Kîjan ziman?
#Dilawer Zeraq#
Di van demên dawiyê de, bi sernava, “Em ji UNESCOyê, ji bo Zazakî (Kirmanckî) pêkanîna bernameya parastina ziman, daxwaz dikin.” kampanyayeke îmzeyê hatiye destpêkirin. Û ev kampanya bi taybetî di biwara nîgaşî û medyaya sosyal de berbelav dibe.
Ez ê hema di serî de bêjim ku ev daxwaz, ev kirin, ev pêkanîn û ev hewldan ji hemû aliyan ve sosret e ku hewldanên heta niha hatine kirin, bêqîmet dike. Û ev bêqîmetkirin jî mixabin bi giştî bi destê Kurdan pêk tê; sosrettirîn tişt jî ew e ku di nav van kesan de nivîskar û rewşenbîrên Kurd hene.
***
Gava, piştî salên 1930’yî li başûr perwerdeya bi Kurdî dest pê kir, bi destê serdest û desthilatdaran zaravaya Soranî wekî zimanê perwerdehiyê diyar kirin û bi dehan salan ev zarava wekî Kurdî hat qebûlkirin. Loma jî, her ku çû, Kurmanciya Behdînanî, wekî devokeke bêqîmet û bêpergal hat dîtin û Kurdên ku bi Soranî diaxivîn jî ketin ber vê ferasetê û di roja îroyîn de, bi taybetî Kurdên bi Soranî diaxivin; ji Soranî re dibêjin Kurdî û navê Kumanciya Behdînanî jî bes wekî Behdînanî bi lêv dikin.
Serdestan pêkanîneke manîpulatîf li dar xist; Kurdên ku ji derve de serdestiya hundirîn li wan hatibû bexişandin, xwe xweş li vê pêkanînê anîn û loma jî roja îro basko dikin ku doza şêwezarekê bikin.
***
Piştî têkoşîneke demdirêj, Kurdî li bakur giha azadiyeke bisînor. Piştî demekê ku serdest hay jê bûn ku dê di ser zimên re yekbûneke giyanî çêbibe di navbera Kurdên ku bi şêwezarê Kurmancî û Kirmanckî (Dimilkî, Zazakî) diaxivin de, tavilê dest bi pêkanînên manîpulatîf kirin.
Îro roj, gava em bala xwe didin, di “trt altı”, di “dünya tv.” û di hemû propaganda û daxuyaniyên ku bi destê serdestan, di qaşotiya pirzimanî de, tên kirin. Jargon ev e: “1- Em bi pênc zimanan, bi Tirkî, Erebî, Suryanîkî, Kurdî, Zazakî, weşanê dikin: 2- Filan saziyê ji filan rojê û şûnde bi çar zimanan, bi Tirkî, bi Kurdî, bi Erebî û bi Zazakî, xizmetî welatiyan dike.”
Ev jî pêkanîna manîpulatîf e. Ji ber ku serdest şêwezara Kirmanckî (Zazakî) naxin nav Kurdî û hewl didin ku wekî zimanekî cuda bidin qebûlkirin. Û rê heye ku siberojê hin Kurmanc xwe li vê pêkanîna manîpulatîf bînin û rabin bêjin, Kurmancî zimanek e û Zazakî zimanekî dîtir e. Û berevajiya vê dibetiyê, tiştekî dî jî heye; hê jî, gelek Kirmancên (Zazayên) li bakur, gava diaxivin, dibêjin, “Ez bi Kurdî nizanim, bi Zazakî dizanim.” Û ew bi xwe, bi gotina xwe a bi vî rengî, Kirmanckî (Zazakî) dikin zimanekî dîtir.
***
Di vê kampanyayê de, Kirmanckî wekî zimanekî cuda tê qebûlkirin û paldana li kampanyayeke bi vî rengî, serê pêşîn qebûleke bi hişmendiya serdestiyane ye.
Em bêjin, ev kampanyaya îmzeyê ji alî UNESCOyê ve hat qebûlkirin, wê hingê em ê ji ruhê xwe, ji hêlîna xwe, ji dêya xwe, ji dîroka xwe, ji têkoşîna xwe re bêjin çi?
Bi herhal em ê serê xwe bi ber xwe ve bikin, di ber xwe de bikin kurtepist û bêjin; “Ji ber ku me nekarî Kirmanckiya xwe digel Kurmanciya xwe biparêzin û xwedî bikin, loma Kirmanckiya me hat ber mirinê…”
*21’ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê li hemû zimanan pîroz be!Kaynak: Kîjan ziman - Amîda Kurd
[1]