Pirtûka helbestan a nivîskar, çîroknivîskar û helbestkar #Çiya Mazî# derket. Çiya Mazî ku wekî nivîskar, çîroknûs û helbestkar xwedî birek pirtûk e vê carê bi pirtûkek helbestan a bi navê Esargeya Şêmûgê li pêşberî xwendevanên xwe ye. Pirtûka ku ji alî weşanxaneya Aryenê ve hatiye çapkirin 87 rûpel in.
Çiya Mazî bi şêwezara Mêrdînê ya nermik, fesîh û herikbar helbestên xwe honandine û wekî Arjen Arî, Enwer Karahan û Elîxan Loran, Osman Mehmed wî jî alaya wê şêwezarê bi helbestên xwe daye ber bayê bakur.
Mazî di vê pirtûka xwe de meriv dikare bêje helbestên xwe bi hemû azmûn, cerebe, serborî, çavdêrî û encama temenê xwe yê bi têkçûyîn, dilmayîn, êş, elem, stemkarî, koçberî, mirin, evîn û bi doza neteweya xwe kemiliye honandine û pêşkeşî mûptelayên helbesta kurmancî kiriye.
Nivîskar Çiya Mazî di helbestên xwe yên di Esareya Şêmûgê de ne bangewaziya şerî dike ne kesî li berxwedanê sor dike, ne behsa evînek serfiraz û bextewerkir dike ne jî xwe davêje alegoriyê û dibêje, ‘em neteweke wihakî wihakî qedîm û merd in’.
Ew danserhevên temenê xwe yê ku êdî tehma şerabek meyiyayî dide zarên ku dengê wî diçeyê li ser şêmûgê li dora xwe dicivîne û wekî dibêje, “temiya min li we ha zarono”!
Helbestek ji dîwana wî ya bi navê Esargeya Şêmûgê:
Miriyên Me Yê Rabin
di roja şewqdana welatê me de
her yek di destê wan de
dastmalên bi reng û rêşî û libakirî
wê rabin miriyên me jî
û ew ê li qada şahiyê kom bibin û bikenin
dûre ew ê vebêjin ji me re bi kelecan bîranînên xwe
bi demek bêwext de
bê pîvan û qeyd
em ê jî ji wan re vebêjin têkçûn û serkeftinên xwe
û şaşiyên xwe birîn bi birîn
soz û bext û bêbextiyên xwe
halan û dîlanên xwe
kêf û kerbên xwe û bêsînor û ji dil
girî û şînên xwe kon bi kon hêsir bi hêsir
xemgînî û likumîn û çongşikestinên xwe
bê henek û yek bi yek
Çiya Mazî kî ye?
M.Çiya Mazî di sala 1960’î de li gundê Kufragê ya Şemrexa Mêrdînê hatiye dinê. Ji sala 1993’yan ve bi kurdî re eleqedar e. Heta niha di gelek rojname, kovar û malperan de nivîsên wî weşina ne. Çiya Mazî ku demek qunciknivîskarê Diyarnameyê bû jî, demek di Enstituya Kurdî ya Stenbolê de rêveberî kiriye. Di heman demê de endamê Komeleya Nivîskarên Kurd, endamê PEN’a Kurd û endamê ÎHD’yê ye. Hin çîrokên wî di pêşbaziyan de bi ser ketin.
Heta niha ev pirtûkên wî derketine:
- Mistek Jiyan / Çîrok
- Palûte / Helbest
- Mijarên Mîqro / Çîrok
- Ahûzîn (Mûslûm Yucel) / Helbest, wergera ji tirkî
- Ferhenga Gotinên Pêşiyan Lêkolîn zargotin foklor bi tîpên latînî Stenbol
- Ferhenga Gotinên Pêşiyan Lêkolîn zargotin foklor bi tîpên erebî Duhok
- Bahol / Çîrok
- Peyarêk / Çîrok
- Baxek ji foklora kurmancî, ji derdora Mêrdîn, lêkolîn foklor zargotin
- Ez Çûm Ku Neçûm Ku, ger û geşt gotar
- Baranên çilsarî / Helbest
- Tebatî / Çîrok
- Bayê Zewêdiyan / Helbest
- Esargeya Şêmûgê / Helbest
- Esargeya Şêmûgê / M. Çiya Mazî / Weşanên Aryen / Helbest / 87 rûpel / 2022
[1]