Girê Xizna
Girê Xizan li rexê çepê yê newala Xenzîr ê ku yek ji çemên herî giring ji rûbarê Ceqceqê bi dûrbûna 20 km bakurê rojhilatê bajarê Hesekê; û 52 km li başorê rojava yê Qamişloyê dikeve. Girê Xizna ji cihên olî yên kevin û giring li herêmên Xabûr û bakuri Mezopotamyayê; tê nasîn. Gir teşeyeke qûçekî girtiye ku nîvê tireya wê dighêje 150 m û bilindbûna wê ji deşta derdorê dighêje 18 m. Destpêka niştecihbûnê li van cihan vedigere dawiya hezarsala 5an b.z, û komikek ji xilikên ku bi gelek rengan hatiy boyaxkirin û hin amûrên kevirin ên ji keviré Sewan çêbûne; hatin dîtin Di destpêka hezarsala 3an b.z ev niştecih xweş û geş bû. Perestge ha bilind mina zigoratên başûrê Mezopotamyayê, ku ji heriyê û li ser hin dikeyan; avabûne. Li vî cihî hin xilikên ku vedigerin dawiya hezarsala 3an b.z, hatin dîtin. Her wiha avahiyek ji bo depokirina avê û ji heriyê çêbûye ku vedigere nivê yekemîn ji hezarsala duyemîn b.z ( qonaxa Hûri - Mitani ); hate dîtin. Bajar careke din di qonaxa hilistini de û her wiha di qonaxên Îslami de niştecihbû. [1]
Navenda Parastina Sanwaran-Ristem Ebdo