#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (233): Erdhejeke roxandêr û xişimûbêtareke mirovahî… Kanîn û alîkariyên rizgakirin û fîxaniyê yên nizim.
Li hember xişimûbêtara erdheja ku li Berbanga 6.2.2023an. Z li herêmine pir fere ji Sûriyê û Turkiyê xistî, ziman lal dibe û pênûs bi kêrî nivîsandinê nayê, çimkî ta niha piraniya nişteciyên wan herêman ên ku ji mirinê rizgar bûnê li derveyî malên xwe radizên, dîmenên mirin û wêrankirinê li ser bajar û gundewaran kon vegirtine, bi dehezaran qurbaniyên kuştî û birîndar hene, û ziyanên şênberî yên malmewdan û binevahiyan bi milyaran dolar e, li kêlek wê jî ziyanên mezin di hemî warên jiyanê de û êş û zehmetkêşanên ku bi tu buhayê nayêne pîvandin.
Em şopandina karê binpêkirin û tewanan (yên ku di dermafê Herêma Efrînê ya dagîrkirî û xelkê wê de bi rengekî berdewam têne kirin) di vê raporê de bi bîr nînin, û emê vê hejmarê bi erdheja ku li Efrînê xistî û encamên jê derketine taybet bikin.
= Qurbaniyên kuştî û birîndar:
Li rex bi hezaran birîndar û seqtiyên hetaheyî ji nişteciyên herêmê û anîndeyên hatinê de (yên ku piranî ji Bajarê Cindirêsê), hejmara miriyan li bajêr gihîştiye /756/an – li gor serjimara “Encûmena Xwecihî li Cindirêsê – /9/ ê Reşmehê” û du xort jî ji anîndeyan li Bajaroka “Meydanekbezê”; Û li gor serjimareke taybet jî hejmara miriyên herêmê gihîştiye dora /200/î (/2/ li Meydanekbezê, du zarok li Bajaroka Şiyê, /8/ li Bajarê Efrînê yê kevin, /7/ li Gundê Hemamê, û yên din jî ji xelkê Cindirêsê); Ji bilî yên ku ta niha di bin kavilan de yan rewşên wan ên tendurstiyê di metirsiyê de. Û herweha jî bi dehan qurbanî ji xelkên herêmê li bajar û bajarokên Turkiyê mirin.
= Roxandin:
Ziyanên piçekî gihîştin bi hezaran mal û avahiyan li seranserî herêmê, herweha bi dehan mal li bajarok û gundên (Şadêrê, Îska, Mabeta, Kurê, Meydanekbezê, Hemamê, Anqelê, Senarê, Şiyê, Kaxrê…) û li Bajarê Efrînê, lê roxandin û hilweşndina mezin para Bajarê Cindirêsê yê wêranbûyî bû (/257/avahî bi tevahî hatine hilweşandin û /1100/avahî jî ziyan dîtine – li gor serjimara Encûmena Cindirêsê ya Xwecihî), yanê bêtirî 70% jê hatiye hilweşandin an jî têde nayê rûniştin.
= Piroseyên rizgarkirin û derxistinê:
Di siya heyamên zivistanê yên sert de ew hêdîhêdî bi rêve diçûn û ta niha, ji ber kanînên lawaz û tunebûna alav û pêdiviyên “Berevaniya Sivîl” di xişimûbêtaran de li ba destlatên dagîrker û encûmenên xwecihî yên pêve girêdayî, û tenê “Berevaniya Sivîl a Sûrî – Kumsipiyan” a ku ji katên pêşî ve bi kanînên pir nizim kar kiriye, û ji destpêka roja dudiyê ve tîpên rizgarkirinê yên ji Parêzgeha Idlibê -ya ku “Desteya Tehrîr El’şam” desteser dike- hatine şandin hevkarî kirin, û herweha jî aletin giropine “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî”, di roja sisiyê de tîpeke teknîkî ji “Misirê” û yeke din e bijîşkiyê ji “Ispaniya” di roja pêncê de; Û li Şeva Înê 10.2.2023an. Z û piştî /108/ katan ji kar, “Bervaniya Sivîl” dawîkirina piroseyên lêgerîn û rizgarkirinê û destpêkirina lêgerîn û derxistina terman ragîhand. Lê giropeke aletên giran -ên ji Kurdistana Îraqê hatine şandin- roja 11.02.2023 derbasî Efrînê hate kirin.
