Kitabxana Kitabxana
Axtar

Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir


Axtarış Seçimləri





Ətraflı Axtarış      Klaviatura


Axtar
Ətraflı Axtarış
Kitabxana
Kürd adları
Hadisələrin xronologiyası
Resurslar
Tarix
İstifadəçi kolleksiyası
Hadisələr
Kömək istəyin
Kurdipedi nəşrləri
Video
Təsnifatlar
Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
Element qeydiyyatı
Yeni başlıq qeyd
Şəkil göndərin
Anket
Şərhlər
Ünsiyyət
Bizə nə cür məlumat lazımdır!
Standartlar
İstifadə qaydaları
Məhsulun Keyfiyyəti
Alətlər
Haqqında
Kurdipedi arxivçiləri
Bizim haqqımızda məqalələr!
Veb saytınıza Kurdipedia əlavə edin
E-poçt əlavə / sil
Ziyarətçi statistikası
Məqalə statistikası
Şrift çeviricisi
Təqvim - Dönüstürücü
Yazım yoxlaması
Səhifələrin dili və dili
Klaviatura
İstifadə olunan bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
Dillər
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mənim Hesabım
Daxil ol
Dəstəklənmə
Şifrəni unutdum
Axtar Element qeydiyyatı Alətlər Dillər Mənim Hesabım
Ətraflı Axtarış
Kitabxana
Kürd adları
Hadisələrin xronologiyası
Resurslar
Tarix
İstifadəçi kolleksiyası
Hadisələr
Kömək istəyin
Kurdipedi nəşrləri
Video
Təsnifatlar
Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
Yeni başlıq qeyd
Şəkil göndərin
Anket
Şərhlər
Ünsiyyət
Bizə nə cür məlumat lazımdır!
Standartlar
İstifadə qaydaları
Məhsulun Keyfiyyəti
Haqqında
Kurdipedi arxivçiləri
Bizim haqqımızda məqalələr!
Veb saytınıza Kurdipedia əlavə edin
E-poçt əlavə / sil
Ziyarətçi statistikası
Məqalə statistikası
Şrift çeviricisi
Təqvim - Dönüstürücü
Yazım yoxlaması
Səhifələrin dili və dili
Klaviatura
İstifadə olunan bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Daxil ol
Dəstəklənmə
Şifrəni unutdum
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Haqqında
 Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
 İstifadə qaydaları
 Kurdipedi arxivçiləri
 Şərhlər
 İstifadəçi kolleksiyası
  Hadisələrin xronologiyası
 Hadisələr - Kurdipedia
 Kömək
Yeni başlıq
Biyografi
Ciyərxun
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
Kitabxana
Kürdlər və Kürdüstan haqqında ümumi məlumat
18-07-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Həjar Şamil oğlu
27-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Nadir Nadirov
25-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
03-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
İosif Orbeli
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Yılmaz Güney
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Haciye Cindi
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Kanat Kürdoyev
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
08-11-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Məqalə
  528,307
Şəkil
  106,935
Kitab PDF
  19,855
Əlaqəli fayllar
  100,233
Video
  1,468
Dil
کوردیی ناوەڕاست 
302,046
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,798
هەورامی 
65,797
عربي 
29,051
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,727
فارسی 
8,766
English 
7,231
Türkçe 
3,580
Deutsch 
1,471
Pусский 
1,124
Française 
324
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
57
Հայերեն 
45
Italiano 
40
Español 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
21
日本人 
19
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
中国的 
12
Grup
Azərbaycanca
Biyografi 
8
Qısa təsvir 
7
Kitabxana  
6
Fayl saxlama
MP3 
311
PDF 
30,109
MP4 
2,378
IMG 
195,532
Məzmun axtarışı
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, ...
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi proble...
Biyografi
Kanat Kürdoyev
Biyografi
Haciye Cindi
Biyografi
Yılmaz Güney
Komkujiya Qilabanê 2011
Kurdipedia məlumatı çox asanlaşdırdı! Mobil telefonlarınız sayəsində yarım milyondan çox qeyd cibinizdədir!
