#AMED#
Ev 3 meh in 16 #rojnamegerên kurd# girtî ne û mafên wan ên xwezayî jî têne astengkirin. Niha jî bi sedema Qedexe ne rojnameyan nadin wan.
Rojnamegerên kurd 16'ê meha pûşpera îsal hatin girtin. Ji wan, rojnameger Zeynel Abidin Bulut ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê tê girtin, ragihand ku rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel û BîrGun nadin wan. Bulut got ku ji bilî radyoyeke bisînor derfetên tu qenalên televîzyon û weşanên muxalîf ku bişopînin jî nîn e.
Her wiha li gor agahiya ku Bulut şandiye, wan xwestiye di meha rezberê de bibin aboneyên rojnameyên wekî Yenî Yaşam, BîrGun û Evrenselê lê ev daxwaza wan hatiye redkirin. Bulut diyar kiriye ku rêveberiya girtîgehê bi devkî gotiye Ev rojname qedexe ne lê wî rêgez bi bîra wan xistiye û bi daxwaznameyê bi awayekî fermî serî li rêveberiya girtîgehê daye. Heta niha jî ne bersiv dane daxwaza Bulut, ne jî rojname dane wî.
[1]
اێ مەقاڵە أ زوون (Kurmancî) نۆیسیائە، أڕا واز کردن بەخش أ زوون بنچێنە(اصلی)!أڕؤی آیکون
کلیک کەن
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
اێ بەخشە 2,235 گل سئرکریائە(دێینە)
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!