$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Cûdî Malazgîrt
Nav paşnav: Sînan Oncu
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Zemzemû-Muhur
Dem û cihê şehadetê: 31'ê Tebaxa 2022 / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrê Cûdî, li navçeya Milazgir a Mûşê, ji malbateke welatparêz çêbûye. Ji ber ku cihê lê jiyaye Tevgera me bi bandor bûye û hestên welatparêziyê xurt bûne, hej di biçûkatiya xwe de tevlî partiya me PKK’ê bûye. Lewma kêfa wî ji têkoşîna gerîla re hatiye û bi xeyalê ku bibe gerîla mezin bûye. Di ciwaniya xwe de rastiya gel fêm kiriye, haya wî ji jiyana bêrûmet çêbûye ku dijmin ji bo gelê me rewa dîtiye. Wek her ciwanekê Kurd ê birûmet, rewş qebûl nekiriye û biryar ji bo têkoşînê daye. Ji ber êrîş û qetlîamên li gelê me bûne, hevrê Cûdî li dijmin bi hêrs bûye. Ji wê boneyê ji bo pêkanîna xeyalê xwe yê gihîştina gerîla berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û sala 2015’an ketiye nav refên gerîla.
Cûdî yê hevrêyê me, gava tev li refên partiyê dibe, wî ji hay jê heye pêvajoyeke şer a bi zorî û zehmetî heye. Ji wê boneyê di vê çarçoveyê de tev perwerdehiyê dibe. Di pêvajoya perwerdekirina şervanên nû de ketiye hewila fêmkirina ji Partiya me, li ser ku wê mirov çawa bikare bi awayê herî çalak û jidil tev li jiyana li serê çiyayan û gerîla bibe, sekiniye. Bi sekinîna li ser xwe roj bi roj bêhtir hînê jiyana li serê çiyayan û gerîla dibe û dikeve hewila watedarkirina her kêliya ku dijî. Bi wateya ku dide jiyanê bêhtir bi Partiya me ve tê girêdan. Bi taybetî ji têkiliyên hevrêtiyê ku wê di tu dera pergalê de nebîne, pir bi bandor bûye û hewil daye ku ji felsefeya azadiyê ya ev têkiliyên hevrêtiyê derxistine holê, fêm bike, bi xwendina Rêbertiyê hêrs û azweriya wî ya ji bo têkoşinê hêj bêhtir bûye. Hevrêyê me Cûdî, bi perwerdehiya ku dîtiye, hemû pratîka xwe ya gerîlatiyê li qada Zapê derbas kiriye. Hevrêyê me Cûdî ku li gelek qadan xebitiye, bi kedkarî û fedakariya xwe derketiye pêş, bi vê taybetiya xwe pêşengî ji gelek xebatan re kiriye. Bi taybetî di amadekirina tûnelên şer de bi erkên giring rabûye û bi pratîka xwe baweriya pê hebûye, bi avê de nebiriye. Hevrê Cûdî texmîn kiriye ku tûnelên şer di dîroka têkoşînê ya me de çiqas giring in, bi coş û moral û xwestineke zêde xebatên xwe bi serfirazî kirine. Di vê wateyê de, hevrêyê me Cûdî wek hevrêyekê me yê kedkar ku tûnelên şer çêkiriye, wê her tim ji aliyê hevrê û gelê me ve bê bibîranîn.
Hevrêyê me Cûdî çawa ku sala 2021’î dijmin dest bi êrîşê kir li herî pêş bû, li dijî êrîşên 14’ê Nîsanê dest pê kirin jî li herî pêş şer kir. Di serî de taktîka tîmên bitevger, bi taktîkên wî yên şer ên serdema nû, derbeyên xedar li dijmin xistine. Hem di tûnelên şer de, hem jî bi hevrêyên xwe re li eraziyê li dijî dijmin tim çalakî kirine. Bi wêrekiya xwe kiriye ku derbên xedar li dijmin bên xistin, hem jî bûye hêz û moral ji bo hevrêyên xwe, erka mîlîtaniya bi pêşengî bi cih bîne. Heta gava ku şehîd bibe jî hevrêyê me Cûdî, parastina sekina xwe ya mîlîtanî ya Apoyî kiriye.Wek mîlîtanekê pêşeng ê Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê, şehîd bûye û bûye îspateke şênber a netêkçûyîna gerîlayên Kurdîstanê. [1]