan li ber xwe dida û di jiyana azad de israr dikirin mezin bû.
Hevrêyê me di malbateke karker de mezin bû, têgeha kedê ji zû de di jiyana wî de rûniştiye û ev yek di kesayeta wî de kir taybetmendiyek taybet. Xeta berxwedan û serketinê ya dîrokî ya PKK'ê ku li her bihosta Kurdistanê belav bû û bandoreke kûr li ser her kesî hişt, di destpêkê de bala hevrêya me Sîdar kişand û kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê me ji nêz ve bişopîne. Hevrêyê me yê ku bû şahidê êrîşên nemirovane yên dewleta Tirk a dagirker li ser gelê me, rastiya dijmin ji nêz ve nas kir û li dijî dagirkeran bû xwedî hêrseke mezin . Hevrêyê me yê ku bawer kir ku ji Dêrsîmê heta Zîlanê bi dehan komkujiyên ku dagirkeran li ser gelê me pêk anîne divê hesab ji wan were pirsîn, di ciwantiya xwe de lêpirsîn û lêgerînên xwe kûrtir kiriye. Hevrêyê me Sîdar ku di heman demê de xwendekarekî serketî ye, li bajarê Konya ku yek ji metropolên komara Tirkiyeyê ye ji bo xwendina endezyariyê li Zanîngeha Selçûkê çûbû, lê belê dijminatiya li dijî gelê Kurd û zîhniyeta dewleta mêtinger ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me ku di pêvajoya zanîngehê de fikrên Rêber Apo û PKK’ê ji nêz ve nas kir, bawer kir ku bi berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya PKK’ê wê paşeroja azad a gelê me bi ser bikeve û weke ciwanekî Kurd yê birûmet bê dudilî tevlî refên têkoşînê bû. Komkujiya 28’ê Kanûna 2011’an a Roboskiyê ku ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve bi awayekî hovane pêk anî, hêrsa hevrêyê mezin kiriye û bûye wesîle ku asta têkoşîna xwe bilind bike û bibe bersiv. Hevrêyê me Sîdar ku li dijî êrîşên tinekirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê yên li hemberî gelê me yê dixwaze li xaka xwe ya qedîm bi vîna xwe ya azad li Rojava bijî, di sala 2013'an de tevlî nava refên Gerîlatiya Azadiyê ya Kurdistanê bû, ji bo parastina hebûna gelê me û pêkanîna azadiya wan cihê xwe di refên herî pêş de girt.
Hevrêyê me Sîdar ê ku perwerdeya xwe ya bingehîn a gerîla bi serketî qedand, bi kesayetiya xwe ya kedkar û enerjî re di adaptebûna jiyana gerîla de zehmetî nekişand û cewhera Kurdayetiyê ya bêhempa ya ji civaka ku jê wergirtî zû bi hevrêyên xwe û çanda PKK'ê re kir yek. Bi rûyê xwe yê tim bi ken, bi kesayeta xwe ya bi coş û kelecanî hêz li hevrêyên xwe yên li dora xwe zêde dikir. Hevrêyê me ji bo ku erkên şoreşê bi serkeftinek mezin bi cih bîne, bi biryardarî û îradeyeke mezin têkoşîn hembêz kir, di demeke kurt de derket pêş û ji hevrêyên xwe pêşengî kir. Hevrêyê me ku bi hûrgulî nêzî her detayên jiyanê dibe û bi hesteke mezin a berpirsyariyê nêzî wezîfeyan dibe, ji bo taybetmendiyên neyînî yên sîstemê di kesayetiya wî de afirandiye derbas bike, bi felsefeya Rêbertî xwe ji nû ve afirandiye. Hevrêyê me yê ku bi pratîkên serketî yên li herêmên Garê û Xakurkê veguherî gerîlayekî jêhatî, piştre berê xwe da herêma Zapê û cihê xwe di berxwedana dîrokî ya li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker de girt. Hevrêyê me Sîdar ku di warê leşkerî de û bi taybetî jî di taktîkên gerîlayên serdema nû de her dem lêhûrbûye bûye pispor, her firsendê dibîne vediguhere çalakiyê û bi hevrêyên xwe derbên giran li dagirkeran dixîne Bi vê helwesta xwe di pratîkê de bûye fermandar û ji bo bersivê bide hewcedariyên pêvajoyê tevlîbûnek xurt kiriye.
Hevrêyê me Sîdar ku felsefeya jiyanê ya Rêber Apo di nava refên PKK’ê de bi jiyanî dike, di her kêlî û qada jiyanê de weke armanca sereke ya jiyana xwe ya şoreşgerî radixe ber çavan, li ser vê bingehê her tim xwe perwerde kiriye û pêş xistiye. Hevrêyê me yê ku bi perwerdehiya li akademiyan hem di warê bîrdozî û hem jî di warê leşkerî de kûr bû, di her hawîrdora ku lê bû de tiştên ku hîn dibû, bi parvekirina bi hevrêyên xwe re dewlemend kir. Hevrêyê me yê ku di gelek qadan de pratîkeke serkeftî pêk anî, piştre tevlî xebatên çapemeniyê bû û bû mîlîtanê kevneşopiya çapemeniya azad ku ji Gurbetellî Eroz heta Halîl Dagan dewam dike. Hevrêyê me Sîdar ê ku ji bo berxwedan, têkoşîn û jiyana Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ji gelê me û hemû cîhanê re ragihîne, bênavber ked daye, bi kelecaneke mezin, li milek kamera û li milê din çek hilda li qadan têkoşîna xwe meşand. Hevrêyê me yê ku jiyana pîroz û şerê gerîla bi nûçeyên xwe, nivîsên ku nivîsandiye û wêneyên ku kişandiye, mîrateya têkoşînê ya şehîdên çapemeniya azad ên ku li pey wan dimeşe parastiye û ji bo ku asta wê bilind bike her ked daye. Hevrêyê me Sîdar bi nûçeyên ku li qadên gerîla çêkiriye, propagandaya derew a dewleta Tirk a mêtinger vala derxistiye û rastiyê ji civakê re ragihand. Heverêyê me yê ku li hemberî dagirkerên ku dixwazin bi afirandina împaratoriya tirsê hêviya paşeroja gelê me ya azad ji holê rakin di nava têkoşîneke bê hempa de bû, her tim asta lêhûrbûnê kûrtir kiriye û ji bo xizmeta têkoşîna azadiyê ya gelê me zêdetir bike hewl daye. Hevrêya me Sîdar ku bi pîvanên jiyana Apoyî ve girêdayî ye, her tim tempoya tevlîbûnê mezin kiriye û bi hevrêyên xwe re ruhekî hevpar bi dest xistiye û bûye yek ji mînakên herî baş ên jiyan û sekna milîtanî.
Hevrêyê me yê ku enerjiyek mezin derxistiye holê, bi yekkirina taybetmendiyên berxwedana dîrokî ya Serhedê bi ruhê têkneçûyî yê PKK'ê re, mîraseke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin li pey xwe hişt. Lêgerîna heqîqetê û kesayeta milîtanî yê hevrêyê me Sîdar wê her tim di berxwedana me de bijî û teqez wê bi serketinê tacîdar bibe.
[1]