Kilîta serketinê ciwanin!!!
Gelo çima em nikarin bi destê zarokekî xwe bigirin û wan bînin civînên xwe û bikin endamên partiya xwe??? Ji ber ku nayê hesabê me.
#Bûbê Eser#
Piştî hukmê leşkerî ya 12 îlona 1980ê û bi vekirina zîndana Diyarbekirê. Karbidestên tirk, bi zanetî xwestin çend nifşan û ciwanan ji karê rêxistina partîtiyê bi dûr bixwe. Loma projeya bêdengkirinê danîn. Wan projeya xwe li ser vî asasî danîn bê ku siyaseta Kurd vê fêm bike. Yên fêmkirin jî ji bona zarokên wan neêşin weke fêm nekiribin tevgeriyan.
Ev proje gelekî xweş bi rêk û pêk kete jiyana kurdên bakurê kurdistnê. Loma îro em ciwanan di nava partiyên xwe yên siyasî de nabînin. Her çiqasî em nabînin. Rexne dikin. Lê ji bona têkbirina vê projeyê em ji bilî têbinî, gazind û rexnekirinê gaveke din navêjin.
Herkesên bi siyaseta kurdistanî ve mijûl in. Vê kêmaniyê dibînin. Lê ji bona çaresriyê gavan navêjin. ,Ji ber vê em kurdên bakur Kurdistanê îro ketine rewşeke xerab. Loma piraniya me, em naxwazin tiştên me dîtine, hatine serê me, zarokên me jî bibînin. Ji xwe keraseta mezin jî ev e.
Em ew kesên nifşên ji salên 1965 heta 1980 tên, ji bona zarokên me tahdê û zordariyê nebînin çi ji me hatine me kirî ye û em dikin. Li gel vê jî em hevdu dixapînin û derewan li hev dikin. Em zarokên xwe nêzîkê tevgerên kurd ya welatparêzan nakim. Lê tim ji tunebûna ciwanan gazindan dikim. Gelo em her yek vê pirsê ji xwe bipirsin wê bersîv çi be? Bersîv wê ne li gor hesabê me yek kesên ku îro em bi temanê xwe yên 70ê salî, dibêjin em ê Kurdistanê azad bikin.
Ji me van kesana yek, em nikarin zarokên xwe ku em di yek malê de dijîn bibînin. Lê pir bi rehetî em gazînan dikin. Gelo bi rastî em gazinan ji kê dikin? Heger heta niha me ew gazinana ji xwe kiribana îro wê her yek ji me zarokekî xwe bikirana endamê partiya xwe.
Gotineke pir xweş heye ”Şûjina di çavê xwe de nabîme lê derziya di çavê hinan de dibîne ”. Heger îro tevgera bakurê kurdistanê lawaz e, ciwan di nava me de tune ne, sûcdarê vê yekê em sal mezin bi xwe ne.
Ji ber ku me bi piranî tu kesan serpêhatî û jiyana xwe ya koçberiyê û zehmetiyên me dîtina ji zarokên xwe re negotine. Me hemî bi hêz û qaweta xwe, xwestine ku em zarokên xwe ji tevgera kurdistanê bi dûr bixin. Me ew şandin dibistanên bilind. Xwendin û niha piraniya zarokên me uniwersîte qedandinin. Lê em tim gazindan dikin ku ciwan tune ye. Bi gotineke din em bûne kesên du rû. Em li çavên hev dinerin û derewan li hev dikin. Ji ber ku ciwan hene lê em naxwazin wan bikin endamên partiya em bi xwe endam û rêvebirên wê ne.
Heger ne weha be, gelo çima ciwan tune ne? Gelo çima me îro partiyên xwe kirine weke cihên hevdîtinan salmezinan? Gelo çima em nikarin bi destê zarokekî xwe bigirin û wan bînin civînên xwe û bikin endamên partiya xwe??? Ji ber ku nayê hesabê me.
Dîsa îro piraniya kesên welatparêz, tevgera Barzaniyan, berxwedan û şoreşên wan ji bona xwe weke mînak digirin. Lê em naxwazin bibînin an bêiin ku bê ew çawa bi serketine? Heger em carekê serê xwe li ser vê biêşînin. Em ê bibînin ku wan Barzaniyên pêşkêşiya gelê xwe kirine. Zarokên xwe jî di nava tekoşînên xwe de li gel xwe mezin kirine. Loma îro ew rêber in.
Barzaniyan ji bona xwe û gelê xwe rê û rêbazek danîne. Lê li bakurê kurdistanê ev herdu ango ne ciwan û ne jî rê û rêbazeke me heye. Dema ku ev tune bin. Wê ne partiyên me bi serkevin, ne jî xwe bi hêz û qawet bikin. Ne jî em ê bikaribin tekoşîneke bi rê û rêbazeke mayînde, bidin.
Ji ber ku tevger an partiyên bakurê kurdistanê roj bi roj wenda dikin. Kêm dibin û hêza xwe ya berxwedanê wenda dike, ev e. Lewra tekoşîna welatekî weke Kurdistanê bi sal mezinên weke min nabe û nameşe. Divê ev êdî bê zanîn.
Helbet rêyên çaresriyê hene. Lê em naxwazin vê rastiyê bibînin. Ji ber ku rastî agire kî xwe nêzîkî wî agirê bike, ya wê bişewite ya jî dilsozê azadiya gelê xwe be, wê xwe li ber wî germ bike û qeşa nava xwe bihelîne.
