Ziman Nirx û Dejenerasyon - I
#Mahabad Felat Arda#
=KTML_Bold=Ziman:=KTML_End=
Zimanê zikmakî, ango zimanê dayikê, ne tenê navgîneke axaftinê ye; her wiha ramana mirovan e.
Zimanê dayikê, ji bo jiyandina kesayetî û çanda mirovan, hebûna mirovan a herî grîng e. Kesekî ku grîngiya zimanê zikmakî nizanibe, nikare li hember hebûna xwe, çanda xwe rêzdar be. Zimanê zikmakî, di avabûn û pêşketina nasname û kesayetiya mirovan de rola sereke dilîze. Zimanê zikmakî di têgihîştina mirov a xwezayê û derûdorê de sedema herî grîng e. Bêyî zimanê zikmakî, ne pêkan e ku mirov bahsa jiyandina çandekî bike, ango bahsa çandê bi xwe bike. Kesekî ku ji zimanê xwe yê zikmakî bi dûr bikeve, ji çanda xwe, hebûna xwe, rastiya xwe û kesayetî û nasnameya xwe dûr dikeve. Her çandek tenê dikare bi zimanê xwe hebe. Ziman nebe, çand jî nabe. Ziman neynik, nasname û çanda gel e.
Mirov çawa nikaribe şîrê dayikê ji bîr bike, şîrê dayikê çawa pîroz e û car caran dayik dikarin zarokên xwe bi heramkirina şîrên xwe tehdît bikin, zimanê dayikê jî, her mîna şîrê wê şîrîn û pîroz e. Mirov herî zêde bi zimanê xwe ji dil dikene, ji dil digirî, ji dil diqîre, ji dil disitire, ji dil çêran dike. Zimanê zikmakî, pira navbera paşeroj û pêşeroja mirovan e.
Loma jî dijminên me derba yekem êrîşê zimanê me kirin. Qedexe kirin, înkar kirin, piçûk xistin 80 salî polîtîkayên wisa bikar anîn û kirin ku me ji zimanê xwe, pê re jî ji çanda xwe, ji nav û nasnameya xwe heta ji dayikên xwe şerm kir. Dema mirov ji zimanê xwe fedî bike, piçûk bibîne, mirov ji hebûn û nasnameya xwe fedî dike û piçûk dibîne. Tiştekî ku mirov jê şerm jî bike, mirov bi dû nakeve, jê direve.
=KTML_Bold=Nirx:=KTML_End=
Nirx û rûmetên mirovan, di nav herikîna dîrokê de li gor reng û awayê jîyana mirovan, li gor avhewa û cografya ku mirov lê dijî, li gor ziman çand û nêrînên mirovan û li gor rewşa aborî teşe digirin û diguherin. Bi pêşketina civakê re hin nirx û rûmet jî dikarin biguherin ango rûmeta xwe ya berê wenda bikin û li şûna wan hin nirxên nû ava bibin. Lewra jîyan her tim di nav pêşketinekê de ye. Li gel vê pêşketinê nirxên civakî jî diguherin. Nirxên ku naguherin, dibine asteng li ber pêşketina civakê, ango ew nirxên ku demekî ji bo civakê pîroz in û civakê bi hev ve girê didin, roj tê ku heman nirx dibine sedema tevlîheviyên mezin. Lewra bi pêşketina jiyanê re. Ango bi tekamulê re nirxên nû ava dibin û bi yên kevn re dikevine pêşbaziyekê, an jî caran şer. Nirxên nû her bi ser dikevin, lê pirê caran û bi taybet jî di civakên girtî de ev pir zehmet dibin û ev pêvajo gelek bi êş derbas dibe.
Nirx, ango avabûna nirxan jî, li gor kategorî û baweriyên bi taybet olî lê ne tenê olî, sîyasî, îdeolojîkî, yên civakê û bi taybet jî rewşa aborî, diguherin. Mînak; hin tişt hene ku ji bo gundiyekî nirxên pir grîng in, lê bajariyekî dikare zêde guh nede wan nirxan, an jî nirxên çîna karker, dikare ji bo çîna serdest mîna pêkenî bin û yên çîna serdest jî ji bo karkeran zêde sist û dejenere bin. Her wiha ew tiştên ku ji bo îsewiyek, an mûsewiyek pir normal be, ji bo musulmanek, dikare bê weteya kufrê, ango kafiriyê. An di nav mezhebên olan bi xwe de jî, ev nakokî hene. Tiştekî ku dikare ji bo mezhebekê rast, ango normal be, ji bo ya din pir şaş û heram be. Bê guman ku newekhevî û nakokiyên di nav nirxan de, gelek caran dikarin bibine sedemên qewmîn, an bûyerên pir grîng ên neyînî jî. Heta, yên ku herî zêde bandorê li ser jîyana me dikin, ev newekhevî û nakokiyên di nav nirxan de bi xwe ne.
