Navê pirtûkê: Jîyana Koçeran
Navê nivîskar: Hisên Şawîş
Navê wergêr: Zuhrab Qado
Wergera ji ziman: Ji erebî
Cihê çapkirina pirtûkê: #Qamişlo#
Navê çapxaneyê: Şilêr
Sala çapê: 2023
Lêkolîneke Civakî- Çandî- Dîrokî
Di demeke nêz de ji weşanên şilêr derdikeve.
Ev berhem wê li Pêşangeha Ş. Herekol amade be.
Ji Xebata Navenda Mezopotamya Ya Wergerê Ye.
bi zimanê erebî hatiye nivîsîn û aniha bi wergera xwe ya kurdî tê li ber destê xwînerên kurd.
Pirtûk, bi giranî xwe dispêre hîma dîyarkirina şêweyê rastîn ya nirxên kurdewar û mirovane, ew jîyana koçertîyê bi vî awayî dide nasîn:
‘’jîyana koçertîyê, şêwazeke jibîrkirî ye û êdî nema heye li welatê me, yê li gor daxwaz û xwestekên dûrî rastîya jîyana xwezayî ya ku ji serdema komînal heta bi demeke nêzîk ve, şêwazê jîyana gelên herêmê bû.’’
Ew şêwazê jîyana koçeran mînaka serbestî û hevala xweza û cihêrengî û hezkirinê dibîne, lew re dê di nav nirxên xwe yên civakî û kevneşopên xwe de rastîya pêkhatina jîyana mirovan a xwezayî û paqij hiltîne.
Nivîskar bi her awayî dixwaze ji me re bibêje bê çawa ew jîyan navnîşana beşeka mezin ji gelê me bû û parçeyeka girîng ji dîroka me û ya mirovatîyê ye.
Her wisa, balê dikişîne ser dem û dewrine girîng di dîroka koçeran de, çawa ketine nakokîyan de û çawa ketine nava şer û qewxan de û bi çi rengî têkilî û pêwendî bi eşîr û gel û hêz û dewletan re kirine û çawa hatine xapandin, yan jî xwe xapandine.
Nvîskar hewl daye ku rûpelên pirtûkê bi stran, çîrok, mamik û agahîyên curbecur ên koçeran bixemilîne û xwîneran li deşt, çîya û zazanên welatê me bigerîne û wê dîroka jibîrkirî dîsa bîne ziman û di xeyala mirov de vejîne.
Ev lêkolîn hewldaneke ku hin agahî werin ziman ku li ser wê gellek mijar û hizir ava bibin, ew derîyekê din li ber guhdêr û pisporan vedike da giranîyên bidin dîyarkirina rastîya jîyana kurdan ya berê û derfetekê dide ku ji raborî, anahayî û paşeroja xwe fêr bibin.
Wek tê zanîn ku şêwaza jîyana gelan di dema aniha de hema hema bûye ji rengê jîyaneka giştî ya cîhanê û êdî hino hino ew taybetmedî û dîtin û bawerîyên xwe ji dest dide.
‘’ Azadîya ku mirovan di hemû dewrên dîrokê de bidest xistibû bi jîyana koçertîyê ya xwerû re çû.’’
Dibe ku têgihiştina şêwazine wisa wek ya koçeran û nirxên civaka me ya jibîrkirî û ya jidestçûyî derfetek be da em nasnameya xwe jinûve saz bikin û bêhna azadîyê bikin.[1]