Pêşniyara min ji hemî partiyên bakurê Kurdistanê yên dibêiin em Kurd û Kurdistanîne ev e:
Her kesên endamên rêvebirên partî û tevgera xwe bin, divê zarokekî xwe jî bike endamê xwe. Heger yên vê nekin divê nebin berpirs û serkêşê partiya xwe. Divê em ji bîr nekin ku hemî serkêşên Barzananiyan. Zarokên xwe li gel xwe mezin kirin û îro em kurd kirine xwedî perçek erda azad.
Heta em kurdên bakur jî vê nekin em ê tu caran bi sernekevin. Divê êdî partî biryareke bigirin. Bêje kesên bibin rêvebirên partiya xwe, pêwîst û şert e ku zarokekî xwe jî bike endam. Ya na divê kesên weha nebin rêvebir. Dema ku rêvebir zarokên xwe nekin endamê partiya xwe. Wê endam qet vê nekin.
Dudu, divê ew kesên zava û bûkên wan tirk bin, qet nêzîkî rêvebiriyê nekin. Ji ber wî agir berra mala xwe da ye û divê ew agir nêzîkî mala me jî nebe.
Sisê, kesên bi hatine xwe ya ewropa hemî malbata xwe li ser navê paratiya xwe anîna ewropa û yek jî wan ne endamê partiya wî ne. Divê kesên weha jî ji rêvebiriyê dûr bêne girtin. Ji ber ku ew ne cihê baweriyê ne.
Siyaset bi pişo pişo nabe. Yên dixwazin siyasetê bikin divê berê ji xwe de destpê bikin. Kesên nikaribin ji xwe de destpê bikin. Wê nikaribin an mafê wan tune be ku ji kesên din daxwaza zarokên wan bike. Partiya bê ciwan jî weke dara bê fêkî ye.
Li gor min çareserî ew e ku divê em ji salmezinên rêvebir xeles bibin. Bila sal mezin bibin şêwirmend lê ne rêvebir. Yên zarokên xwe nekin endamên xwe, divê bizanibin ku dê nikarin bibin rêvebir. Ji ber îro hemî salmezin ji bona bibin rêvebir kar dikin. Derdê wan û êşa wan li gor min tenê ev e. Bi ser vê de jî piraniyan zarokên xwe dane xwendin. Lê nakin endamên xwe…
Dema ez bûme endamê Partiya Welatparêzên Kurdistanê roja dudan min hemî zarokên xwe li ba xwe civand û got: ”Zarokên min ez bûme endam PWK heger hûn ji min hez dikin, divê hûn jî bibin endam. Li gor hêz û qaweta xwe jî divê hûn kar bikin”. Bersîva wan jî ev bû: ”Bavê me li ku be em ê bê şert û merc li gel wî bin”. Min navê wan daye komîta swêd heta ku endametiya wan bê qebûlkirin û dest bi karên li gor xwe bikin. Heta em bi xwe nekin, em nikarin ji kesên din bixwazin…
Divê ev êdî bê zanîn û fêm kirin ku em bi qerewata di hustiyê xwe de. Bi salên xwe yên mezin û bê berhem nikarin Kurdistana xwe azad bikin. Divê êdî em ji bona çend gotinên vala bikin û di civînan de wêneyên xwe weke beşdarekî civînêne bikşîne û belav bikin, berdin. Kar ne bi belavkirina wêneyan, Bi belavkirina fikir û ramanan dibe.
Heger rêberên Partiyeke Kurdistanî nikaribe zarokekî xwe bike endam, divê dev ji rêvebirtiyê berdin an bêne avêtin. Divê Partiyên Kurdistanî bi biryar û kiryarên xwe nûjenî û guherandina xwe, îspat bike. Di pratîkê xwe de rê xelkê xwe bide ku ew jî êdî bawer bikin. Temenê me sal mezinan herî zêde deh sal maye. Gelo piştî deh salan wê kî şûna me bigirin û ala me hilgirtibûn bilind bikin???
Lê ez baş dizanim dema em hin behsa zarokan dikin. Ev bi xweşe gelekên ku berê şûr simbilê wan nedibirî, dihare. Heta ji te dixewiye û di derheqê me re de gotinên ne li rê jî dikin.
Brano derdê min ne êşandin kes û dostan e. Derdê min ew e ku pêwîste em bi hevre xebatekê bikin da ku bikaribin welatê xwe ji vê rewşê derxin. Ya na wê rewşa me jî bibe weke ya Asûriyan, Suryaniyan û kêm neteweyên din ku ew çawa neman, em ê jî weha nemînin…
De ka werin em her yek ji me bi kêmanî zarokekî xwe bikin endamê Partiya em bi xwe endam an rêvebirên wê ne. Bi kar û xebateke weha û di guherandinek bi vî rengî êdî xelkê jî bawer bikin ku mirov dixwazî guherandin û nûjeniyeke bike. De ka werin em ciwanan bikin rêvebir û em bibin şêwirmendê wan. De ka werin em dev jî mezinbûnê berdin, weke endamekî çalak kar bikin. Heger bi rastî baweriya me ji bona azadiya kurdistanê ye, divê em vê bikin. Wekî din hemî çîrokên pûç û vala ne.
[1]