Kitabxana Kitabxana
Axtar

Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir


Axtarış Seçimləri





Ətraflı Axtarış      Klaviatura


Axtar
Ətraflı Axtarış
Kitabxana
Kürd adları
Hadisələrin xronologiyası
Resurslar
Tarix
İstifadəçi kolleksiyası
Hadisələr
Kömək istəyin
Kurdipedi nəşrləri
Video
Təsnifatlar
Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
Element qeydiyyatı
Yeni başlıq qeyd
Şəkil göndərin
Anket
Şərhlər
Ünsiyyət
Bizə nə cür məlumat lazımdır!
Standartlar
İstifadə qaydaları
Məhsulun Keyfiyyəti
Alətlər
Haqqında
Kurdipedi arxivçiləri
Bizim haqqımızda məqalələr!
Veb saytınıza Kurdipedia əlavə edin
E-poçt əlavə / sil
Ziyarətçi statistikası
Məqalə statistikası
Şrift çeviricisi
Təqvim - Dönüstürücü
Yazım yoxlaması
Səhifələrin dili və dili
Klaviatura
İstifadə olunan bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
Dillər
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mənim Hesabım
Daxil ol
Dəstəklənmə
Şifrəni unutdum
Axtar Element qeydiyyatı Alətlər Dillər Mənim Hesabım
Ətraflı Axtarış
Kitabxana
Kürd adları
Hadisələrin xronologiyası
Resurslar
Tarix
İstifadəçi kolleksiyası
Hadisələr
Kömək istəyin
Kurdipedi nəşrləri
Video
Təsnifatlar
Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
Yeni başlıq qeyd
Şəkil göndərin
Anket
Şərhlər
Ünsiyyət
Bizə nə cür məlumat lazımdır!
Standartlar
İstifadə qaydaları
Məhsulun Keyfiyyəti
Haqqında
Kurdipedi arxivçiləri
Bizim haqqımızda məqalələr!
Veb saytınıza Kurdipedia əlavə edin
E-poçt əlavə / sil
Ziyarətçi statistikası
Məqalə statistikası
Şrift çeviricisi
Təqvim - Dönüstürücü
Yazım yoxlaması
Səhifələrin dili və dili
Klaviatura
İstifadə olunan bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Daxil ol
Dəstəklənmə
Şifrəni unutdum
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Haqqında
 Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
 İstifadə qaydaları
 Kurdipedi arxivçiləri
 Şərhlər
 İstifadəçi kolleksiyası
  Hadisələrin xronologiyası
 Hadisələr - Kurdipedia
 Kömək
Yeni başlıq
Kitabxana
Kürdlər və Kürdüstan haqqında ümumi məlumat
18-07-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Həjar Şamil oğlu
27-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Nadir Nadirov
25-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
03-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
İosif Orbeli
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Yılmaz Güney
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Haciye Cindi
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Kanat Kürdoyev
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
08-11-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
25-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Məqalə 527,073
Şəkil 106,636
Kitab PDF 19,807
Əlaqəli fayllar 99,782
Video 1,454
Dil
کوردیی ناوەڕاست 
301,586
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,806
هەورامی 
65,781
عربي 
29,009
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,393
فارسی 
8,639
English 
7,180
Türkçe 
3,571
Deutsch 
1,458
Pусский 
1,123
Française 
321
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
56
Հայերեն 
44
Español 
39
Italiano 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
20
日本人 
18
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
中国的 
11
Grup
Azərbaycanca
Biyografi 
7
Qısa təsvir 
7
Kitabxana  
6
MP3 
311
PDF 
30,001
MP4 
2,356
IMG 
194,830
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, ...
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi proble...
Biyografi
Kanat Kürdoyev
Biyografi
Haciye Cindi
Biyografi
Yılmaz Güney
ŞERÊ TAYBET – BEŞA IX
Şərqdən qərbə, şimaldan cənuba, ölkənin hər yerində Kürdipediyanın mənbəyi var!
