$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Samî Înan
Nasnav: Egîd Zîlan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Fatma-Zekeriya
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Egîd Zîlan li navçeya Erdîşê ya Wanê, li herêma Geliyê Zîlan ji dayik bû. Li Geliyê Zîlan bi hezaran Kurd ji aliyê dewleta Tirk a qirker û mêtinger bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Vî tiştî bandorek li ser heval Egîd kiriye. Bi hişmendiya êşa gelê me yê Geliyê Zîlan mezin bû, êşa bi hezaran şehîdên me yên ku gorek wan jî tunebû ji dilk hîs kir. Ji ber vê yekê hevrêyê me Egîd bi hişmendiya rastiya welatê ku lê dijî, gelê ku tê de ye û li ser gel êrîşeke qirkirinê ya çawa heye, mezin bûye. Di temenekî pir ciwan de di warê civakî de hişyar bû. Ji ber ku hevrêyê me Egîd xortekî jîr û serketî ye, li zanîngehê beşa kargêriyê qezenc kir û çû zanîngehê. Jiyana ku modernîteya kapîtalîst û pergala dewleta Tirk di hawîrdora zanîngehê de pêşkêşî wî kiribû tercîh nekir û bû lêgerê jiyana ku gelê xwe tê de bibe xwedî siberoja azad. Di encama van lêgerînan de bi çanda ku ji malbata xwe ya welatparêz wergirtî bi ciwanên welatparêz ên şoreşger re hevaltî kir û tevlî xebatên wê dibe. Dema li aliyekî xebatên ciwanan li dar dixist, weke ciwanekî ronakbîr jî bi xwendinê hewl da xwe bi pêş ve bibe. Ji naskirina tevgera Apoyî û îdeolojiya wê ya azadiya jinê gelekî bandor bû. Serdestiya feodalîzmê û tunehesibandina jinê, bi taybetî di rastiya civakî de ku ew tê de mezin bû, di nava hevrê Egîd de bû sedema nakokiyeke kûr û dema dît jin tenê bi îdeolojiya azadiya jinê dikare azad bibe, gelekî kêfxweş bû. Wî ev karakterê tevgera Apoyî û îdeolojiya Apoyî ji xwe re kir dirûşmeya ku azadiya jinê bingeha azadiya civakî ye û armanc kir ku li ser xeta azadiya jinê bibe kesayetek azad. Bi enerjiya xwe ya dînamîk û aktîf di xebatên ciwanan de bala dijmin kişand ser xwe û hate destgîrkirin. Dijminê faşîst ê qirker her çiqas difikire ku wê bi zextan hevrêyê me Egîd bitirsîne jî, hêrsa wî ya li hemberî dijmin zêde bû û biryar da ku berê xwe bide çiyayan. Di sala 2013’an de berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Egîd ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi pratîka xwe ya gerîla kir, ji ber ku ciwanekî Kurd ê ji çiyê ye, di adaptekirina jiyana gerîla de ti zehmetî nedît. Hevalên xwe ji xwe re kir mînak û tiştên ku ji wan hîn bû, bi lez û bez gihîşt asta gerîlayekî xwedî tecrube. Ji ber ku ew xortekî Kurd ê rewşenbîr e, li ku derê fersend dibîne, her ku derfet çêdibû pirtûk dixwend û dinivîsand. Hevrêyê me Egîd bi yekitiya teorî û pratîkê bi rengekî hevseng di nava xwe de kir ku bibe milîtanekî Apoyî yê mînak. Jixwe navê xwe ji fermandarê me yê mezin Mahsûm Korkmaz girtiye û ji roja destpêkê ve armanca gerîlatiya serkeftinê diyar kiriye. Li qadên Metîna û Heftanînê ma û li van deveran xebitî û feydeyên girîng nîşan da.
Dema ku di sala 2014’an de faşîzma DAIŞ’ê li ser gelê Kurd bû bela, çeteyan ji Şengalê heta Kobanê, ji Mexmûrê heta Pirsûsê li her derê li dijî gelê Kurd dest bi komkujiyan kir, hevrêyê me Egîd jî mîna hemû şoreşgerên Apoyî yên bi rûmet çek hilgirt û ji bo parastina gelê me li dijî DAIŞ’ê şer kir. Zêdetirî 3 salan li gelek qadên cuda û li gelek eniyan li dijî çeteyan şer kir, bi wêrekiya xwe ya bilind ji derbên giran li çeteyan xist. Bi lêdana derbên herî giran li faşîzma DAIŞ’ê, erka xwe ya mezin a mirovahî û welatparêzî bi cih anî. Hevrêyê me Egîd di sala 2017’an de piştî ku erka xwe ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bi cih anî, dîsa berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê vekir. Dît ku hemû çeteyên bermahiyên DAIŞ û El-Qaîdeyê ji aliyê dewleta Tirk ve tê mezinkirin û fêm kiriye heta li Tirkiyeyê rejîma şerê taybet a AKP û MHP’ê hebe wê çete êrîşî gelê me bikin. Li ser vî esasî dema ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, di encama êrîşên dewleta Tirk ên bi pêş ve çû de bi komek hevalên xwe re gihişt şehadetê. Bûyera ku hevrêyê me Egîd tê de şehîd bû jî belgeyeke dîrokî ye û bûyereke mînak e ku nîşan dide ku dewleta Tirk çawa destek da çeteyên DAIŞ’ê û hewl da tiştên ku DAIŞ’ê bi destên xwe nekarî, ew bi xwe bi dest bixe. Ji faşîzma dewleta Tirk a ku weke rejîma AKP-MHP’ê tê meşandin heta çeteyên DAIŞ’ê yên paşverû, hevrêyê me Egîd ku li gelek deverên Kurdistanê bi xeyalên cesareta bilind, baweriya mezin û azadiyê têkoşiya û wê bîranîna wî rêya me ronî bike.[1]