Grup: Qısa təsvir | Başlıq dili: Kurmancî - Kurdîy Serû
Paylaş
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Komkujiya Qilabanê 2011

Komkujiya Qilabanê 2011
Komkujiya Qilabanê , an jî Komkujiya Robozkê di 28ê kanûna 2011an de li gundê Robozkê yê Qilabanê pêk hat. Piştî ku di heman demê de civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (LEN) ya Tirkiyeyê ku jê re bi tirkî dibêjin MGK lev dicivê û piştre ev komkujî dibe. Hat gotin ku plansaziya wê komkujiyê di wê civênê de hat kirin. Di wê civinê de, ku armanca ku çavtirsandinê bidina kurdan, firokeyên dewleta tirk diavêje ser gundên ku li wê herêmê û ser 35 mirovê kurd dikuje. Mirovên ku hatine qetilkirin, hemû sivîl bûn. Gelek ji wan temenê bin 18 saliyê re bûn. Li gor ku agahiyên ku dihatin û ketina ajansan de di nav wan de zaroyên 12 salî jî hebûn. Çapameniya tirkî, cih neda bûyerê. Li hin ajansên cîhanê yên weke yên Fransa û Îngilistan û hwd re jî wê komkujiya ku dewleta tirk li ser serê kurdan da kirin, cih girt.[1]
Komkujî, weke ku hemû kurd jî jê bawer dikin ku bi piştgiriya Amerîka û Îngilistanê pêk hatiye.[çavkanî hewce ye] Ji ber ku hertimî di şerê li dijî kurdan de, Amerîka istihbaretê dide tirkî û di çarçoveya wê istihbaretê de komkujiyên kurdan pêk tên.
Balafirên şer ên artêşa tirk ên F16 li gundê Robozikê di navbera Qilaban û navçeya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê de gundî bombebaran kirin. Hate zanîn ku heta niha 35 kesan jiyana xwe ji dest dane. Lê çapemenî û rayedarên tirk tu agahî an jî daxuyanî nedan. Tenê bêdeng man.
Xata dîrokê ya di temenê komkujiyê de
Komkujiya Qilabanê 2011 li ser nexşeya Tirkiye nîşan dideKomkujiya Qilabanê 2011
Gundê Robozkê
Kurdistanê, di sale 1923´an de, di konferansa Lozanê de di nava Îran, Sûrî, Tirkî û Îraqê de hat qatkirin. Di wê demê de, li cihê rêveberiya îraqê, Ingilistan li Îraqê hebû û rêveberî û desthilatdariya wê di destê wê de bû. Kurd, di wê demê de, li başûrê kurdistanê, di bin serkêşiya Şêx Mahmudê berzencî de di tekoşînê de bûn û doza maf, azadî û serbixwebûna xwe dikirin. Rêveberiya Îngilizî, pêşî ji kurdistanîyan re got herê û desthilatdariya keyaniya Kurdistanê, di bin serokatiya Şêx Mahmudê berzencî de hat ava kirin. Lê ev rêveberî, wilo zêde ne doma. Ji ber ku Kurdan, di wê demê de dixwestin ku biserbixwebûna xwe tevbigerihin. Bi vê yekê, êdî artişa Ingilizî ya ku axa îraqê ku başûrê kurdistanê de di nav dihasinad, li dijî wê xwesteka kurdan rabû û ji bêjahî û hewayî ve bidest hêrîşî kurdistanîyan kir û keyaniya kurdistanê ji holê kir.
