Βιβλιοθήκη Βιβλιοθήκη
Αναζήτηση

Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!


Search Options





Σύνθετη Αναζήτηση      Πληκτρολόγιο


Αναζήτηση
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Αποστολή
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Εργαλεία
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Γλώσσες
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Ο λογαριασμός μου
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
Αναζήτηση Αποστολή Εργαλεία Γλώσσες Ο λογαριασμός μου
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Σχετικά με
 Τυχαία item!
 Όροι Χρήσης
 Kurdipedia Archivists
 Η γνώμη σας
 Συλλογές του χρήστη
 Χρονολόγιο των γεγονότων
 Δραστηριότητες - Kurdipedia
 Βοήθεια
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 520,249
Εικόνες 105,268
Βιβλία 19,567
Σχετικά αρχεία 98,177
Video 1,414
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανι...
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ...
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημ...
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
Rola kovara (Ronahî) di pêşketina çand û çapemeniya Kurdî de (1942-1945) Xelek: 1
Ομάδα: Άρθρα | Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kovara Ronahî

Kovara Ronahî
Rola kovara (Ronahî) di pêşketina çand û #çapemeniya Kurdî# de (1942-1945) Xelek: 1
Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Di dîroka çapemeniya Kurdî de gelek zelal e,ku damezrêner û sernivîserê kovara (Ronahî) Mîr Celadet Bedirxan bû,lewra jî beriya ku em li ser naveroka kovarê û rola wê di pêşketina bizava çapemeniyê û çanda Kurdî de bi dirêjahî rawestin, em pêwîst dibînin ku em di vir de dîsan sernivîserê Kovarê Mîr Celadet Bedirxan pir bi kurtasî bi bîra xwendevanên vê lêkolînê hûnin.
Mîr Celadet BedirXan:( 1893-1951)Z.
Di dîroka gelê Kurd ya nûjen de malbeta Bedirxaniyan gelek nasdar e, rola vê malbetê di niştimanperwerî û şoreşgeriyê de pir bilind û bala ye.Celadet Bedirxan neviyê Bedirxan Paşa ye, yê ku têkoşîn û serhildan di salên (1842- 1847)Z. de ji bo destxistinên mafê netewa Kurd kiriye.
Celadet lawê Emîn e û Emîn jî lawê Bedirxan paşa ye,ew di sala (1893) an de li Stenbolê ji dayik bûye,ewî xwendina xwe yên seretayî û navîn li wir jî kuta kirine û paşê ew bi bavê xwe re her dem koçber dibe û ew di gelek bajarên Turkiyê û bajarên Ereban de dijîn .
Navê dayika Celadet; Senîhe ye û ewa bi regeza xwe Çerkez e.
Celadet hîn di xortaniya xwe de ji nivîsandinê hez dikir, ewî gelek çîrokên gelêrî û pend û şîretên Kurdî ji nav gelê Kurd dicivandin.
Di sala (1922) an de rojnaama (Serbest) li Stenbolê dihate weşandin, Celadet cihgirê gerîndeyê wê rojnamê bû .
Di encama rewşa siyasî de bavê Celadet Emîn Alî û lawê xwe Surye direvin Qahîre,lê Celadet û birayê xwe Kamîran diçin bajarê Munşinê li Almaniya Rojava,li vir Celadet beşa mafnasiyê di zanîngehê de dixwîne û ew gelek sûdên rewşenbîrî ji çanda Almanî, nemaze di warê yekbûna zimanê Almanî de dibîne.
Celadet di sala (1926) an de seredana bavê xwe Emîn li Misrê) dike û di pişt re ew vedigere Bêrutê, ew li wir seroketiya rêxistina (Xoyîbûnê) di salên (1927-1931) ê de dike, di vê navberê de jî ew di sala (1929) an de li Libnanê dibe bervedêr,lê ew pişî maweyekê diçe Îranê û ji wir jî diçe Îraqê, û li dawiyê ew vedigere Sûriyê.
Celadet Bedirxan li vir; li Sûriyê dibêje:(Divê em bi pênûsên xwe têkoşînê bikin, divê em ziman, çand û wêjeya xwe baş zanibin).
Celadet di (15) Gulanê,sala (1932) an de hejmara yekê ji kovara Hawarê çap kir, ewa kovarek wêjeyî,rewşenbîrî bû û hejmara (57) an ya dawiyê di sala (1943) an de weşand.
