Ziman amûra herî bihêz ji bo mêtinkariyê
Evîn Azad
“Ziman muzexaneya fosîlên medenîyetan û jiyanê ye!”
Anthony Gramsci
#Ziman# bîrek e ku dîrok û çanda neteweyekî tê da tomarkirî ye. Hebûna vî hizrê dibe sedema xwenasînê û hebûna nasmayek neteweyî. Ziman ji ber ku ji bo neteweyek tiştek bingehîne ji bo mêtinkaran jî dibe amûra herî giring û bihêz ji bo kolonîzekirinê. Di vê nivîsê da jî emê herî zêde li ser wek amûrek bi kar anîna ziman rawestin.
Mêtinkar cihên ku dixwazin xwe lê bi cih bikin cara pêşîn bi amûrên zextê hebûna xwe wek tirsek di dilê neteweyên bindest da bi cih dikin û her dem vê tirsê di dilê bindestan da zindî dihêlin. Ev tirs bi xwe ra îmajek jî derdixe holê û ev îmaj jî wek wêneyek her dem di mejîyê bindestan da zindî tê hêştin. Ew îmaja ku di mejîyê bindestan da ava dikin îmaja serdestan e ku ev îmaj jî “ya serkeftî û ya herî bi hêz û ya herî medenî û ya ku divê em bibin wek wan”e. Ev îmaj rengê “kirdeya tê daxwazkirin” li xwe dike. Li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk ji bo ava kirina vê îmajê her dem derfetên di destê xwe da bi kar anîye.
Ev wêne di 18ê Nîsana sala 1925an da ji Rojnameya Cimhûrîyetê (Cumhuriyet Gazetesi) derketîye. Di vir de destê dewletê sembolîze dike û yê ku tê heciqîn jî Kurdan sembolize dike. Dest ji însanekî mezintir hatiye çêkirin û ji hesinê hatiye çêkirin. Îmaja mezinbûn û bihêzbûnê hatiye dayîn. Ev destê hesin di salên cuda da û di rojnameyên cuda da herdem hatîye bikaranîn.
Ev herdu wêne jî di sala 1937an da li ser Serhildana Dêrsimê di rojnameyan da derdikeve. Di van wêneyan da dîsa sembola destê dewletê wek hêza dewletê hatîye bikar anîn û Îsmet Înonu wek sembola mezinbûna dewletê mezin hatiye çêkirin û cilên ku lê ne jî wek sembola medenîbûnê ye. Kurd jî di van wêneyan da zef piçûk, pêxas û ne medenî hatine nişandan û çiyayên Kurdistanê jî sembola erdnîgarîya Kurdistanê ye ku hatîye kolonîzekirin.
Çawa ku di van wêneyan da jî tê dîtin dewleta Tirk ji bo xwe bi cih kirina li Kurdistanê destpêkê herî zêde amûrên zextê bikaranîye û bi van amûran armanc avakirina îmajek bû! Îmaja ku hate ava kirin “nemimkunbûna derxistina mêtinkaran ji Kurdistanê û bihêzbûna wan û mezinbûna wan” bû. Yanê tişta ku di van wêneyan da em dibînin wek tirsek û baweriyek kete dil û mejiyên Kurdan. Mêtinkar bi gihêştina dil û mejiyên neteweyên bindest biser dikevin û hegemonya xwe bi vî awayî ava dikin. Lê ji bo mayindebûna mêtinkarîyê bi tenê amûrên zextê ne bes in. Digel amûrên zextê divê amûrên îdeolojîk jî werin bikar anîn. Lê ji bo ku bikaribin van amûrên îdeolojîk bi awayekî fonksîyonel bikar bînin divê zimanê ku tê bikaranîn ji alîyê neteweya bindest ve bê fehm kirin. Di vir de “ziman” wek amûrek mêtinkarîyê derdikeve pêş me.
Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê digel amûrên zextê (hikûmet, birêveberî, artêş, asayiş, dadgeh, girtîgeh) herî zêde bala xwe daye li ser amûrên îdeolojîk (îbadetxane, partî, sendîka, komele, çapxane û dibistan) ku bi rêya van amûrên îdeolojîk asîmîlasyona neteweyek hêsantir e. Di armanca bikaranîna van amûrên îdeolojîk de armanca sereke ji holê rakirina ziman bûye. Ji ber ku ziman bi gotina Iain Chambers “di rastiyê de ziman ne amûrekî danûstandinêye, di pêşiya her tiştekî de amûrekî çandsaziyê ye ku xwebûnîyên me û wateyê ava dike”. Yanê armanc ne danûstandineka medenî bû ji bo Kurdan, armanc ji holê rakirina xwebûnîyên me û kodên me yên civakî bûn. Di her Kurdekê/î da bi rêya ziman ev kodên civakî veşartî ne.
Ania Loomba diyar dike ku ziman, berhema kirdeya axêver nîn e, berevajî vê yekê, kirde dema gotina xwe di nava sîstema rêzimanî ya diyarkirî ya civakê da perwerde bike, hingê dibe kirde. Li gor psîkanalîza Lacan jî ziman di pêşîya kirdeyê da ye. Li gor Lacan zarok li ber “eynik”ê bi cudahiya xwe ya ji hemî dinyayê dihese lê piştî bikarananîna ziman dibe kirdeyek. Ji ber vê jî her peyvek ji takekesiyê wêdatir ji bo analîzkirina dîrokê û şixulîna hişmendiyê giring e. Ji ber van sedeman peyv û îmaj ji bo analîzkirina dîroka kolonyalîzmê du tiştên bingehîn in. Ev tên wê wateyê ku Kolonyalîzma li Kurdistanê bi jinavbirina zimanê Kurdî her Kurdekê/î wek kirdeyek ji holê radike. Ev kes ji kirdebûnê dadikeve asta objebûnê. Ji hemû nasnameyên xwe yên civakî û taybetîyên xwe yên civakî tê dûrxistin û objeyek patolojik derdikeve holê. Ev obje, bi amûrên îdeolojîk yên dewleta Tirk her dem ji nû ve tê înşa kirin (Ji ber vê yekê ye ku îro li Tirkîyeyê piranîya nijadperestên Tirk kesên ku hatine asîmîlekirî ne). Di vir de digel hegemoniya dewletê bi rêya van amûrên îdeolojîk “riza” civaka Kurd jî tê înşa kirin.
Ev wêne ji rojnameyek Tirkî ya sala 1938an da ye û tê diyar kirin ku kesên bi Tirkî xeber nedin dê werin sizadan. Di vir da wek amûrek îdeolojîk (bikaranîna çapxaneyan) em dibînin ku yekser hegemoniya dewletê derdikeve pêş.
Ev wêne jî di sala 2019an de di Newrozê da ye ku ala Tirkan ji alîyê Kurdan ve hatîye bilind kirin. Di vir da jî bi rêya amûrên îdeolojîk (bikaranîna partî û sendîka) înşakirina “riza” ya civakê, em dibînin ku asîmîlasyona Kurdan gihêştiye wî radeyê ku xwebûnîyên wî ji holê hatine rakirin û tîpolojîyek patolojîk derketiye holê. Ev “riza” ya ku hatiye înşakirin jî îro dibe sedema self-kolonyalizmê. Yanê cihê ku êdî dewleta Tirk bi awayekî objektîv li wir nebe jî bi van programên kolonyalîzmê bi dagirtina zimanê Kurdî gihêştiye rihê Kurdan ku Kurd wek rihek protez* di nava malên xwe da jî êdî bi zimanê Tirkî tevdigerin! Belê ne ku ez bêjim bi zimanê Tirkî xeber didin. Min got bi zimanê Tirkî tevdigerin çimkî çawa ku li jor jî hat destnîşankirin ziman ne tenê danûstandin e! Ziman hizirkirin e ji bo îro, teheyûla siberojê ye û paşxaneya dîroka tomarkirî ye ku digel vê hişmendiyê tevgerîneke ku hemû qadên civakî li xwe digre. Yanê tevgerîna bi zimanê mêtinkaran ji holê rabûna doh û îro û siberojâ Kurdan e. Ji ber vê jî dîroka kolonyalîzma li Kurdistanê di du têgehan de veşartiye; îmaj û peyv!
Iain Chambers(2014). Göç, Kültür, Kimlik. rûpel. 41
Ania Loomba(2000). Kolonyalizm Postkolonyalizm, rûpel 57.
*wek “aqlê protez” ku Sharo GARÎP li ser Kurdan vê peyvê bikar tîne.
[1]