Hunermendê Kurd Seîd Gabarî di temenê xwe yî 64 dalî de bi egera nexweşiya pemceşerê di sibeha roja 4 gulana 2020an de li nexweşxaneya Serdem ya bajarê Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.
Hunermend Seîd Gabarî stûneke hunera kurdî ku li behtirî 40 salane strana kurdî çêdike û dibêje û xizmeta hûner û folklora kurdî dike di 13ê Nîsana 1956’an de li gundê “Xirbê kejê” yê girêdayî bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê çavê xwe li jiyane vekir û di jiyê 8 salî de ji ber nexweşiyê roniya çavên xwe winda dike û bi wî hawî jiyana xwe bi zor zehmetîk mezin didomîne û her wan salan de dest bi stran gotinê dike.
Nemir Seîd Gabarî di sala 1966’an helbestvanên navdarê Kurd Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj nas dike û herdu helbestvana bandoreke mezin li wî kirine û alîkariya wî kirine û han dane bo stran gotinê û wî di wê deme de dest bi muzîkê kir û helbestên her du helbestvanan kir stran û di sala 1967an de dest pê dike xwe hînî lêxistina tembûrê (bizqê) dike û piştî du salan, di 1969 de yekem car derdikeve ser dike û strana dibêje û ew bû pêngava wî ya yekem û ji wir û pêde navê wî derdikevê bi taybetî piştî sala 1970 de ku ji ber straneke şoreşgerî li konsereke mezin li Qamişlokê hat girtin. Wî pir eşkence û zehmetên bi êş dîtin û gotinên stran û awazên Kurdî lê qedexe kirin. Lê Seîd Gabarî xwe ti carî ji stran û awaz û gotinên Kurdî dûr nekir û stêra wî geş bû bi strana “Ey bilbilê dilşad” peyvên Seydayê tîrêj piştî şikestina şoreşa başûrê kurdistanê sala 1975an û nav û denge wî li Kurdistanê belav bû.
Seîd Gabarî bi dehan stranîn şoreşgerî û evîndarî gotine, yek ji stranên wî yên gelekî naskirî Bilbilê Dilşad e, ku seydayê Tîrêj nivîsandibû. Herwiha wekî hunermendekî şoreşger di nava şoreşên Kurdan de cih girtibû û di sala 1980an derbasî Başûrê Kurdistanê bibû û bi hunera xwe cih di nava pêşmergeyan girtibû û di destpêka salên 1980an de derbasî Ewrupa bibû û li welatê Elmaniya neştecih bibû heya van salên dawiyê ku piştî salên 2000î vegeriya bû herêma kurdistanê û li bajarê Hewlêrê bicîh bibû heya koça xwe ya dawiyê kir .
Em bi navê dezgeha Sema ya çandî û hunerî em sersaxiyê ji malbata hunermendê navdar û dost û heval û hogirê wî re dixwazin. ku me bi dilekî xemgîn nûçeya oxirkirna Hunermend û dilsoz û heskiryê Kurd û Kurdistanê bihîst. Û Bi koçkirina Hunermendekî navdar mîna Se’îd Gabarî hunera kurdî sitûnek xweyî bilind winda kir û wê sax be di dilê gelê kurd de. Wek bilbilekî xemgîn li sere çiya û xwezaya kurdistanê wê her bixwîne û wê bi hunera xwe bi denge xwe bi awazê xwe ticarî namire.
Dezgeha Sema a çand û hunera kurdî[1]