Di sala (1932) an de bi alîkariya Celadet Bedirxan (civata alîkariyê)ji bo belengazên Kurd li Cizîrê hate damezrandin.
Di vê demê de Celadet Bedirxan Alfabeya Kurdî di kovara (Hawarê) de çap kir,ewî heft ziman biyanî zanîbûn;1-Farisî,2-Turkî,3-Erebî,4-Firansî,5-Êngilîzî,6- Almanî 7-Yonanî, lewra jî ewî kanîbû bi sanahî rêzimana Kurdî bi rêzimanên zimanên jorîn re berhevdanê bike û li dawiyê ewî rêzimana Kurdî li ser bingehên zanistî damezrand .
Di sala (1937) an de bi alîkariyê Celadet Bedixan (Nadî ciwanên Kurd ) li Amudê hate damezrandin .
Celadet Bedirxan (28) hejmar ji kovara (Ronahî) di salên (1942 -1945) de bi zimanê Kurdî li Şamê weşandine.
Rewşen Bedirxan hevsera Celadet Bedirxan bû da, keçek Celadet bi navê Sînem heye,ewa niha li Kurdistana Başûr dijî û lawekî wî bi navê Cemşîd hebû, ewî xwendina xwe di pîşeya bijîşkê de li Almaniya kuta kiribû û ew di van salên dawî de li Almaniya çûye dilovaniya Xweda.
Di sala (1950) î de maldar Husên Îbiş perçak zevî li gundê Hêcanê li derdora Şamê dabû Celadet Bedirxan, ewî pembû di wir de çand,lê di wê zeviyê de bîrek avê hebû, ew bîra avê di bin Celadet de hilweşî û ew di (15) Tîrmehê, sala (1951) ê de çûye dilovaniya Xweda û gorna wî niha li rex bavpîrê xwe Mîr Bedirxan li goristana Şêx Xalid Neqişbendî li Şamê ye.
Li gor şêwaza zanistî; em baştir dibînin ku em li jêr tenê navên çend kovarên Kurdî yên ku beriya kovara (Ronahî) hatine weşendin û rolên xwe di pêşketina bizava çapemeniya Kurdî de lîstine, binav bikin .
(Rojî kurd)1913,(Yekbûn)1913,(Bangî Kurd),(Kurdistan)1914,(jîn)1918-1919,(Kurdistan)1919,(Diyarî Kurdistan ), 1925-1926,(Zarî Kurmancî)1926-1932.(Hawar)1932-1943.(Ronakî)1935,(Zanistî)1938,(Gelawêj)1939-1949,(Niştiman)1934-1944,(Ronahî)1942-1945.
Du pergalên bingehîn yên (kovara Ronahî) ev in 1- Pergala dervayî.2-pergala hundirîn.
1-Pergala dervayî .
Kovara Ronahî mehane bi zimanê Kurdî, zaravê Kurmancî û bi tîpên latînî li Şamê derdiçû,sernivîserê wê Mîr Celadet Bedirxan bû,hejmara yekê di
(1) Nîsana (1942) an de ronî dîtîye û hejmara (28) ê ya dawiyê di Avdara, sala (1945) an de hatîye weşandin.
Lê divê em tekûz bêjin ku (Ronahî) ji hejmara (1ê ta 22) yê mehane bû , lê hejmara (23) ji bo du mehan (Reşmeh û Avdarê ) di sala (1944) an de hatiye çapkirin, hejmarên (24 û 25) di mehekê de derçûn û hejmarên (26 û 27) di mehên Hizêranê û Tîrmehê ,sala (1944) an de hatine weşandin û hejmara dawiyê (28) di Avdara,sala (1945) an de hatiye çapkirin .
Em nizanin dirêjbûn û pehnbûna kovara (Ronahî) ya resen û mak çiqas in,lê dirêjbûn û kinbûna kovarê ya ku niha di hundir bergek qaling de bi destê me de ye, ev in: Dirêjbûn(20,5 cm) û pehnbûn (15 cm) in.
Hejmarên pelên (Ronahî) ne her dem wek hev bûn.
Hej.1(13).Hej.2(15).Hej.3(20).Hej.4(19).Hej.5(19).Hej.6(19).Hej.7(17). Hej.8(19).Hej.9(19).Hej.10(15).Hej.11(15).Hej:12(23).Hej.13(17).Hej.14(15).