Di wê demê de, li ser axa Sûrî jî, ku herêma kurdistanê başûr rojavayê kurdistanê di nav de bû, Hêzên firansizî li ser bûn. Wan jî, bi Ingilizîyan re bi yekîtî tevdigeriyan ji bo ku li herêmê karibin xwe li ser axên ku li ser wan bûn xwe bigirin. Di sale 1923´an de, bi vê rewşê diçina konfaresan Lozanê. Di wê demê de, Tirkî jî, biryara avakirina wê dihê dayin. Li gorî, berjewnediyên Îran, Ingilistan, Firansa û tirkiya ku ji nû ve ava dibê ku kurdistan, newê naskirin û di nava wan de were qatkirin. Ku di wê demê de kurdistan hatiba naskirin, wê başûr rojavayê kurdistanê ê ku di bin destê rêveberiya ingilizî de bû, başûrrojavayê kurdistanê ku di bin destê Firansizîyan de bû, rojhilatê kurdistanê ku di bin destê Irane ku bi Ingiliz û Emarikalîyan re pirr baş bi îtîfaqî tevdigeriya hatibû hiştin, wê nema ba. Konfaranse Lozanê li ser wî temenî digihijê biryara qatkirina kurdistanê. Piştre, sînor di nava kurdan de tê xîzkirin û nayê hiştin ku ti kesek karibê ji sînor derbas bibe û herê aliyekî din ê sînor û hevdû bibînin. Weke ku li tirki bû, Ku mirovekî ji sînorê bakûrê kurdistanê derbaskiriba û çûba rojhilatê kurdistanê ku di bin destê Îranê de ya û yanî jî ku çûba başûrrojavayê kurdistanê ku di nav sînorê sûrî de dimêne, weke qaçaxçî tên bi navkirin. Bi vî rengî û gotinên bi vî rengî dihê xwestin ku pêşiya çûna cem hevdû ya kurdan were girtin. Piştî ku Paxta Sadabadê jî hat li Darxistin, wê di wê paxtê de, bi teybetî biryarên ku li ser sînor û jidandina sînoran wê werina girtin. Bi vê yekê, wê çûna bi sder kurdan de bibe. Lê kurdên bakûrê kurdistanê li beşa kurdistanê ya di nav sînorê Îranê de jî, di ya di nav sînorê sûrî de jî û di na ya di nav sînorê Îraqê de jî, li wan xizmên wan hena. Bi heman rengê, ji wan qatên kurdistanê jî, li bakûrê kurdistanê xizmên wan hene.
Ew sînorên ku di nava kurdan de hatina xîzkirin, hertimî bûna sedeme kuştina kurdan. Kurd, hertimî, ji wan buhurtina ku herina cem hevdû û xizmêên xwe bibînin. Ew çûn û hatina wan ya li ser sînor bûya. Tenê ku mirov ji deme konfaranse Lozanê û heta vê demê hilde li dest ku tenê li ser sînor hatina kuştun, ku bi rastî, kronolojiya wan, were derxistin, wê bê dîtin ku heta roja me, bi sadan û hezaran kurd hatina kuştin li ser wan sînoran. Weke xaleka dawiyê ya wan komkujiyan jî, komkujiya Qilabanê û yan jî ku di çapamaniyê de tê bi navkirin komkujiya Robozkê bûye.
Armanca siyasî ya di bin komkujiya Qilabanê de
Komkujiya Qilabanê, weke komkujiyaka ku dewletê bi plankiriya ya. Armanca sereka, ew bûya ku ku çavê kurdan were tirsandin a. Di serî de, weke armanca duyemin jî, ew a ku têkiliya kurdan ya çûna cem hevdû were birrîn a. Armanca sêyemin jî, ew a ku kurd, doza maf û azadiya xwe ne kin a. Bi vê armanca dewletê ya sêyemin ve girêdayî, mirov divê ku weke xalna binî rojavê û pêşketinên ku di wê demê de bûna jî bênê rojavê. di wê demê de, dewletê, komkuji kir ku weke ku kurdan, gavekê bi şûn de bide bi şûn de. Kurdên, başûrê kurdistanê, bi nîvdewletî dijîn. Kurdeên başûr rojavayê kurdistanê, di asteka nîv dewletî de dijîn. Kurdên bakûrê kurdistanê jî, xweseriya xwe denezandin. Bi komkujiya Qilabanê re, hat xwest ku xatekê di nava van pêşketinên di nava kurdan de ji aliyê civaknasî, sîyasî û dîplomatikî ve were danîn. Bi vê yekê, komkuji, pirr bi planî hatiye kirin. Di roj û saete ku komkuji pêkhat de, lijneya bilind a ewlakariyê ya millî ya tirkiyê li hevdû dicîvî bû. Piştî, bidawîbûna civînê bi saatekê û an jî du saetan re ev komkujî pêk tê. 'Dewletê, wilo fikir ku weke ku berî wê komkujiyê bi salakê li Gundekî xizane Amedekê bi destê çend cerdewanan 44 kurd hatina qatilkirin û ew komkujî, di çapameniyê de weke komkujiyaka ku di ancama berjewnedîyan û an jî dozaxwûnê de pêkhatiya û bi wê rengê daya nîşandin, wê fikir kir ku wê ew komkujiya Robozkê jî, wilobi wê rengê bida nîşandin.' Di wê komkujiya ku têde 44 kurd hatina qatilkirin, hingî, serokkomarê tirk Abdullah Gül bixwe derket ber çapameniyê û got ku di kevneşopa wan de temenê vê heya û ev dozaka xwûnê ya.
