$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Yûnûs Ergun
Nasnav: Argeş Rûken
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Gulşen – Cemîl
Dîrok û cihê şehadetê: Tebaxa 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
ARGEŞ RÛKEN
Hevrêyê me Argeş li navçeya Erdîş a Wanê di nava malbateke welatparêz de ku tevlîbûn û şehîdên wê di nava têkoşîna azadiyê de heye, hatiye dinê. Bi saya van taybetmendiyên malbat û xizmên xwe hîna di temenê biçûkahiyê de Partiya me nas dike. Hevrêya me Argeş komên gerîla yên diçin gundê wan dibîne û ji sekin, şer û heybeta gerîla bandor dibe. Lewma hîna di temenê zarokatiyê de li hemberî gerîla eleqederî hîs kiriye û tevlîbûna wê kiriye armanca xwe. Hevrêyê me Argeş 12 salan di dibistanên sîstemê de dixwîne, di demê mayî de jî li gund şivantî kiriye û alîkarî daye debara malbata xwe. Hevrêyê me li gund di nava taybetmendiyên xwezayî yên civakî de mezin dibe, di heman demê de bi kesayeta xwe ya kedkar ji aliyê derdora xwe ve tê hezkirin. Hevrêyê me Argeş bi saya hestiyariya li hemberî derdora xwe, êrîş û polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ku li hemberî gelê me pêk tîne, fêm kiriye. Hevrêyê me fêm kir ku divê li hemberî van zextên dijmin, têbikoşe û li ser vî bingehî ketiye nava lêgerînan. Hevrêyê me Argeş demekê diçe metropolên Tirkiyeyê û şahidiyê ji nêzîkatiyên faşîzan ên dijmin ên li hemberî gelê me re dike. Car din vegeriyaye Kurdistanê û biryara tevlîbûna nava refên têkoşînê dide.
Hevrêyê me Argeş di sala 2014’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û ji qada Serhedê tevlî nava refên gerîla dibe. Piştî ku çend rojan li qada Bakurê Kurdistanê dimîne, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Di wê pêvajoyê de jiyan û hevrêtiya gerîla bandor dibe; fêm kir ku çiqas biryareke rast daye. Hevrêyê me Argeş piştî jiyaneke bi kelecan derbasî qada Xakurkê dibe û perwerdeya xwe ya destpêkê ya di nava gerîla de li vir dîtiye. Hevrêyê me Argeş bi perwerdeya ku dibîne di demekî kurt de, fêrî jiyana gerîla û çiya dibe. Bi saya kesayeta xwe ya ji fêrbûnê re vekirî, kêlî bi kêlî xwe pêş xistiye. Hevrêyê me Argeş hewl dida ku tiştên fêm kirî di nava jiyanê de jî pêk bîne û bi saya çanda Partiyê di kesayeta xwe de guhertinên girîng pêk tîne. Hevrêyê me bi perwerdeyên ku dibîne, rastiya dijmin hîn zêdetir fêm dike û xwestiye ku tavilê li dijî dijminê qirker şer bike û ji bo vê yekê jî israr kiriye.
Hevrêyê me Argeş bi tevlîbûna xwe ya di pêvajoya perwerdeyê de pêşengiyê ji hevrêyên xwe re dike û vê asta tevlîbûnê piştre li qadên pratîk domandiye. Lewma di hevrêyek xwe de şop hiştiye. Hevrêyê me Argeş li qada Xakurkê ku lê dest bi gerîlatiyê kiribû, bi tevlîbûna xwe ya zindî û xwîngerm di demekî kurt de tevlî xebatên pratîkê dibe. Hevrêyê me Argeş ji bo bersiva êrîşên dijmin ên li hemberî gelê me bide, kiriye xeyala xwe ya herî mezin ku çalakî bike. Bi lêhêrbûnên ku pêk anî û tarzê gerîlatiya profesyonel, derfet dît ku vê xeyala xwe pêk bîne. Li ser vî bingehî li qada Xakurkê tevlî gelek çalakiyan dibe ku têde derbeyên giran li dijmin tê xistin. Tola bi salan ji dijminê qirker distîne. Hevrêyê me Argeş hezkirin û rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc dike û li qadê rolê pêşengiyê digire ser milê xwe. Hevrêyê me armanc dike ku serkeftinên xwe leşkerî yên li qadê, di aliyê îdeolojîk de jî pêk bîne. Ji bo vê yekê her tim xwendiye, tiştên ku ji van xwendinan fêm kirî û bi hevrêyên xwe re parve dike û bi hevrêyên xwe re pêş dikeve. Lewma ji bo hevrêyên xwe yên ku pê re pratîk meşandine dibe fermandar, mamoste û hevrêyekî baş.
Hevrêyê me Argeş bi sadebûn, samîmiyet û tevlîbûna xwe ya bi moral a di hevrêtiyê de dibe mîlîtanekî pêşeng ku cihê xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de digire. Bi şehadeta xwe ji bo hevrêyên xwe dibe çavkaniya hêzê û dibe wesîleya ku li dijî dijmin têkoşînek hîn bi bandortir were meşandin.[1]