Grup: Qısa təsvir | Başlıq dili: Kurmancî - Kurdîy Serû
Paylaş
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ŞERÊ TAYBET – BEŞA IX

ŞERÊ TAYBET – BEŞA IX
Li Hemberî Metodên Hatine Rûpeşkirin Ê Serweriya Zilam, Sekna #Jina Azad#

#Şaristani#ya çînî, amûrên xwe yên êrişên birdozî weke pergalên danevevkirina hêz û desthilatdariyê bibandor şixulandiye. Têgîn û teoriyan him di avakirina wateyê de him jî di bingehê avahîbûnê de birêxistin kiriye. Bi nîvenga hêz ê daye avakirinê ve, di bingehê mîsogerkirina berjewendiyên xwe û pêkanîna berdewama vê de amûr û rê-rêbazên her serdemê di pêvajoyên piştre bi êrîşên birdozî û polîtîkayên bi bandor amûr û aqilê dewletê şixûlandiye. Pergala şaristaniya çînî cîhana feraset û teoriya ku weke ol, netewperestî, zanistperestî û zayendperestiyê formule kiriye, bêyî ku têkilî bi van têgînan neke, xwedî qabîliyeta di nav hev de şixulandinê ye. Di vê bingehê de xwe bisazî kiriye û birêxistin kiriye.
1-Olperestî;
Rêbertiya me dibêje; “Însan bêyî metafîzîk nikare bike. #Çand#-#hûner#, sazbendî, ehlaq û hwd metafîzîk e. Li vê derê ya girîng tiştên metafîzîk ên bedew û kêrhatî zêdekirin e”. Ji bo moral û manewiyata civakê qada metafîzîkê pêdîviyek e. Tu civak nikare bêyî metafîzîkê jiyan bike. Çand, hûner, bawerî, ehlaq, dîrok, wêje û gelek qadên weke van pêdiviyên me yên derî şirûştî (metafîzîk) bi cih tîne. Ger însan hebûnekê difikre be, di heman demê de hebûneke dikare hîs bike û dibihîse ye. Çawa ku di civakên xwezayî de zad û eşyayên ji bo civakê kêr tê veduguhere totemekê pîroz, di civaka çînî de jî weke hêza fikrekê ol, weke amûrê birêxistinbûn û vesazkirina civakê hebûna xwe parastiye. Her ol di derketina xwe de, ji bo pêdiviyek civakî bi lêgerînên bûyîna bersiv derdikeve. Civak, di civakên xwezayî de bi fikrê anîmîzmê û rihperestiyê xweza û gerdûnê zindî dîtiye û pîroz nêzbûye. Ev şeweyê fikrandinê bi ahenga bi xwezayê re, rêzdayîna hev û hestiyariyeke ku vediguhere hev-hevdû hîs dike hatiye bidest girtin û ji pîvana di nav cûdabûnê de hevgirtinê re girêdayî hatiye mayîn.
Çawa ku weke birdoziyên zilam pêşketina pêrgalên yek xweda ne rasthatinekî ye, di derbasbûna civaka hiyerarşîk ê çînî de bersiva ji forma nû yê avabûye re bersiva hatiye dayîn e. Gelbûyîn û netewbûyîn bi bandora olê çêbûye; weke ummeta Îslamê, Xirîstiyanî û Cihubûn. Çanda pêxemberbûnê, di warê birdozî de bi teorîbûna fikrê û bi pergala baweriyê bidestxistina formê û di bingehê him di warê çînî him jî di warê zayendê de dabeşbûn û vesazbûnê de qûralên ku bi zagonan ve hatiye girêdan pênase dike. Bi avabûna olên yek xwedayî ve ehlaq girîngiya xwe wenda nekiriye. Nêzîkbûna bi ehlaq xûypakî ye. Zîna nekirin, dizî nekirin, dilnizmbûn, aliyên civakperestî yên weke parvekirin û piştgirî dayîn nîşan dide ku ji nirxên ehlaqî qûtbûn çênebûye.
Li kêleka vê, avakirina fîgurek xwedayê ku bi şaristaniya çînî û olên yek xwedayî li hemberî civakê bûye dijmin û her tim civakê bi ceza dike, bi mêyzekirinên desthilatdaran ên li hemberî civakê û hewildanên wan ên avakirina olekî ku bendewariyê wan ê li hemberî civakê nîşan dide û girêdayî polîtîqayên wan ê olperestiyê pêşketiye.