= Fîxanî û alîkariyên mirovahî:
Ji destpêka roja dudiyê ve xelkê gund û bajarokên Efrînê dest bi komkirina alîkariyên rengereng kirin di gel giropên mêran ji bo alîgiriya ziyagihîştiyan li Cindirêsê, bi ser de jî pêşxeriyên tekane; Û li roja pêncemîn karwaneke alîkariyê ji Kurdistana Îraqê derbasî Cindirêsê bû, û nûçeyine derbasbûna karwanine din jî hene; Û hewcedariyeke girîng û mezin gerek e, ji bo bicihkirin û peydakirina pêdiviyên jiyana rojane ji hezaran malbatên ziyandîtî re.
= Kend û astengî û dizîn:
– Hikometa Anqerê -ji ber ku dewleteke dagîrker e ji Herêma Efrînê re û ala xwe li ser radike- bi erk û stubariyên xwe ranebû û beşdariya wê tune bû, û bi karîseta Cindirêsê re neda û nestand weke çawa bi herdu bajarên “Rihaniyê û Qirixanê” yên Turkî û hevcîwar re dayî û standî, û bi taybetî wê kanîbû bilez tîpekê tevî alavên gerek bişîne, bi kêmanî ji nav bêtirî /25/hezar tîp (di nav de jî tîpine navdewletî ji dora/80/dewletî) yên ku li ser xaka wê kar dikin, ji ber ku piroseyên rizgarkirinê çênabe werin şûnxistin. Û cudahiyeke mezin di nav piroseyên rizgarkirinê li Turkiyê û Cindirêsê de heye.
Bi ser de jî Istîxbaratên Turkiyê “Hikometa Sûrî ya Demkî” û Hemahengiya Sûrî – Ixwanî ya rikber neçar kirin ku karwana alîkarî û sûtemeniyê (a ku ji Rêvebiriya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê ve hatiye şandin nepejrîne, û ew ji /8/ê Reşmehê ve li Derbasgeha “Um Cilod” – Munbicê rawestiye û li benda erêkirina aliyê din e, û amede ye ku hîn bêtir bişîne, lê serokê Hikometa Demkî “Ebid El’rehman Mistefa” yê bi ser Turkiyê ve pêşewaziya wan alîkariyan bi awakî aşkere red kir; Û ta niha derbasgehên herêmê bi Rojhilatê Ferêt û hundir Sûriyê re girtî ne.
– Hikometa Sûriyê bi erkên xwe li hember Herêma Efrînê ranebû, ne di warê bikaranîna zext û fişarên siyasî û dîplomasî li ser Hikometa Turkiyê ji bo vekirina derbasgehan û sazkirina alîkariyên navdewletî ji herêmê re, yan jî şandina alîkariyan jêre bi riya hevrêzkarê Neteweyên Yekgirtî yê warên mirovahî li Sûriyê, weke çawa karwanên alîkariyan ji Parêzgeha Idlibê re amede kirine û “Desteya Tehrîr El’şam” jî pêşewaz nekirine.
– Ta niha tu tîp û alet û acetên taybet bi xişimûbêtaran an alîkariyên fîxaniya navdewletî û navnetewî negihîştine Efrînê, lê gelek jê gihîştine herêmên di bin destseriya Rijîma Sûriyê de.
– Kanînên nexweşxanên giştî û taybet li Efrînê ji bingeh ve lawaz û bes nakin, û bi enerciyeke nizim di dema karîsetê de kar kirin.
– Geregoşî û tenêtî kete karê rêvebirin û rizgarî û fîxaniyê, destên milîseyan man bilind, di rojên dawiyê de Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad, Firqit El’hemzat, Ehrar El’şerqiyê” taxên hundir Cindirêsê di nav xwe de parve kirin, û çekdaran malmewdan û kelûpelên pir dîkan û malan li Efrîn û Cindirêsê û yên ji bin kavilan derdikevin dizîn, herweha jî hinan ji wan li Cindirêsê di dema parvekirina alîkariyan de û hin caran jî di dema rizgarkirinê û veşartina miriyan de, bi nijadperestî bi Kurdan re dan û standin.
