=KTML_Bold=Ziman Nirx û Dejenerasyon - II=KTML_End=
#Mahabad Felat Arda#
=KTML_Bold=Dejenerasyon:=KTML_End=
Her dar li ser koka xwe şîn dibe.
Dejenerasyon, degeneration an jî dégénérescence; gotineke bi fransî ye û tê wateya bêesliyê ango wendakirina derûniyê, taybetiyên nîjadî û cureyên xwewendakirinê.
Dema mirov ji xwe bi dûr bikeve, dibe tiştekî din. Tiştê herî nêz, an tiştê herî hêsan çi be, dibe ew. Jiyan tu valahiyî qebûl nake. Em jî her çiqas ji xwe bi dûr dikevin, dibine mîna dijminên xwe!.. Lewra yê herî nêzî me ew e. Bi zimanê xwe, bi siyaseta xwe, bi çanda xwe, bi danûstendinên xwe yên rojane û civakî û bi her awayî. Lê nabin mîna wan jî, lewra ji bo ku tiştekî bikaribe teşe bigire, divê li ser koka xwe û rastiya xwe şîn bibe, an na rengek şolî û ne zelal digire.
Malkambaxiya herî mezin ew e ku mirov dejenere bibe, ji rastî û binyat û nirxên xwe bi dûr bikeve û nirx bi mirovan re nemînin. Dema nirx bi mirovan re namînin, mirov mêzîna xwe wenda dike. Mîna her tiştî, dema mêzîn xerab bibe, her tişt ser û binê hev dibe. Xerabûna balansa mirovan jî dibe sedema serûbinbûn ango tevlîheviyeke hundirîn û giyanî. Cîhana mirov a hundirîn xerab dibe, zemîna giyana mirov diheje û ev yek bi rengekî pir xerab xwe dide der, dibe sedema jiyaneke bê pîvan, bê prensîp û xerab. Bi gotineke hêsantir; mirovên dejenere û bê nirx, ango yên nirxên xwe wenda kirine, ji diziyê bigire, heya mêrkujiyê, xiyanetê û gelek karên xirab ên din dikarin bikin, lewra dema nirx wenda dibin, pîvan jî namînin. Jiyana manewî bi temamî dimire û êdî ew kes bi tenê ji bo jiyana xwe ya madî û bi tenê ji bo xwe dijîn. Loma jî her kes û her tişt û ew bi xwe jî, mijara kirîn û firotanê ne. Û ev hemî ji bo wan ne karên pir ecêb in. Heke em bi tenê li fenomena (diyardeya) îtirafkaran û hîzbîkontrayan û kar û barên wan û zerar û zîyana ku wan dane civakê biramin, dê baştir bê famkirin. Yê her du aliyan jî, di ciyekî de digihîjine hev. Ji rastiya xwe bidûrketin!.. Ango bêesilbûn!..
Her dar li ser koka xwe şîn dibe. Her zindiyek û heta her tiştek dema ji koka xwe bi dûr dikeve ango tê veqetandin, ji binyata ku bûye, ji sedema hebûn, çêbûn û teşegirtina xwe bi dûr dikeve. Bi gotineke din, ji rastiya xwe bi dûr dikeve. Dema zindiyek ango objeyek jî ji rastiya xwe bi dûr dikeve, bêbinyat dibe. Lewra nikare li gor rastiyên din an hebûnên din ku li ser koka xwe şîn bûne teşe bigire. Dibe sosretek û dimîne. Kes an tiştên sosret jî nezayok (kisir) in. Ango nikarin biafirînin.
