Rohat Alakom
Stockholm
Nefel، 2002
Rengînî û dewlemendiya folklora kurdî ji zû da bala rohilatnas, kurd-nas, folklorîstan û gelek kesên mayî kişandiye ser xwe. Mirov nikare folklorê tenê wek çend berhemên hinerî bihesibîne. Folklor serboriya civatekê ya dîrokî, civakî û hinerî ye. Folklor pêşketina zimanê wê ci-vatê nîşan dide. Ev yek hemû di nav folklorê de gihiştine hev, di nav hev de hatine honandin, di dawiyê de defîneke çandî pêk anîne û bûne serkaniyên xurt. Akademîsyen û pisporê folklorê yê ermenî A. T. Ganalanyan vê dewlemendî û rengîniya folklora kurdî wek »ansîklo-pediya civata kurd ya jîyînê« bi nav dike. Ji ber vê yekê mirov nikare peyva folklor û jîyînê ji hev bide cida kirin. Mirov dikare bibêje ko folklor bi xwe jîyîn e, lê belê jîyîneke ko hiner û edebiyat ji xwe re kiriye pêlekan.
Kitab oxuyun: Folklor û jinên kurd
Yükləmələrin ümumi sayı:
2,245 dəfə
Kitablarınız sizin icazənizlə yüklənməyibsə, bizimlə əlaqə saxlamağı xahiş edirik.
Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün
simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 18,790 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!