Ji lewra pêvajoya olên yek xwedayî yê şikestina cinsî ya dûyemîn a jinê tê jiyîn, pêvajoya di civakê de tunekirina jinê û çîroka wê ya tunebûnê bi kelama xwedê bi civakê dayîna pejirandin e. Cihûtî li ser mantiqê qedexeker bi pihêtandina guneh û tabuyan, jinê kiriye niçikê zilam. Recma destpêkê, ji mîrasê qûtkirina jinê yê destpêkê, welidandina ku di nav pîroziyên jinê de ye weke guneh nîşandan, edetê weke qirêjahî nîşandan, weke êrişên cidî yên destpêkê li hemberî bedena jinê hatiye pêkanîn di baweriya Cihûtiyê de hatiye pêşxistin. Li gor baweriya Cihûtiyê pênasekirina jinê, di wesfa kûrtasiya mêyzakirina li hemberî jinê ye. Diyarkirinên weke; ‘tê weke jinekê tirsonek bî’, dema ti li hemberî jinekê bi hêrs bûy na, dema te jê hezkir tê bitirsî’, ‘xwedê, ji ber ku te min weke zilam anî dinê ez deyndar im’, ‘bi destê jinê hatine kûştin guneh e’, ‘kesê ku nefsa wê herî ketî ye, jin e’ him dide nîşandan ku ji jinê çiqas tê tirsîn û him jî birdoziyekê çawa yê zilam e. Xirîstiyanî her çiqas di derketina xwe de cih bide jinê jî; ev nasname piştî mirina Îsa daketiye mînaka Dayîka Meryem û Maria ya tewanbar û nasnameyên wan hatiye tunekirin. Ji aliyê Romayê ve bi Xirîstiyaniyê kirina ola fermî û amûrê desthilatdariyê ve, weke birdoziyekî zilam çîna rûhban hatiye vesazkirin. Kinîse (kîlîse), katedral hatine avakirin, panteona xwedayan li Romayê hatiye navendkirin, bi saziya papatiyê ve veguheriye zagonên pîroz. Roma yê hêza parazvanê alema Xirîstiyantiyê, weke parazvan û pêkhênerê zagonê zayendîtiyê bi ajoyên pîs û şeytanî ve girêdaye, veguherandiye amûrekê ku tenê ji bo zêdebûna biyolojîk serledana wê çêbibe û bedena jinê tarî û şeytanî daye nîşandan. Hêza welinadina jinê bi hesûdiya jinê bûye mijarê biçûkxistinê, bi şerm û esef lê hatiye mêyzekirin. Civak bi navê xwedê û ezmanan hatiye tirsandin, ji qral xwedê û bavê dewletê re dibe kole, ji aliyekî din ve jî di şexsê Lîlîth a serhildêr a li hemberî xwedê serî radike di weaz û ayînan de tê gotin ‘jin pîrebokekî ku divê were nêçîrkirin, di agirde were şewitandin û bi qemçî were terbiyekirin’ e. Misilmantî jî ji vê her dû olê sûd girtiye û bi xitapkirina çîna navîn ê Ereban, weke amûrê zewq û kêyfê jinê nîşan daye, zayendîtiyê derxistiye pêl, jinê bi nasnama wê ya jinîtiyê qebûl kiriye, weke amûrekê pêdiviyê zilam pêk bîne dîtiye û wisa nêz bûye.
Di pergala netew-dewlet û kapîtalîzm ê bi sedsala 16’emîn ve derketiye holê jî li şûna olê olperestî hatiye pêşxistin, di bingehê berjewendîperestiyê li hemberî nirxên moral û olan hatiye nêzbûn û hatine şixulandin. Têgiha laîkbûn ê di bin navê karên ol û dewletê ji hev dabeşkirinê de hatiye pêşxistin, weke xapandinekê hêza kîliseyan şikandinê û derbaskirina qalibên di feraseta bazara serbest a kapîlatîstê de derkeve holê pêwist kiriye. Ji bo bazarê divê li erdnigariyên cûda belavbûn çêbibe, di van erdnigariyan de nasnameyên cûda, ol û çandên cûda dibe ku hebe. Di vê rewşê de kapîtalîzm ê ku ji bilî tekela hêz û pere pêdîvî bi tiştekî din nabîne, bi civakê daye bawerkirin ku him siyaset, him aborî û him jîqadên baweriyê ji hev cûda ne. Dema cih hatiye di bin navê ol de ketiye nav şeran de, dagirkeriyê pêkaniye.