Hin nirx hene ku li gor rewşa siyasî û daxwazên desthilatdaran, bi zanebûn têne afirandin û di nav gel de têne bi cî kirin. Ev cure nirx, tenê ji bo berjewendiyên desthilatdar û dewlemendan in, ji aliyê wan ve bi zanebûn hatine pêşxistin û bi giştî, ne ji bo berjewendiyên gelêrî, lê ji bo bikaranîna civakê ne. Ev nirx carna di nav civakê de, bi dezînformasyon û propagandayan wisa têne bi cî kirin ku civak ji nirxên xwe yên rastî û dîrokî dûr dikevin û bi temamî dikarin bikevine xizmeta nirxên çêkirî. Nijadperestî yek ji van nirxan a herî balkêş û xetere ye.
Sîstema nirxan a mirovan, hîn ji destpêka jîyana wan ve dîyar dibe. Nirxên mayînde, malbat, heval, ol, dibistan û derdor û heya her kesekî ku pê re bi awayekî têkilî bibe, li ser gihîştina zarokekî û avabûna nirxên wî/ê, bandorê dikin. Nirx, encamên rahênan, ango demînan e. Her cure agahiya ku zarokek werdigire, di mêjiyê wî de cihê xwe digire û li gor wan agahiyan nirx di mêjî de ava dibin. Heya ku bi agahiyên din ew bêne guherandin, wisa dimînin. Pêvajoya civakîbûnê, di dawiyê de, di nirxên mayînde de hestî û goşt digire û ji bo her ferdek, dibe şêweya gihîştina armancan.
Mirov, bi giranî xwedî nirx û rûmetên civaka xwe ye. Mirov li kur bûbe, bi nirx û rûmetên civakî yên wir ve girêdayî ye. Lê dema mirov civak diguhêre; em bêjin ji Kurdistanê ji ber sedemekê koç dike diçe Ewropayê, wê demê li wê civaka nû dikare hin nirx û kevneşopiyên mirovan şaş bêne dîtin, ango xweş neyêne dîtin û hwd. Mirovê ku koç kiriye jî, dikare wê civaka nû wisa binirxîne. Lewra me gotibû ku; nirx û rûmetên mirovan, di nav herikîna dîrokê de li gor rengê jiyana mirovan, li gor avhewa û cografyaya ku mirov lê dijî, li gor ziman çand û nêrînên mirovan ên jîyanê û rewşa aborî teşe digirin û diguherin. Dikare bê gotin ku ev pirsa herî mezin a koçberan e ku gelek caran ew û zarokên xwe li ser vê yekê pevdiçin, şer dikin û dikarin ji hev bi dûr jî bikevin, an zarokên xwe bi destên xwe jî bikujin. Lê eger ew kesê/a koçkirî, li wî welatê ku koç kiriye bibûna, tu pirsên weha jê re çênedibûn. Her kes dixwaze li gor rastiya xwe bijî û bi giranî jî wisa dijî. Dema, ji ber sedemekê şertên wê jîyanê teng dibin, an namînin, wê demê pirs dest pê dikin û jîyan dibe kaos. Ta ku mirov bibe, an bikaribe bibe xwedî nirxên nû, hin tiştan bikaribe daqurtîne û di jîyana xwe de bi cîh bike.
Wê çaxê mirov dikare bêje ku nirx rêlatîf, ango îzafî ne. Lewra ku yek ji wan jî ne rastiyên xweser in.
Nirx, li gor civakê, an jî li gor agahiyên meriv in. Lewra mirov li gor agahiyên xwe biryaran dide. Lê gelo, tiştên ku mirov di derbarê wî tiştî de nizane çi ne?! Mirov nizane ku mirov bi çiqas tişt î nizane. Ji çiqasiya nezaniyê wirdetir, gelek caran mirov hay ji nezaniya xwe jî nîne. Baş e, eger mirov li gor zanîna xwe biryaran bide û bêje ev wisa ye û paşê di derbarê wî tiştî de tiştên ku mirov nizane derkevine holê, wê demê jî dê dîtinên mirovan biguhurin an na? Her çiqas li gor zanebûna mirov tiştek wisa be jî, li gor gelek sedemên ku mirov hay jê nîne, dikare ne wisa be.
Dê bidome[1]