Koordîna, plan û istihbarate komkujiyê
Di deme ku komkujiya Robozkê bû jî, kurdan û gotin ku emarîka û Îsrail, istihbarate wê komkujiyê dane[çavkanî hewce ye]. Piştre, ne bi gelekî re derketa li holê ku Ji navenda Emarika istihbarat hatiye. Bi firokên bêmirov ku ji wan tê gotin Heron, bi wan, îstihbarat bi dîmenî hatiye girtin û hatiye kifşkirin ku ew kî na. Lê tevî wê jî, piştî ku îstihbarat, hatiye dayin li destê rêveberiya tirkî, êdî ji aliyê Sorokwezir û û serokfermandar ve ferman hatiye dayin û komkuji pêk hatiye. Kurdan, ev komkuji, di nava xwe de weke Komkujiya Qerqeliyê ku li navçeya Wanê pêk hatiye û nav wê weke sihûsêgûla bûya malê dîrokê, tijbandina wê. Di wê demê de jî, Komkujiya Qerqeliyê, ji aliyê generalê tirk Mustefa Muglali ve hatibû kirin.
Piştî komkujiyê re hewldanên dewleta tirk yên bi arnamca ser komkujiyê bigirê
Piştî ku komkujiya Robozkê, pêkhat, dewletê, hertimî hewlda ku rojevê biguharinê û ser buyarê bigrê. Piştî komkujiyê re doza 12 êlûnê hat dest pê kirin li berçav. Ji bo ku rojev were guharandin bi wan, çend generalên tirk jî hatina girtin. Piştre, ji bo ku dîsa komkujiyê ji rojavê derxê, bi navê komisyona lêkolînê li meclisa tirkî, komisyojek hat avakirin. ev hewldan hemû jî, ji bo ku serê komkujiyê bide girtin û an jî, wê ji rastiyê dûr bide nîşandin. Lê tevî ku heta, îro(28. Mai 2012) bi ser 5 meh jî buhurtin jî, hê jî, ti kesek ne hata derizandin. Vajî wê, siyesetmederên kurd, yên ku komkuji dikirina rojavê de, ji wan re doz li ser dozê hatina vekirin. Yên ku komkuji sermazar kirin, rastî hêrîşa hêzên dewletê hatin. Ji bo ku bertekên gelê kurd, bênina xwerê, li berçav dozek vekirin. Lê doz li kê hat vekirin û kî têde hata darizandin, ew veşartî ma. Qatilên ku komkuji pêkhanîn, veşartî man. Lê kurdan, tevî hemû hêrîşan jî, dev jî biçûna bi ser komkujiyê de ku ji bo ku wê derxistina li holê û qatilên wê teşîr bikin ne berdan.
