Sîpan Şînda
Botan warê dengbêja ye. Serkaniya miqam û serhetîya ye. Warê evîn û evîndara ye. Çiya û zozanên Botanê her tim bûne war û warkozê nêçîrvanan. Dengê dengbêjan li Kûçke û dîwanxanên Botanê her tim bilind bûye. Yek ji van dengên ku di kûçke û dîwanxanan de bilind bûyî jê #Silêmanê Sofî# ye. Ew weke kewê ribat e. Dema wî destê xwe dibir li ber guhê xwe û qîr dikirê, te digot qey kewê ribat e, di şefeqa sibê de li nêvsera çiyayê Cûdî di xure. Hingî ew di xurî dengê wî pitir vedibû û aztir dibû. Ew miqambêjekî giranbiha û dengbêjekî hêl e ku ji nava dilê çiyayên Kurdistanê û war û wargehên Mîr Bedirxan derketî ye.
Silêmanê Sofî, temenê wî niha 74 sal e. Ew ji eşîra Batû ya, ji gundê Zêwigê yê girêdayî Dêrgulê li ser #Şernex#ê ye. Ew kurê Sofî yê Haşim e. Bav û bapîrê wî jî dengbêj bûne. Lê belê hêj ew biçûk bû ku bavê wî diçe li ser dilovaniya xwidê. Ew li cem bapîrê xwe mezin dibe û ew dengbêjî û miqamên xwe jî ji bapîrê xwe fêr dibe. Heta ew li gund bû, ewî bi şivanî û cotyarî yê debara xwe dikir. Piştî gundê wan di salên 1990’î de ji aliyê dewletê ve tê xirabkirin, ew li Dêrgulê bi cih dibe û ji xwe re emaletiyê dike û zarokên xwe xweyî dike.
Ew di ciwaniya xwe de xortekî gelekî keyfîn û ehlê keyfê bûye û ewî gelekî ji keyf û şahiyan hez dikir. Ji ber wê keyf û şahiyek li kû çêbûya ew li wir bû û bi deng û miqamên xwe ewder geş dikir. Ew dibêje; ‘li nav Batûyan çi dawet ji bêyî wî çênedibûn. Ez her tim xwestiyê dawetan bûm, min şal û şapikê xwe yê kixme werdigirt û di dawetan de min bi dengê xwe yê xweş miqam digotin’. Ew dibêje, dema ez ciwan bûm dengê min weke têlên qesemê bû, ewqasî az û xweş bû. Ji ber wê dema ez diçûm daweta, keçik hema li dora min diçûn û dihatin. Ew piştî 30 saliya xwe diçe leşkeriyê û dema ew li leşkeriyê bandekê li ser xwe dadigire. Dîsa wî gelek band ji xelkê re dagirtîne.
Ewî gelek stran ji Mihemed Arif û Hesen Cizîrî, Kerepêtê Xaço, Îsa Berwarî û Hesen Kirûrî girtine. Lê belê ewî her pitirê xwe miqamên Botanê weke payîzok, heyranok, bêlîte, giranî, bûlik, biharûk û hwd gotine. Bi rastî ji ew miqamê stranê yê resen diparêze û ji ber wê kêm dengbêj niha hene ku bikaribin weke wî miqamên kevin derbêxine. Mînak strana Hesamê Axê yan ji ya Mezûlî yê; gelo çend dengbêj niha dikarine weke wî miqamî xira neke û bêje? Ew î bi gelek dengbêjên herêma Botanê yên weke Salihê Şirnexî, Cemalê Mihê, Rêzanê Batû re di civatan de stran gotine. Gelek bend li ser payîzok û biharûkan ve zêde kirine. Dibêje min jiyaneke gelekî xweş derbas kiriye. 12 zarokên wî hene, 6 kur, 6 keç. Zarokên wî ji gelekî dengê wan xweş e. Keça wî Nûdem jî dengbêje, lê mixabin ev 5 sal in di girtîgehê de ye. Kurekê wî di salên 1990 î de dixwaze biçe bibe hunermendê tirkî, lê ew destûrê nade wî. Xwidê heylê te xweş û jiyê te dirêj bike, Silêmanê Sofî.
[1]