Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo li Goristana Şehîd #Delîl Saroxan# şehîdên meha Mijdarê bi bîr anîn.
Bi amadebûna bi sedan şêniyên Qamişlo li Goritana Şehîd Delîl Saroxan 92 şehîdên meha Mijdarê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn, hatin bibîranîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin dest pêk kir,
Di merasîma bîranînê de, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Necah Gulo axivî û şehîdên meha Mijdarê û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Necah Gulo wiha got: Me bi rihê şehîdan, fikir û felsefeya rêber Apo dest pê kir û têkoşîn bilind kir. Di vê meha pîroz de rêber Apo dibêj; ‘ dema heval Hekî şehîd ket me nedikarî bi çend leşkeran, an bi çend kesan ku heyif û tola van şehîdan rakin. Me bi şehadeta heval Hekî Kerer biryara avakirina welatekê da. Bi damezrandina PKK’ê ku di 27’ê Mijdarê de bû, em dikarin bi vê rêyê tê bikoşîn.’ Ji bo em bikaribin ji bo azadiyê têkoşîn bikin, ji bo em bikarin ji bo vî welatî kar bikin, em ê ji bo azadiyê têkoşînê bilind bikin. Me bi şehîdan dest pê kir, em bi şehîdan û têkoşînê gihiştin vê qonaxê. Sozdayîna şehîdan û heskirina ji bo şehîdan ew e ku em rêya wan berdewam bikin. Em vê tekoşînê bilind bikin û em ji doza xwe venegerin. Em ê heta avakirina welatekî azad têkoşîna xwe bilind bikin.
Necah Gulo wiha dawî li axivitina xwe anî: “Bi navê hemû malbatên şehîdan, em ji rêber Apo, hemû şervanên azadiyê, hemû şervanên di eniyên şer de û serê tevahî gelê me sax be. Şehîd namirin.”
Bîranîn bi dirûşmehên şehîd namirin bi dawî bû.[1]