Li Rojhilata Navîn, ol bi navê umet-qewîmperestî û netewperestiyê li gor dem û berjewendiyên xwe hatiye bidestgirtin û şixulandin. Bi fanatîkkirina olê, li şûna cewherê daxistina rîtuelên şêweyî weke polîtîqayek hatiye pêşxistin. Ji ber vê softatî hatiye pêşxistin. Ev pêvajoya ku bi Îmam Gazalî destpê dike, weke perdeyek tarî daketiye ser felsefeya ronak û zana-bi zanist a Rojhilata Navîn. Zanista xwedê ya ku Farabî, Îbn-î Sîna, El Kindi, İbn-i Ruşt û İbn-i Haldunan xwestine pêş bixin, bi zendîqbûnê hatiye demxekirin, pêşiya dogmatîzmê hatiye vekirin. Felsefeya ‘xwedê bi aqil nayê şîrovekirin, ev redkirina xwedê ye, li şûna aqil bi rêya baweriyê mirov dikare xwe bigehîne xwedê’, kevneperestî û dogmatîzmê kirine rewşa qederê. ‘Fikrandin karê şêytan e. Qûr’an’ê bixwînin, jiber bikin’. Ango serdemê ‘nefikrin’, li hemberî pergala fikrandina Rojhilata Navîn bi navê olperestiyê bûye darbeya herî mezin a yekemîn a softatiyê. Di roja me de rêbazên olperestiya zêde û fanatîzma ku li Rojhilata Navîn tê jiyîn, çavkaniya xwe ji vê doktrînê girtiye. Dîkekirin, ji bo cûdahiyan şibandina xwe serî li zordariyê dayîn, cûdahiyan nasnekirin, weke sucdaran lêpirsînkirin bûye mêyzekirina bingehîn a rêxistinên weke DAIŞ û hwd. Doktrîna Îmam Gazalî, di xanedan û sultaniyan de weke doktrînekê fermî xeta dewletperestiyê xwedî kiriye. Avahiyên dewletê yên bi feraseta miliyet û umetê hatine birêxistinkirin, ji bilî diyarkirina statuyên zayînan û pergalên civakî ji tu nêrîn û şîroveyan re deriyê vekirî nehiştiye. Di vê pergalê de jin cariye ne, di hareman de koleyên zayendî ne. Artêşa koleyên ku di bingehê ‘ji bo zilaman oxirkirina hebûna xwe’ mafên jiyanê ji wan re hatiye dayîn in. Bi polîtîqayên olperestiyê ji tayê porên wê heyanî paçê serê wê, ji pêlava lingên wê heyanî toqeya porê wê, sekna wê ya di nav mal de, wê çawa li zarokan mêyze bike, wê çawa û çend zarokan bîne, sekin-rûniştina wê ya li hemberî zilam û gotinên wê hemu bi quralan ve hatiye diyarkirin. Jina ku li gor van quralan nameşe ji rê derketiye û gûnehbar e. Ji ber vê yekê bi armanca terbiyekirinê, her cûre zor û zilm tê şixulandin ev zorbazî weke tiştekê rawa, weke pêkanîna erkekî pîroz ku di rêya heq de divê were pêkanîn piştgirî jê re tê dayîn û tê teşwîqkirin.