Û weha jî rêbendên çekdaran li Derbasgehên Cindirêsê hin alîkarî ji makînên ku dikevin bajêr dizîn, û duh li Înê bi sedema nelihevkirinê li ser dizînên hundir Cindirêsê, anîndeyek bi qurşîna endamekî “El’hemzat” hate kuştin.
– Gelek malbatên anîndeyan konên xwe li dor Cindirêsê vegirtin û dibêjin em jî wêranberên wê ne da ku alîkariyan bistînin, û li Bajarê Efrînê giropine anîndeyan embarek alîkariyên ji Cindirêsê re hatine şandin basmîş kirin û dizîn.
– Rêkxiraw û komelên ku bi navên xêrxwaziyê di pênc salên borî de li Efrînê kar dikirin, di vê karîsetê de wendayî bûn.
– Ta niha Bajarê Cindirêsê ji aliyê Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê û Hikometa Demkî ve, weke herêmeke wêrankirî nehatiye ragîhandin.
= Çi tê Xwestin:
– Divê Bajarê Cindirêsê mîna herêmeke wêranbûyî were ragîhandin, û bi yasayên navdewletî yên taybet bi xişimûbêtar û rewşên awerte were giştîkirin.
– Vekirina derbasgehên herêmê ji aliyên têvel ve û hilanîna qeydan ji ser guhestina sivîlan, kelûpel û şênberên xwarinê.
– Şandina tîpên navdewletî û navnetewî yên lezgîn tevî pêdiviyên taybet ji bo tewawkirina piroseyên lêgerîn û derxistina terman û rakirina kavilan, û herweha jî pêşkêşkirina alîkariyên fîxanî û mirovahiyê ji wêranberan re, û pêşkêşkirina alîkariyê û xizmetguzariyên bijîşkiyê ji nexweş û perîşanan re.
– Çêkirina komîteyên pispor ji bo pîvandina rewşa avahiyên ku ziyan gihîştinê û bêlîkirina radeya rûniştinê têde.
– Dandina ziyanên kesên ziyan dîtine, û ji nû ve destpêkirina avakirina malmewdan û binevahiyên ku ziyan gihîştinê, û pêşkêşkirina şêweriyên geşepêdan û xizmetguzariyê û bingehên jiyana rojane.
– Damezrandina desteyeke berevaniyê ye sivîl û amûreke rewşên awerte li herêmê -ger di pileyeke nizim de be ji kanîn û pêdivî û aliyet û acetan de jî ne xeme- ji bo rûbirûbûna kirîzên pêşerojê.
Xişimûbêtara li Turkiyê û Sûriyê bi ser gelên herêmê de hatiye bûyereke dîrokî pir mezin e, divê ibret û ezmûn jê werin wergirtin, û ya yekê rêgirek ji gizgizî û nakokiyên çekdarî, tundrew, teror, zordarî, tundûtûjî û dagîrkirina erdên bilî xwe re were danîn, û herweha jî tewanên şer, tewanên li dijî mirovahiyê û têvel binpêkirinên ku rûmeta mirov û mafên wî armanc dikin bêne rawestandin; Û li vir ji Hikometa Turkiyê tê xwestin -weke çawa di çetintirîn karîsetên Efrînê de dev jê berda û bi berpirsiyartiyên xwe yên siyasî û yasayî ranebû- divê artêşa xwe ta sînorên navdewletî vekşîne, dagîrkirina xwe ji herêmê re bi dawî bike, û piştgiriya xwe ji milîseyên nandoz re biseknîne; Herweha jî ji hemî aliyên Sûrî tê xwestin ku bi naveroka biryara navdewletî/2254/pabend bin, û berê xwe bidin çareyeke siyasî ji kirîza welatê xwe ya kêmgirtî û kufitî re; Lê ji Civaka Navdewletî û Neteweyên Yekgirtî jî tê xwestin ku alîkariyên lezgîn pêşkêş bikin, zextê bikin ku nakokiyan li ser Sûriyê ko bikin, û çareseriyekê ji kirîza wê re bibînin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]