Di şerê li dijî kurdan de, tirkî, heta vê rojê jî, piştîgirî ji welatên andamê NATO û Emarika girtiya. Emarika, li dijî, tevgera kurd ya azadiyê, hertimî, bi sîyasî, dîplomatikî û gelek aliyên din ve piştgirî dayê de. Ku ne bi wê piştgiriyê ba, wê heta roja me, ew şer ne hatiba domandin. Rêxistinên kurd, hem li kurdistanê û hem jî dervî kurdistanê li ewropa, hertimî hatina kirimînalîzekirin. Televizyonên kurd, ên weke roj tv, ji bo ku bi kurdî weşan dikirin û maf û azadiya kurdan dihanîn ser ziman, hatina girtin. Ev hemû, di wê deme ku ev komkuji bû de, bêhtirî, hatina berçav û bandûra wan hat dîtin. Bi van re, mirov karê bibêje ku dewletê, li hemberê xwestina statûya xwe ya kurdan, bi komkuji û înkara xwe re bi van rengan bersiva daya kurdan. Komkujiya Robozkê jî, bi armanca çavtirsandinê ji bo ku kurd maf û azadiya xwe doz nekin û nexwezin, hatiye kirin. Kurdan, ji bo ku ev fahm kir, êdî bêhtirî doza mafê xwe yê azadiyê kirin. Bi wê re, divê ku mirov bibîr bixe ku di vê demê de ser 15 hezar sîyesetmederên kurd jî ji bo ku doza azadiya kurdan kirin û mafê kurdan bi lêvkirina, hatina girtin û nûhan di zindanê de na.
Xwepêşandinên ku li gelemperîya Kurdistanê ji bo Komkujîya Qilabanê bûn
Li Kurdistanê, piştî ku komkujiya Qilabanê bû, li her bajar, navçe û gundên kurdistanê, xwepêşandin ji bo komkujiya Qilaban û Şermazarkirina wê bûn. Di hemû xwepêşandinan de, xwestekek bi dirişim û gotinên kurdan re derketina li pêş. ew jî, ew bû ku berpirsîyarîyên komkujiyê derkevina li Holê. rayadarên dewleta tirk, di despêka komkujiyê de bêdeng man. Roja ku komkuji bû, heta ku di çapamaniya kurdistanê û ya navnetewî de bi awayekî mazin cih negirt, dewlete tirk, rayadarên wê û çapameniya wê, komkuji ne hilda rojava xwe. Piştî ku hilda rojava xwe jî, bi gotinên ku hêrîşî kurdan bikin, hildana roja xwe. Minaq, di gotin ku ew mirovên ku li wir hatina kuştin, çi karê wan li wir hebû?. Bi vî rengî, xwestin ku yên ku di komkujiyê de hatina qatilkirin, bi berpirsîyar bidina nîşandin. Li Meclîsa tirk, komîsyonaka ku Lêkolîna komkujiyê bike hat ava kirin. Komîsyonê, tenê tenê bi armancekê derketa li pêş. Ew jî, ew bû ku bertekên ku ji nava kurdan ji bo komkujiyê bilind dibin kêm bin.
Komkuji, ji roja ku pêk hat û hata ku demên pitre hemûyan jî, kurdan xwestin ku rayadarên derwletê ên ku fermana komkujiyê dane werina derxistin li holê. Lê ti carî, ew mirovên ku ferman dabûn, ne hatina eşkera kirin.
Piştî komkujiyê bi 5 mehan di rojnemaya Emarikî ya bi navê The wall Street journal, nivîsand û hanî ser ziman ku Pantagonê îstîhbarate komkujiya Robozkê daya tirkî û rayadarên tirk, ferman dane. Ev hanîna li ser ziman ya rojnemê, bi rojan hat nîqaşkirin. Lê rayadarên dewleta tirk, hewldan ku pêşîyê li wan nîqaşên ku piştî nivîsa wê rojnema Emarikî bûn jî bigirê. Bi vê yekê, dewletê, xwest ku berpirsîyarîya xwe ji berçav bide dûrkirin. Serokwezirê tirk Recep Tayyip Erdoğan, di axiftina xwe ya li ser komkujiya Robozkê de, got ku me tazmînate wê jî daya, êdî çima li ser tê axiftin û di rojevê de tê hiştin. Serokwezirê tirk T. Ardogan, herdemî, komkuji parast û yên ku komkuji kirina, veşartin. Kurdan, ew bixwe, weke yê ku ferman daye hanî ser ziman û di xwepêşandinên xwe de bi dirişmî û dengê badikirin ku qatil Ardogan. Bi van gotinan, ji rojnemavana xwest ku êdî ti kesek komkujiyê ne hildê rojava xwe.