Hej.15(23).Hej.16(23).Hej.17(31).Hej.18(23).Hej.19(23).Hej.20(23).Hej.21(15).Hej.22(15).Hej.23(23).Hej. 24(23).Hej. 24(23). Hej. 25(23). Hej.26(23). Hej.27(23).Hej.28(23).
Hejmarên hemû rûpelên (kovara Ronahî) (559) in.
1 Kovara( Ronahî) di rewşa Kurdistanê û cîhanê de pir bi kurtî
Rewşa Kurdistanê pir bi gîştî
Wek em hemû dizanin li gor hevpeymana Sayiks –Pîko di sala 1916 an de Kurdistan cara duhem di 20.10.1921 ê de di nav Turkiyê,Îranê,Îraqê û
Sûriyê de tête dabeşkirin,li çar beşên Kurdistanê gelê Kurd li Bakur,Rohilat,Başur têkoşîna siyasî û şoreşgerî kir û ew li hember dagîrkeran destgirêdayî nema.Raperîna Berzan di salên (1943-1945) de li Başurê Kurdistanê bi seroketiya Nemir Mile Mistefa Barzanî li dijî Norî Se-îd û Engilîzan bû,Dewleta Êngilîz alîkariya Norî Se-îd li dijî M.Mistefa Berzanî dikir.
Hukumeta Îraqê, Birêtaniya û Turkiyê alîkariya hev li dijî tevgera Berzanî kirin û Berzanî neçar bû tev deh hezar Kurd derbazî Îranê bibin, li Îranê jî tevgera azadîxwaza Kurd ferehtir û geştir bû .
Partî Dêmokrata Kurdistana Îranê di sala (1945) an de hate damezrandin û rêxistina (komele) jî bûye beşek ji PDK li Îranê û di 22.01. 1946 an de komara Mihabadê (Kurdistanê) bi seroketiyê Qaz Muhemed û bi alîkarîya Sovyetistanê hatiye damezrandin,lê li dawiyê; pirsa Kurdî li wir bûye qurbana berjewendiyên dewletên mezin, hevpeymanek di navbera Stalîn, Tiçirçil û Şahê Îranê de hate îmzerkirin û bi ser de jî dewleta Sovytistanê jî xwe ji Îranê vekişand, bi vî rengî (komara Mehabadê) hate rûxandin, serok Qaz Muhemed hate bidarvekirin û Cenêral Mistefa Berzanî tev 500 pêşmergên xwe koçberî Sovyetistana berê bûn.
Li Kurdistana Bakur jî çend raperîn û şoreş lidarketin ,şoreşa Şêx Seîd di (1925) an de, raperîna Dêrsm di sala (1937-1938) an de , raperîna Cênêral Îhsan Norî Paşe (1929-1930) î de nimûneyên geş in.
Lê Rojavayê Kurdistanê di bin nîrê Firansa de bû ,tevgera siyasî li gor beşên din ji Kurdistanê pir dereng destpêkiribû,erê çend komeleyên biçûk hebûn, lê yekemîn partî bi navê (partî dêmokrata Kurdistan,bi seroketiya Osman Sebrî,Reşît Hemo, Ebdilhemîd Derwîş û hin din di sala 1957 an hate damezrandin.
2-Rewşa cîhanî:
Di dema ku kovara (Ronahî) li Şamê dihate çapkirin, şerê cîhan yê duhem hîn lidarbû (1939-1945), hin ji sedemên destpêkirina agirvêxistina şer di navberên dewletên dijberên hev de ev bûn; 1-Faşistên Îtalî.2- Leşgerkirina Yabanê û hêrişkirina ser Çînê bû.3-Adolf Hitlir û destxistina siyasî di sala (1933) an de li Almaniya, şer û siyaseta wî ya nazî û dijmantiya wî ya hêrişker li dijî dewltên dervayî.
Şerê cîhanê yê duhem, şerekî navdewletî bû,pir dewletên cîhanê di vî şerî de hevpar bûn, ew jî ji du sengerên bingehîn û hevdij pêk hatibûn.
1-Hêzên hevalbendan hin ji wan ev bûn:1-Emerêka.2- Mîrşenên yekgirtî .3-Sovyetistan.4-Firansa.5-Çîn.6-Polenda.7-Keneda.8-Istraliya.9-Yonan.10-Hind û 11 dewletên din mîna 1-Meksîk,2-,Berazîl û hwd.Lê kesayetiyên navdar di vê hevpeymanê de ev bûn:1-Stalîn.2-Frankên Rozfêl.3-Waniston Tiçêrçi.4-Şarl Dîgol.5-Fîlîp Pîtan.
