Bend kevntirîn gundê Urmiyê û seyrangeha xelkê navxwe û bîhanî
Solîn Urmiye
Rojhilatê Kurdistan xwedanê sedan cihê balkêş û geştiyariyê ye û her navçeyeke vê beşa Kurdistanê bi tena serê xwe cihê geştyarî heye. Li bajarê #Urmiyê# jî ku yek ji bajarên mezin ê Rojhilatê Kurdistanê ye, dehan cihên geştyarî û balkêş heye ku yek ji wan cihan gundê “Bend” e.
Gundê “Bend” ser bi navçeya “Berandiz” a bexşa navendî ya bajarê Urmiyê û 3 kîlometreya başûrê rojavayê Urmiyê hilkeftî ye. Herwisa ev gunde li ser rêya çemê “Şehrçayî” û di 5 kîlometreya Urmiyê de hilkftî ye.
Gundê geştyarî yê Bendê ku dîwar bi dîwarê bajarê Urmiyê ye, yek ji cihên geştiyariyê yên Urmiyê ye û di navbera du çiyayên zinarî de li geliyekê hilkeftî ye. Bilindahiya vî gundî ji asta deryayê 1400 metre ye. Dîroka avabûna gundê Bendê zêdetirî 3ê hezar sal e û bi yek ji kevntirîn gundê Urmiyê tê hesibandin û dahata xelkê vî gundî çandinî, baxdarî û ajeldarî ye. Herwisa beşe girîng a dahata xelkê di warê geştyarî de tê dabînkirin.
Bax û rezên sêv û tirî bedewiyek bêhempa bexşîne bi vî gundî û ew baxane li qûntarên çiyan û li kêleka çem belav bûne. Hebûna çiyayên bilind û dar û rez û herwisa herikîna çem, bûne sedem ku rojane bi dehan geştyar li Kurdistanê û tevahiya Îranê serdan bikin.
Di rastî de bi kişandina bala geştyarên navxeyî û biyanî, di demeke kurt de ev gunde ji gundekî werzêrî ve bû bi gundekî guncaw ji bo geştiyaran. Piştî nasiyarbûna gundê Bendê wek gundek geştyarî, hêdî hêdî karê piraniya xelkê gund ji bax û cotkariyê ve derbasî xwaringeh û qehwexaneyan bû.
Cihên balkêş ên gundê Bendê
Gundê Bendê ku yek ji seyrangehên sereke yên bajarê Urmiyê ye, xwedî gelek cihên sirûştî ye; Hin ji van cihên balkêş ev in:
- Seyrangeha li kêleka çemê Şehrçayî
- Baxçeyên derdora gund
- Dîtina çiyên bilind û seyrangeha Zivistanî (li Zivistanê zêdetirîn geştyar serdana vî gundî dikin)
- Gola li pişt bendava Şehrçayî bi îmkanatên werzîşî yên li ser avê
- Seyrangeha derdora bendava Şehrçayî
Li destpêka gundê Bendê qadek mezin heye û herdu aliyên wê meydanê tijî ne ji “qehwexane, restûranên gelêrî û modern” ku ji bo bêhnvedana geştyarana cihekî gelek balkêş e. Hin ji qehwexaneyan di nava baxan û tenişt çem de hatine avakirin ku bedewiyek balkêş bexşîne bi vî gundî.
Gundê Band li devereke çiyayî ye û ji her aliyekê ve bi çiyayên bilind ve hatiye dorpêçkirin. Ev jî bûye sedema hebûna keşûhewayeke nerm û xweş di demsalên Bihar û Havînê de; Lê divê hûn bizanibin ku ji nîveya Payîzê heta dawiya Zivistanê, li gundê Bandê germahiya hewayê pir dadikeve.
Di demsala Bihar û Havînê de geştyar ji ber hebûna siûştek şîn û bedew û kaniyên sirûştî û dehan mînakên dinê serdana vî gundî dikin; li Payîzê jî, ji ber bax û darên ku di nava gund û derdora gund de hilkeftine û pelên rengareng û bedew bûne cihê balkişandinê, xelk serdan dikin.
Li Zivistanê jî wekî demsalên dinê, xelkê geştyar serdana vî gundî û cihên balkêş ên derdora gund dikin û ji dîmenên balkêş û bedew ên befrê û herikîna çemê tamê dibînin.
Dawî serjimariya ku li vî gundî hatiye kirin sala 2006an bûye û li gorî vê serjimariyê, gundê “Bend” xwedanê 3,888 (872 malbat) rûniştî ye.
[1]