Nav û paşnav: Gulê Hiso
Nasnav: Zîn Zagros
Cihê jidayikbûnê: #Kobanê#
Navê dayik-bav: Ceyle- Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê: #01-04-2021# / Garê
Hevrêya me Zîn li bajarê têkoşînê Kobanê di nava malbateke ji eşîra dêrîn a Kêtîkî de ji dayik bûye. Malbata hevrêya me malbateke welatparêz û girêdayî çand û kevneşopiya Kurdî ye û her wiha hevrêya me Zîn jî girêdayî van nirxan mezin dibe. Li gel Şoreşa Azadiyê ya Rojava hawirdoreke azadiyê ava bû û vê yekê bi taybet ji bo jinan bû derfet ku hemû beşên bindest xwe bi awayekî azad îfade bikin û azad bijîn. Hevrêya Zîn beşdarî xebatên hevalên me yên jin dibe û bi vî rengî partiya me PKK’ê nas dike û gelekî ji sekn û têkiliyên hevrêyên me bi bandor dibe. Ev yek dibin sedem ku hevrêya me Partiya me mereq bike û dest bi lêgerinan dike. Hevrêya me Zîn di nîqaşên li gel hevrêyên jin ji têkilliya Rêber Apo û hevrêyên jin ên azad û heya şêwejiyana gerilayên jin ên ku li çiyayên Kurdistanê têdikoşin di gelek gelek mijaran de xwe pêş xist. Hevrêya me têkildarî van mijaran kete nava kûrbûnekê û alternatîfên jiyana azad ya ku hevrêyên wê qal dikir û rastiya civaka xwe û misyona ku civak li jinan bar dike berwird dike. Hevrêya me bi van berawirdkirinan bi pergala mêran serdest baştir nas kir û ev yek jî bû sedem ku hevrêya lêgerînên xwe kûrtir bike. Bê guman hevrêya me Zîn jî weke hemû jinên ciwan nexwest xwe bi çar dîwaran sînordar bike û bi saya kûrbûnên xwe xwe bihêzkir kir û gihîşt wê baweriyê ku bi pergala mêran a serdest re têbikoşe. Hevrêya me baş dizanî ku ev yek li çiyayên Kurdistanê pêkan e û di sala 2014'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Zîn piştî tevlîbûna xwe yekem perwerdeya xwe girt û di pêvajoya perwerdeyê de bi alîkariya hevrêyên xwe jî di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiya bû. Bi saya perwerdeyên îdeolojîk û bi parvekirinên hevrêyên wê yên jin re weke jinekê hêza xwe ya mezin nas kir. Hevrêya me Zîn çi qasî ji taybetmendî û zîhniyeta ku civaka mêran a serdest di kesayeta wê de ava kiribû dûr diket gihîşt wê baweriyê ku jin di hemû mijarên jiyanê de têra xwe hene û xwedî hêzeke mezin in. Hevrêya me Zîn hemû caran dianî ziman ku asoya wê di nava têkoşînê de û bi jiyana PKK’ê re xwe gihandiye astên bilind û gihîşt wê baweriyê ku pergala kapîtalîst ji bo hemû jin û ciwanan xeteriyeke mezin e û disa tim dianî ziman ku ji bo vê yekê jî li dijî vê pergala xeter hewceyî bi naskirina jiyana azad a Rêber Apo heye.
Her çend xwebaweriya hevrêya me Zînê zêde dibû tevlîbûneke aktîftir nîşan dida û dixwest bersivê bide êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi taybet jî yên di sala 2015’an de zêde bûn. Ji bo vê yekê jî hevrêya me derbasî herêmên Zap û Cîloyê bû û li vir li dijî dijmin di gelek çalakiyan de cih girt. Hevrêya me dixwest zanînên xweyên îdeolojîk bi serkeftinên leşkerî tacîdar bike û bersivê bide êrîşên dewleta Tirk a dagirker û her wiha di vî warî xwe bû xwedî ked hewldaneke mezin. Hevrêya me Zîn weke gerîlayeke YJA Starê hewl dida ku hemû erk û wezîfeyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih bîne û serketin ji xwe re weke tekane rê hilbijart.
Piştî ku hevrêya me Zînê li herêmên Zap û Cîloyê pratîkeke serkeftî nîşan da, li qadên têkoşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê ma û piştre jî li gelek herêman di pêngavên şoreşgerî yên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de cihê xwe girt. Hevrêya me têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ji xwe re weke erk û berpirsiyarî pejirand ku DAÎŞ’ê di salên dawî de qirkirineke mezin li ser jinan pêk anîn û her wiha hevrêya me standina tola jinên ku di bazarên koleyan de dihatin firotin, ji xwe re kir sereketirin armanc. Bi beşdariya xwe ya wêrek û bêdudilî ya di hemû pêngavên de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak û hêzeke mezin. Hevrêya me di têkoşîna li dijî çeteyan de hemû erkên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîn û careke din derbasî çiyayên Kurdistanê bû. Hevrêya me piştî derbas dibe beşdarî perwerdeya Akademiya Leşkerî ya Mehsûm Korkmaz dibe û li vir li ser pêvajoya pratîkên xwe, xwe zêdetir pêş dixe û hewl dide ku erkên xwe yên serdemî bi awayekî serkeftî bi cih bîne.
Hevrêya me Zînê ji bo ku di kesayeta xwe de xeta azadiya jinan biafirîne lêgerîn û kûrbûnên xwe zêdetir dike û digihîje wê baweriyê ku ev yek bi tenê bi kûrbûna li ser felsefeya Rêber Apo pêkan e. Ji bo vê yekê jî hemû kêliyên jiyana xwe bi fêmkirina rastiya Rêber Apo derbas dike û vê yekê bi van gotinan wiha îfade dike: ‘’Mirov çi qasî rastiya Rêber Apo fêm bike, ew qasî bi xwe re rû bi rû dimîne û dikare hêza bûna miroveke azad di kesayeta xwe de diafirîne.’’ Hevrêya me Zîn a di şerên li gel dewleta Tirk û çeteyên de şahidiya şehadeta gelek hevrêyên xwe dike û digihîje wê baweriyê ku zindîhiştina bîranîna van hevrêyên xwe girêdayî pêşxistina hevrêtiya girêdayî rêgezên Apoyî ne û her wiha gihîşt wê baweriyê ku bes bi vê yekê pêkan e ku erkên serdemî bi aw[1]