2-Dewletên navendî:1-Almaniya.2-Îtaliya.3-Yapan.4-Romaniya.5-Bulgariya.6-Hingariya.
Kesayetiyên navdar di vê dewletên navbendî jî ev bûn :
1-Adolf Hitler.2-Bînîto Mosolînî.3-Hêro Hîto.(Yapanî)4-Hêdîkî Toco(Yapanî).
Şerê cîhanê yê duhem di dîroka nûjen de,şerê herî gewre bû,pirtirî sed milyon mirov ji 30 dewletan di vî şerî de hevpar bûn û nêzîkî melyon kes di vê cengê mezin de hatin kuştin, piraniyên wan jî sîvîl bûn, du bombeyên atomî mezin bi ser Hêroşîma û Nagazakî de hatin avêtin.
Lê piştî dewletên navbendî di vî şerî de bi binketin,Almaniya û Yapan hate dagîrkirin û dadgehên tawanbariyê li dijî pêşengên Alman û Yapanê …….. ???+ û bi kurtî dewletên hevbendî di vî şerê mezin de biserketin û du dewletên mezin Emêrîka û Sovyetistan di cîhanê de hatin diyarkirin .
Naverokên kovarê bi gelemperî:
1- Bi gelemperî gotar û nûçe li ser şerê cîhanê yê duhem in .
2- Wêjeya Kurdî(çîrok,çîrokên folklorî,helbest,pend û şîret).
3-Gotarên cuda.
Em pêwîst dibînin navên piranyên gotaran li vir binivisînin û emê li ser çendekan ji wan jî rawestin û naverokên wan ji xwendevanan re bi kurtasî rêxin,lê divê em vê rastiyê jî destnîşan bikin, ev xalên jêrîn di nav kevanan de,yanê navê nivîskarê gotarê ne diyar e, lê em pir texmîn dikin,ku ew hemû gotar bi pênûsa sernivîser Celadet Bedirxan in .
1- Êlîsabêt,Xudantaca Ingilistanê.(….)-2-Di Eniya Uris de.(…)3-Şer û zad.(…)4-Şarl Dîgol.(…). (Hej.1).
1- Hicumên hewayî.(…)2-kilîşeyên tenîştê(…).3-Kelehên firolek.(…)(Hej.2).
1--Sînemxan û resmên Ronahiyê.(…)2- Danên xelkên Êngilistanê.(…)3-Şer mêranî û camêrî.(…)4-Firansa aza û stola we(…).5- -Vepor.(…)5-Dêgol.(…)(Hej.3).
1-Ev kî ye? (…)2-Elaska .(…)3-Min ji Romel çalek kola .(…) 4-Mîvanîkî gelek mezin e, jê re deh keçik divêtin .(…)5-Çekên nû .( …)(Hej.4).
1-Bismark çawan bi nav bû?(…) .2-Erefat Kurê Birahîmê Ezem ji mala Emo Reşo,an xwendevanê der cot.(…) 3-14 Tîrmeh(…)4- Gelawêj.(…)5- jin û mêr (…)(Hej.5).
1-Jin û derew.(…)2-Hêsîr.(…)3-Çekên nû(…),4-Hitlir(…)5-Eskerên Emêrîkanî.(…).6-Xêra nexwaşiya nobetdar (…)(Hej.6).
1-Gêrmanistan,2-Ordiwa Elmanî li ber sê deriyên Qafqasê.3-Medegeskar.
4- Gêrmanistan bi yar û neyarên xwe re(…)2-Medegesker(…) Maçikên Madlên Hayêr(...)5 –Dojeha Stalîngradê.(…)6-Peya di giravekê de.(…).Cilên Japonî ,mêrên Emêrîkanî (…).(Hej.7).
1-jinika ku du caran hatiye kuştin.(…)2-Lîbêrye,cimhuriyeta reşikên azadkirî.(…)Di behra spî de.(…)3-Reşê şevê.(…)( Hej.8).
1- 8 Kîlo spîk û zerdika hêkekê.(…)2-Zilamê ku xerîte pêre bû. (…)3-Fas û Tunis û Cez-îr .(…)4-Emêrîkanî di Rojavayê Efrîqayê de.(…) 5-Xwedê tu kesî ji dest û lingan nekêt .(…)6-Gelo xwe kuşt an hate kuştin.(…) (Hej.9)
1-Maçikên ko mirov pê dinivîstin.(…)2-Di gundekî Stalîngradê de(…) .(Hej.10.).