Kurd, li Kurdistanê, her roj derketina qadan û ew komkuji şermazar kirin û xwestin ku berpirsîyarên wê werina derxistin li holê. Di her xwepêşandinên xwe de kurdan, xwestin ku kê ferman daya, were eşkera kirin. Bi vê yekê û armancê, hertimî pirsîn ku kê, ferman daya? Ev pirs, weke pirseka ku hertimî kurdan dipirsîbû. Lê ew pirs jî, ti carî, ne hat bersivandin. Ew pirs, hertimî, bêbersiv hat hiştin. Heta roja me jî, ev pirsa kê, ferman daya, bêbersiv a.
Birina komkujiya Robozkê li dadgeha navnetewî
Partiya kurd BDP, piştî ku fahm kir ku wê êdî li hundurû ti ancam ji dewletê û lêgerînên wê yên li berçav dernekevin, êdî bi serlêdanê serî Dadgeha sûcên şer ya navnetewî lê da. Tirki jî, ji bo pêşî li wê dozê bigirê, doza li dadgeha xwe dayî vekirin bêî ku ti çareserîyan û bîryaran têde bide girtin, di kudandinê(sûrûncemê) de dihêle.
Giringiya birina vê doza komkujiya kurdan li dadgeha navnetewî, ew a ku wê pêşiya komkujiyên din yên bi vî rengî bêgirtin. Lê ku ti ancam, ji dadgeha navnetewî, bi herênî newina girtin, wê êdî pêşiya komkujiyên nû ku bibin newê girtin. Ji ber vê yekê, giringa û wate wê heya.
Siyasetmedaran çi got?
« Îro welat parçe bûye. Ez êdî bawer im. Hûn 50 hezar carî jî bikujin navê van deran Kurdistan e û navê vî gelî kurd e. » Hevserokê BDP'yê Selahattin Demirtaş
« Ewên ku behsa nîjadkujiyê dikin ma ev ne nîjadkujî be çi ye? Ewên ku Esad û Qedafî rexne dikin, îro ji wan zêdetir kirine. Ew gelên xwe bombebaran nakin. Ev nîjadkujiya ku ne kêmî Qedafî û Sedam e, wê di dîrokê de cihê xwe bigire. Serokwezîr Erdogan wê weke serokwezîrekî nîjadkuj di dîrokê de cih bigire » Hevserokê KCD'yê Ahmet Türk
« Wê bedêla hemûkan were standin. Yê ku ne stîne bila nemêr be. Heta em hesabê vî karî ne pirsin sekin nîne! » Parlementerê Mersînê yê BDP'yê Ertuğrul Kürkçü[1]
« Em hem dilgiraniya xwe li hemberî wê bûyera diltezîn radigihînin û di heman demê de teqeziyê li ser helwesta xwe dikin ku çend zûtir rewş bi rêya aştî û siyasî bê çareserkirin baştir e, ji bo ku êdî xelkê sivîl û medenî rastî wê ziyana ku rûdayî nebin. » Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
« Em ji bo êşa we parve bikin li vir in. Em dev ji vê bûyerê bernadin. Emê vê bûyerê bînin rojeva meclîsê û ji bo ku berpirsyarên bûyêrê derkevin holê çi ji destê me were emê bikin. » Serokê CHP'yê Kemal Kılıçdaroğlu
« Di operasyona hewayî de 35 hevwelatiyên me jiyana xwe ji dest dane. Serokerkaniya me gotiye me dest bi lêgerînan kiriye. Ez jî bi serokerkan re civiyam. Ji bo serokerkan û serleşkeran (her çiqas medya wisa bike jî) re spas dikim. » Serokê AKP'yê Recep Tayyip Erdoğan
« ...ev qezayeke operasyonê ye. » Alîkarê serokê AKP'yê Hüseyin Çelik
« Em di vê mijarê de li aliyê ku hikûmeta tirk lê ye, ne. » Balyozê giştî yên DYA'yê li Enqereyê Francis Ricciardone
Herwiha di rojnameya amerîkî WSJ'ê de nûçeyek derket ku, dihate gotin; Amerîkayê, îstîhbarata Robozikê bi balafirên xwe yên bêmirov (ji wan re predator tê gotin) daye Tirkiyeyê. The Gardîyan
Bu məqalə (Kurmancî - Kurdîy Serû) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 1,571 dəfə baxılıb
HashTag
Resurslar
[1] İnternet səhifəsi | کوردیی ناوەڕاست | Wikipedia
Əlaqəli fayllar: 1
əlaqəli məqalələr: 5
Yayımlanma tarixi : 28-12-2011 (13 İl)