Li Tirkiye yê AKP’ê de olperestî weke polîtîqayek rojane xwe ava dike. AKP’ê bi şixulandina rûpêşa olperestiyê, rejîmekî totalîter daye avakirin. Dixwaze civakekî ku her kes cihê xwe û erkê xwe dizane ava bike. Li gor feraseta wî ‘jin, xebatkarên qada xizmetê yên AKP’ê’ ne. AKP’ê yê ku bi dagirkirina keda jinê heya dawiyê xistiye bin xizmeta xwe, bi modela malbat û civaka muxafazakar rîsta ku daye jinê bi pratîk kiriye. Bedena jinê timî ji aliyê siyasetmedarên jinê ve bi mudaxeleyê ve rû bi rû maye. Bi dehan caran heqaretkirina siyasetmedarên jin pêk hatiye. Pîvanên laşê jinan weke amûre pêkenok û ne bedewbûnê hatiye biçûkxistin û li ser vê siyasetê kirine. Rastiya Erdoxanekî ku ji aliyekî ve dibêje ‘bihişt di bin lingên dayîka min de ye, ez bin lingên dayîka xwe maç dikim’, ji aliyekî din ve jî dibêje ‘çi jin be çi zarok be êriş bikin-biperçiqînin’ derketiye holê. Ev, li hemberî kesên ku wî qebûl nake rûpêşa xwe bi navê olperewtiyê daxistin û bi awayekî vekirî wana kirina hedef a Erdoxan e. Ji ber vê herî zêde di serdema AKP’ê de tundî û destdirêjî zêde bûye û bi daxistinên rewşa baş, sucdar hatine berdan. Polîtîqayên zayenperezî yê AKP’ê di nav jinan li şûna piştgiriyê, rê li ber cînayetiyên kûr ên dijberî hev vekiriye. Jinekê laîk, jinekê Misilman weke xeteriyekê dibîne; jinekê Misilman jî jinekê laîk weke xeteriyek mezin û dijminekî dibîne. Nexweşbînîtî, bi polîtîqayên olperestiyê hatiye pêşxistin. Bi zewacên olî, zewcên di emrê biçûk û zû teşwîq dike, bi vê awayê potansiyela dînamîk a şoreşgertiyê dihelîne û bi rêya malbatê potansiyela enerjiyê dihelîne.
Olperestî; xwedî rastiyekî ku êrişî manewiyatê olê dike, civakbûna olê parçe dike, nirxên ehlaqî yên olê dejenere dike, wijdana civakê distîne û parçekirina qada polîtîk hedef digre ye. Olperestî, aqilê ku bi feraseta dogmatîzmê hişt bûe ango aqilêku ji xwezayê, ji civakê û ji jinê qût bûye ye. Wendakirina aqilê hestiyarî, çeka bidestxistin û komkirina aqilê analîtîk e. Olperestî, şêwegirtina feraset û mekanîzmaya ku sunîtî (çêkirîtî) ava dike ye. Bi olperestiyê qira civakê, qira jinê tê pêkanîn, di pêvajoyên qirkirinan de veduguhere paqijiya nîjadî. Olperestî avabûna navendparêziya hişk ê ku li mekteban, cihên kar, saziyên dewletê tekparêziyê pêş dixe ye. Ji holê rakirina şêwazê rêveberî û tevlîbûna demokratîk û hişê civakê di nav heleka ferman-fermande de xistina nav qalibên ku nayê tewandin. Bi olperestiyê ve, dewlet li gor berjewendiyên xwe sûd ji hêza Qûr’an, Încîl û Tewratê digre û bi bêwatekirinê wana ji bo berjewendiyên xwe dike qûrban û pîrozbahiyan ji holê radike. Ji ber vê olperestî şêweyekî pêkanîna siyasetê ye û di şêweyê vê siyasetê de dijberiya civakê, bi navê gelan û jinan tûnebûnek û înkar tê pêşxistin. Takkiyecîtî ango derewkarî û sextekarî, bi navê olperestiyê di nav rêbazên polîtîk ên pir tê şixulandin de cih digre. Takkiye, kendala di navbera gotin û çalakiyê ye. Gotinê ji bo xapandin û rêvebirina civakê weke çekekî dişxulîne, gotinên ku ew jê bawer nake dê çawa bikeve xizmeta wê vêya birêxistin dike û encamên ku derdikevin dike bingehê hilgirtina desthilatdariyê. Ger şerê taybet destpêkê fikr, rih û hêstan bidestxistin be; vêya jî bi êrişkirina manewiyat û moralên ku qada metafîzîk a civakê ye pêş dixe. Di roja me de bi kapîtalîzmê re ol ji wateya xwe tê derxistin, di fermandeya pere yê ku dixe şûna olê de pîroziyên civakê hatiye bêwatekirin. Di bingeh de ev jî polîtîqayekî olperestiyê ye. Destpêkê heya dawiyê ol weke çekekî bikar tîne, piştre jî wê çekê ji destê civakê digre û dike amûre neçarhiştin û mehkûmkirina xwe. Di kapîtalîzmê de bi navê ol û wijdanê bê olîtî û bê wijdanî, bi armanca civakê ji pîvanên xwe yên ehlaqî û polîtîk qûtkirinê tê şixulandin. Çiqas civakekî apolîtîk û bê ehlaq ava bike, ewqasî artêşa koleyan fireh dibe. Ev qada ku şerê taybet bi bandor tê şixulandin, weke lîstokekî di destê kapîtalîzmê de di nav dem-cih de her tim ji bo berjewendiyan hatiye bikaranîn.