1-Kelîdoniya nû.(…)2-Giravên Behra Spî.(…)3-Lenkolen di şerê giravên Silêman de(…) .4-Serma ko canê mirov dişewitîne.(…).5-Mîvandariyan Talyanan.(…). (Hej.11).
1-Ji Honkongê heta bi Nîyoyork.(Sulêmanê Ferho) .2-Mehkema Hawarê û deindarê şermend(Ehmedê Namî ),3-Min nizanî bû .( Ûsif Hecî Hersan)4-Tiştên ko bi min parastî û yên ku ne parastî 5- Mil û zil (Bir û Esasên Eşîrên Kurdan (Herekol Ezîzan ).(Hej.12).
1- Xwe da dest .2-Tiştên bi kêr.3-Stalîngrad.4-Mejî.5-Sê miliyon gor.6-Seyên şerevanî .7-Bangê Kurdan .(Hej.13).
1-Boketê heqê min e(Lawite),2-Medenê ku ji ava behrê dertên (Samanê Serhedê).3-Di nav mirovên însanxwar de(Hesenê Mistê).4-Civata bêdeng(Hesen Şiyar).(Hej.14).
1- Dawiya Sefer û Împiratoriya(xwediyê Ronahiyê).2-500000 Firansiz (?).3-Gelawêj(?)4-Veger(Sulêmanê Ferho).5-Cindiyê Yapanî (...) 6-Zefera Efrîqayê(...).7-Qewetên Kelha Ewropa.(Hesenê Mistê).(Hej.15).
1-Yên ko dizanin(Hesen Şiyar).2-Beraz û berazî (Osman Sebrî).3-Jîna Naplîyon Ponabert(Osman Sebrî).4-Çejna Kurdan (Hesen Şiyar).5-Bi qelfê re(Xelîlê Kenco).(Hej:16).
1-Yohanis Gutênbêrg (1400-1468),(Ezîz Herekol).2-Nêçîra Kewan(Osman Sebrî.3-Eşîra Zirikan (Hesen Şiyar).4-Lampedûza (Ebdilrehman Rojkî).5-Şêxê Berazan(Osman Sebrî ).6-Dîroka Napliyon(Osman Sebrî).7-Bi ser kelhê de girtin (Ronahî ).8- Rê ji ber winda(M.Beşîr Hesenî ).(Hej:17).
1-Çawa çentê wezîrê Almanî dizîn(Lawût).2-Hevalek çak (Ehmedê Baravî).3-Dîroka Napliyon .(Osman Sebrî) .4-Almaniya û Rohilat.(desteya rêvebir).(Hej.18).
1- Yek ji hêmanên vê cengê (…..).2- Zêrên ji bin erdê derxistine .(Qadir Fereman ). Napliyon Ponapert,xelek3. Osman Sebrî.4-Eyzîdî û ola wan(…).5-Pirsa Îtaliya (Nêrvan).6- Kovara Gelawêjê (desteya rêvebir). (Hej.19).
1-Peyvname (…),2-ji min ve tiştên dinyayê (lawikê Tilanî).3-Kes gereke winda nebe (Sibhiyê Diyarbamirnê).4-Çend gazin (Osman Sebrî).
5- Jin û mêr ( ji kovareke Emêrîkî ).6-jîna Napliyon.(Osman Sebrî), 7-Êzîdî û ola wan (Osman Sebrî).8-yên ko xelasbûne (Smaîlê Serhedê ).Çend gazind (Osman Sebrî ).( Hej.20).-Jîna Napliyon(Osman Sebrî), 2- ji mêj ve ,tiştên dinyayê (Lawikê Tiloyî).3-Êzîdî û ola wan (Osman Sebrî).Tiştên ko di Libnanê de çêbûne (Nêrevan ). (Hej.21).
1-Di vî şerî de, xebata jinên Sovyetistanêê (Evdilrehman Siltanof).2-Napliyon Ponapert(Osman Sebrî ).3- Çîn û tarîxa medeniyeta wê (Dr.Lyonêl Caylez).4- (Nêçîreke pilingan ). (Hej.22).