Orijinal Dil: Türkçe
Şəhərlər: Şirnax
Sənəd növü: Tərcümə
Texniki meta məlumatlar
Məhsulun Keyfiyyəti: 99%
99%
Bu başlıq سارا ک tərəfindən 08-05-2022 qeyd edilib
Bu məqalə هاوڕێ باخەوان tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Bu mövzu sonuncu dəfə سارا ک tərəfindən 31-07-2022 tarixində nəzərdən keçirilmişdir
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 1,571 dəfə baxılıb
əlaqəli fayl - Sürüm
Tip Sürüm Editör Adı
Şəkil faylı 1.0.2100 KB 31-07-2022 سارا کس.ک.
Şəkil faylı 1.0.1475 KB 08-05-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir
Qısa təsvir
Azərbaycan kürdləri
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
Kitabxana
Kürdlər və Kürdüstan haqqında ümumi məlumat

Gerçek
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
25-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
Biyografi
Kanat Kürdoyev
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kanat Kürdoyev
Biyografi
Haciye Cindi
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Haciye Cindi
Biyografi
Yılmaz Güney
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Yılmaz Güney
Yeni başlıq
Biyografi
Ciyərxun
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
Kitabxana
Kürdlər və Kürdüstan haqqında ümumi məlumat
18-07-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Həjar Şamil oğlu
27-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Nadir Nadirov
25-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
03-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
İosif Orbeli
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Yılmaz Güney
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Haciye Cindi
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Kanat Kürdoyev
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
08-11-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Məqalə
  528,307
Şəkil
  106,935
Kitab PDF
  19,855
Əlaqəli fayllar
  100,233
Video
  1,468
Dil
کوردیی ناوەڕاست 
302,046
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,798
هەورامی 
65,797
عربي 
29,051
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,727
فارسی 
8,766
English 
7,231
Türkçe 
3,580
Deutsch 
1,471
Pусский 
1,124
Française 
324
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
57
Հայերեն 
45
Italiano 
40
Español 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
21
日本人 
19
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
中国的 
12
Grup
Azərbaycanca
Biyografi 
8
Qısa təsvir 
7
Kitabxana  
6
Fayl saxlama
MP3 
311
PDF 
30,109
MP4 
2,378
IMG 
195,532
Məzmun axtarışı
Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir
Qısa təsvir
Azərbaycan kürdləri
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
Kitabxana
Kürdlər və Kürdüstan haqqında ümumi məlumat
Folders
Biyografi - Cinsiyyət - Erkek Biyografi - Millət (Millət) - Kürt Qısa təsvir - Muxtar - Ermenistan Qısa təsvir - Muxtar - Türkiye Qısa təsvir - Muxtar - Kurdistan Kitabxana - Muxtar - Azerbaijan Qısa təsvir - Muxtar - Fransa Biyografi - Şəxsiyyət tipi - Şair Biyografi - Şəxsiyyət tipi - Müəllif Biyografi - Şəxsiyyət tipi - Sinematoqraf

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| Ünsiyyət | CSS3 | HTML5

| Səhifə yaratma müddəti: 0.469 saniyə!