Dema nû û qada ziman û perwerdehiya kurdî
#Samî tan#
Berî du hefteyan mamoste Şefîk Beyaz di televîzyona IMC’ê de der barê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û perwerdehiya bi zimanê dayikê de bernameyek çêkir. Ez û Zana Farqînî em wekî mêvan beşdarî bernameyê bûn. Sê kesên ku di heyamên cuda de serokatiya saziyê kirine, demeke dirêj e hev dinasin û bi hev re xebitîne, me li ser xebatên kurdî, xebatên Enstîtuya Kurdî û perwerdehiya bi zimanê kurdî gotûbêjek pêk anî.
Li wir pirsek hate kirin; “Heta niha çima saziyên mîna Enstîtuya Kurdî bingeha perwerdehiya bi zimanê kurdî amade nekiriye?” Li hemberî vê pirsê bersiva min bi xwe ev bû; “Saziyên ku di salên 1990’î de hatin avakirin, di warê çand û nasnameyê de sembol û nîşaneya berxwedana gelê kurd bûn. Bi wan saziyan gelê kurd dixwest nîşanî her kesî bide ku gelê kurd bi çand û zimanê xwe heye û dê her hebe. Ji ber vê yekê saziyên wê demê tevî ku li derveyî welêt bûn jî di warê avakirin û geşkirina zimanê nivîskî yê kurdî de, di warê bipêşxistin û geşkirina çand û zimanê kurdî de xebatên hêja kirine û dikin. Lê belê di rewşa îroyîn de ev sazî êdî nikarin ji demê re bibin bersiv, hinekî sembolîk dimînin. Heke xwe li gorî mercên îroyîn nû û nûjen nekin, dê roj bi roj qels û marjînal bibin.”
Her wiha piştî vê bernameyê bi rojekê, em li Amedê beşdarî komxebata Weqfa Mezopotamyayê bûn. Li wir jî ev rexne hate kirin, “Saziyên me çima heta niha bingeha xebateke akademîk a bi kurdî amade nekiriye?” Li hemberî vê yekê jî em dikarin gelek tiştan bibêjin, lê belê ev gotin tiştekî çareser nakin. Lewre jî divê em rewşa xwe baş binirxînin da ku em karibin pêşiya xwe bibînin.
Di roja îroyîn de ji me çi tê xwestin? Berî her tiştî divê xebat li ser xaka Kurdistanê bêne meşandin. Ev saziyên li derveyî welêt divê xwe li gorî rewşa nû biguhêrin, ne li gorî pêdiviyên teveka kurdan. Belkî li gorî pêdivî û daxwazên gelê kurd ê li metropolan xebatên xwe bimeşînin. Her wiha divê bi tecrûbe û hêza xwe piştgiriyê bidin xebat û projeyên ku li welêt têne meşandin.
Niha li Kurdistanê di warê çandê de hinek sazî hatine avakirin, hinek xebat têne meşandin. Beşên çandê yên şaredariyan, di serî de jî Beşa Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xebatên hêja dikin. Di warê şanoyê de her sal çend lîstikên bi kurdî têne pêşkêşkirin; ji bo gihandina kadroyan saziyên mîna Akademiya Cegerxwîn û Konservatuar Aram Tîgran di warên cur bi cur ên çand, huner û wêjeyê de kadroyan perwerde dike. Beşa Şanoya Bajarê Mezin a Amedê ev çend sal in bi lîstikên xwe yên bi kurdî bala raya giştî dikêşe. Her wiha herî dawî şanoya wan a bi navê Mem û Zîn gelekî bal kişand û berz hate nirxandin. Xebatên ku her du konservatuarên navborî dikin, êdî berhemên xwe didin. Bo nimûne êdî ji bo zarokan jî lîstikên mîna Şengê Pengê û muzîkala mîna Dîkil Axa van rojên dawîn hatin pêşkêşkirin.
Lê belê di warê ziman de saziyeke xurt a li gorî ast û pêdiviya roja îroyîn li holê nîn e. Enstîtuya Kurdî ya Amedê mixabin hemû kadroyên xwe belav kirin, niha ji bilî çend hevalên ciwan kes li wê nîn e. Akademiya Ehmedê Xanî, bû navekî giran û warekî wêran. Kurdî-der ji çarçoveya xebatên klasîk ên berê derneket. Ev tiştekî nîşan dide; tevgera çandê xwe li gorî demê û pêdiviyên dema nû bi rêxistin kir, her çiqas saziyên xwe yên li metropolan vala kiribin jî, li Kurdistanê desthilatiya herêmî jî xist xizmeta çanda kurdî û bi vî rengî di warê çand û hunera kurdî de bingehek ava kir.
Lê belê tevgera ziman teng û hişk ma. Di nava xwe de nekarî pergaleke rêxistinî ya sivîl û demokratîk ava bike. Pergala hiyerarşîk û bûrokratîk xebat ji hev belav kir. Kadroyên ku dikarin di vî warî de xebatê bikin ji ber vê pergala teng û hişk ji xebatên dûr ketin. Hinek ji wan beşdarî xebatên çandê bûn, hinekan berê xwe da saziyên dewletê û li holê tu rêxistin nema.
Niha dem hatiye ku pergala perwerdehiyê ya bi zimanê kurdî were avakirin, divê dibistan ji ya seretayî heta zanîngehê werin vekirin. Divê li gorî wê mamoste bên perwerdekirin û materyal bêne amadekirin. Lê belê digel ku bi têkoşîna tevgera ziman hêzek derketiye holê jî ev hêz bê rêxistin e. Pergala teng û hişk ne dikare wê potansiyelê bi rêxistin bike, ne jî rê û destûrê dide ku ev hêz bi destên xwe, xwe birêxistin bike. Ji ber vê yekê jî ev qada têkoşînê bi kadro û saziyên xwe nikare xwe li gorî pêdiviyên îro nû bike û qalikê xwe yê kevnare bişikêne.
[1]