1-jin di eskeriyê de(¬…).2-Dîroka Selahedîn(Osman Sebrî).3- Bo agahdarî (Ronahî).4-Kurdistan1944,hejmar 53 (Ronahî).5- Dîroka jîna Napolyon.(Osman Sebrî ).6-Rehwan û biyanî ji me Kurdan çi dixwazin(Hesen Hişiyar).7-Cêwikên siyamî ên bi hev ve .(S.Serhedê) 8- Merîşal(Lûksenbûrg),(…). (Hej.23).
1-Dîroka jîna Napolyon xelek(8)(Osman Sebrî ).2-Dr.Rweylot (Bişarê Segman.3-Dîroka jîna Selahedîn (2)(Osman Sebrî)4- Genêralê Emêrîkanî an çawişê Talyanî .(Hesenê Mistê).5- Ziman û nivîsandina wê (0sman Sebrî).(Hej.24).
1-Nêçîra kewan (Evdirehman Elî Yûnis).2-Mirovê ko simbêlên xwe di mezadê de firotine.(Xelîlê Genco).3-Jîna Napolyn xelek (9) (Osman Sebrî).
4-Boxoçêf an Pêtroyê sisiyan (Bişarê Segman).5-Zêdehiya jinan.(Ronahî).
6-Dîroka jîna Selahedîn .(Osman Sebrî). 7-pêncî milyon ga û milyon û nîvek mirov .(Silêmanê Ferho).(Hej.25).
1-Nêçîra hirç û pezkoviyan(Evdirhman Elî Yonis).Mirovê ko pênc navên wî hebin (Qadirê Ferma) .2-Jîna Selahedîn(4).(Osman Sebrî) .3- Ji ber sendoqa Xanimê (werger ji Êngilîzî)(Smaînê Serhedî).4-Jîna Napolyon.(Osman Sebrî).
5-Jinên esker(…).6-Çirçil û Eyzinhawer.(Sulêmanê Ferho).7-Frencî û Kirêstof Kolombs.(Smaîlê Serhedê).8-Miriyê ko pasvanê xwe kuştiye.(Xelîlî Genco).9-Serbest î, bo çi herkes hez serbestiyê dikin.(Dilkulê Doskî ). (Hej.26).
1-Balafira bêbalafirvan an bomba firolek.(…).2- Jîna Napolyon (11).Osman Sebrî.3-Diyarî bo pisporê Kurdî xwediyê Ronahiyê.(X.Bamernî).(Hej.27).
1- Perçeyên canê mirovan.( Bijîşkê Mîran).2-Qewraşa Genêral (Silêmanê Ferho).3-Nêçîra berazan (Qedrîcan ). 4-Parîs (Silêmanê Ferho).5-Jîna Selahedîn (5). (Osman Sebrî).6-Jîna Napolyon (12).Osman Sebrî .7- Katîrîn
Împiratora Rusayê.(…)8- Înqîlaba sor a mezin .(Q.Can ).(Hej.28 ).
Dûmahîk heye
[1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 13
HashTag
πηγές
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.welateme.net/ - 18-06-2024
Συνδέεται στοιχεία: 13
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 04-04-2023 (1 Έτος)
Publication Type: Born-digital
Βιβλίο: No specified T4 281
Βιβλίο: No specified T4 263
Βιβλίο: No specified T4 252
Βιβλίο: No specified T4 270
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Χώρα - Επαρχία: Kurdistan
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ئاراس حسۆ ) στο 18-06-2024
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( سارا ک ) στο 19-06-2024
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( سارا ک ) για: 19-06-2024
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 13
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν

Actual
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
13-08-2018
زریان سەرچناری
Αζάντ με λένε
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 520,249
Εικόνες 105,268
Βιβλία 19,567
Σχετικά αρχεία 98,177
Video 1,414
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Folders
Άρθρα - Βιβλίο - Άρθρα - Τύπος Εγγράφου - Alkukielellä Μέρη & Οργανισμοί - Οργάνωση - ΠΟΛΙΤΙΚΗ Μέρη & Οργανισμοί - Χώρα - Επαρχία - βιογραφία - Φύλο - Άντρας βιογραφία - Έθνους - Κούρδος βιογραφία - - βιογραφία - Οι άνθρωποι τύπου - βιογραφία - Οι άνθρωποι τύπου - Δημοσιογράφος βιογραφία - Οι άνθρωποι τύπου - Μυθιστόρημα συγγραφέας

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Επικοινωνία | CSS3 | HTML5

| Σελίδα χρόνος γενεάς: 0.359 δευτερόλεπτο (s)!