Serdestên civakê, li gor rewş û taybetiyên demê, politikayên dejenerasyonê û kesên dejenere, li her aliyên civakê bi rengên cur be cur bi kar tînin. Dema li bakur şer giran bû, bi taybet di navbera salên 1990 û 96an de îtîrafkaran û hîzbîkontrayan dane pêş. Kontratî, bêeslîtî, xwefiroşî, dizî, ji rastiya xwe, nirx û rûmetên xwe dûrketin û wan firotin ango xwefirotin, bi gotina kin dejenerasyon, ne tenê di wan kar û barên zêde hişk, balkêş û bi êş de ne. Gelek tişt hene ku gelek caran û di gelek rewşan de di hundir de me dirizînin û me hay ji wan nîne.. Çi ne ev: Navên me didizin, peyvên me didizin, gotinên me yên pêşiyan, çîrokên me, metelokên me, klam û stranên me didizin, cejnên me didizin, heya jiyana me ya sosyal bi xwe jî didizin û dikine mijarên fîlm û rêzefîlmên xwe yên çelexwarî û em li wan stranan gohdar dikin, li wan fîlman, rêzefîlman temaşe dikin, bi zarokên xwe didine gohdarî û temaşekirin û ha em dibînin ku em bi zimanê wan diaxivin, têkiliyên xwe yên rojane bi zimanê wan datînin û her yek ji me dibe fîgurek, ango xwedî rolek, di jiyana rastî de. Jiyana me dibe rêzefîlmên wan, sîyaseta me bi taybet a legal rengê parlamentoya wan û partiyên wan digire, lê rengekî şolî. Sazî û dezgehên me di bin navê berjewendiyên neteweyî de bi giranî ji rastiya xwe û berjewendiyên civakî û neteweyî bi dûr, bi tirs û hizir, daxwaz û hesabên ferdî têne birêvebirin. Loma jî bi pêş nakevin û loma jî bi vî rengî profesyonelî çê nabe. Piştî demekê di nav xwe de difetise, dixitime. Êdî mîna kursên zinanê kurdî, ya piştî demekê têne girtin an jî hema ji bo bê gotin ku yên me jî hene, ango em filan karî dikin, em filan binî bêvan in, bi zor li ser piyan têne hiştin. An jî, bi tenê mîna nav li piyan dimînin.
Çi li welat û çi li derî welat, bi sedan sazî, dezgeh û rêxistinên kurdan hene. Ev ji aliyekê ve ciyê dilxweşiyê ne. Lê ji aliyekê ve jî ciyê xemgîniyê. Lewra sazî, dezgeh û rêxistin, ji bo di nav civakê de û ji bo civakê berheman biafirînin û civakê ji her aliyên jiyanê ve birêxistin bikin, berhemdar bikin, kalîteya jiyana civakê bilind bikin hene. Dema li gor van pîvanan mirov sazî, dezgeh û rêxistinên me yên heyî li bêjingehkê bixe gelo dê çend ji wan li ser bêjingê bimînin? Sedemên van divê bi zanistî bêne lêkolan û rê û rêbazên çareseriyê bêne dîtin. Ji bo vê jî beriya her tiştî divê ev hemî sazî, dezgeh û rêxistin, li ser koka xwe, nirx û rûmetên xwe bêne avakirin, bilindkirin û birêvebirin ku di bingeha hemiyan de jî, ziman rola herî grîng, bingehîn û sereke dilîze.
=KTML_Bold=Bazirgan:=KTML_End=
Bi pêşketina têkoşîna rizgarî û azadiyê re, gelek derfet jî derketine holê, ango bazar vebûn. Ciyê bazar hebe, bazirgan jî bê guman ku dê hebin. Lê bazirganên xelqê xwe û bi xwe re civaka xwe radikin, ên me me jar dikin. Lewra malê bazirganên me, em bi xwe ne. Ango nirx, rûmet, çand, ziman, muzîk, huner, wêje û dîroka me ye. Ji xwe tiştên di destê me de jî mane, bi tenê ev in. Birêz Nîjad Arda ji bo van bazirganan dibêje Kurdên Profesyonel!.. Navek di cî de ye. Lewra kurdayetiya wan bûye sedema wan a esasî ji bo debar û nav û dengên wan. Di warê weşangerî, wêje û nivîskariya kurdî de jî, îroj ev rastî bi giranî derbas dibe mixabin.
Kurdên Profesyonel xwe ne ji dêrê û ne jî ji mizgeftê dikin. Lewra dêr jî, mizgeft jî, ji pîroziyê wirdetir, ji bo bikaranîna berjewendiyên ferdî ne, ji bo wan. Dema di civakekî de, nirx û rûmet û pîrozî bibine malên bazarê, ew civak an riziya ye, an jî dest bi rizandinê kiriye. Rê li ber neyê girtin, dê tişt nemîne!..
Hêz li ser bingeha nirxan şîn dibe
Mirov tenê bi xwe re ye û bi xwe heye, an mirov bi civaka xwe re ye û pê heye? Bersiva vê pirsê rêçika jiyana mirovan e. Eger mirov ji bo xwe hebe, her tişt malê bazarê ye. Wê demê rê li ber dejenerasyon û rizandinê nikare bê girtin.
Eger mirov bi civaka xwe re be, pê hebe, mirov ji bo nirx û rûmetên xwe hebe û pê watedar be, pê serbilind, dilxweş û şa be, her çendî bi êş û azar û heya bi mirin be jî, ev ronahî û bilindahî ye. [1]