Olperestî, ji bo siyaset û desthilatdariyê weke amûr bikaranîna olê, li Rojhilata Navîn ji aliyê DYE li Iraq, Efganîstan, Îran, Pakîstan, Hindîstan û Çînê hatiye bikaranîn. Pratîk û têoriya nifşê kesk ê DYE ku li Rojhilata Navîn pêkaniye, weke mînakê herî sereke mirov dikare ji bo olperestiyê destnîşan bike. DYE li hemberî Sovyetê li Efganîstanê bi avakirina komên paşverû û olperest ên weke Talîbanê, artêşekê ji kûjeran da avakirin. Di roja me de ji bo Surî, Iraq û projeya BOP’ê; weke amurekî êrişê çeteyên DAIŞ’ê berdane qadê û li ku derê alozî pêwist be rêdike wê derê, ji ser aloziyên ku ava dike ji bo koka xwe li wê derê berde DYE hema qad ji xwe re çêdike. Dîsa ji bo dorpêçkirina Çînê Tirkên Uygur ên Misilman in, weke mijara paqijiya olî û netewî carna dike ku xuya bike, carna jî nakokiyên di navbera Pakîstan û Hidîstanê derdixe pêş, tengaviyan ava dike û ji bo hevdû kûştina civakan wêrekiyê dide wan. Bi vê awayê qirkirinên mezin hatine jiyîn. Şerê Taybet, çekaolperestiyê carna weke amurê propagandaya gewr bi avakirina hêz û aliyên ku çavkaniya wan ne diyar in meşandiye, hîn caran jî bi propagandaya reş bi hestên netewperestiyê ve ol kiriye pirsgirêkek netewî û wisa derbasî jiyanê kiriye.[1]
Bu məqalə (Kurmancî - Kurdîy Serû) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 1,388 dəfə baxılıb
HashTag
Resurslar
[1] İnternet səhifəsi | کوردیی ناوەڕاست | pajk.org
əlaqəli məqalələr: 38
Yayımlanma tarixi : 19-08-2020 (4 İl)
Məzmun kateqoriyası: İnsan hüququ
Məzmun kateqoriyası: Sosial (Örf və adət)
Məzmun kateqoriyası: Siyasi
Muxtar: Xaric
Muxtar: Kurdistan
Nəşrin növü: Born-digital
Sənəd növü: Orijinal dili
Texniki meta məlumatlar
Məhsulun Keyfiyyəti: 99%
99%
Bu başlıq سارا ک tərəfindən 17-09-2022 qeyd edilib
Bu məqalə ئاراس حسۆ tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Bu mövzu sonuncu dəfə ئاراس حسۆ tərəfindən 17-09-2022 tarixində nəzərdən keçirilmişdir
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 1,388 dəfə baxılıb
Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
Qısa təsvir
Azərbaycan kürdləri
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
Kitabxana
Kürdlər və Kürdüstan haqqında ümumi məlumat
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1

Gerçek
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
25-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
Biyografi
Kanat Kürdoyev
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kanat Kürdoyev
Biyografi
Haciye Cindi
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Haciye Cindi
Biyografi
Yılmaz Güney
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Yılmaz Güney
Yeni başlıq
Kitabxana
Kürdlər və Kürdüstan haqqında ümumi məlumat
18-07-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Həjar Şamil oğlu
27-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Nadir Nadirov
25-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
03-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
İosif Orbeli
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Yılmaz Güney
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Haciye Cindi
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Kanat Kürdoyev
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
08-11-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
25-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Məqalə 527,073
Şəkil 106,636
Kitab PDF 19,807
Əlaqəli fayllar 99,782
Video 1,454
Dil
کوردیی ناوەڕاست 
301,586
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,806
هەورامی 
65,781
عربي 
29,009
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,393
فارسی 
8,639
English 
7,180
Türkçe 
3,571
Deutsch 
1,458
Pусский 
1,123
Française 
321
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
56
Հայերեն 
44
Español 
39
Italiano 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
20
日本人 
18
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
中国的 
11
Grup
Azərbaycanca
Biyografi 
7
Qısa təsvir 
7
Kitabxana  
6
MP3 
311
PDF 
30,001
MP4 
2,356
IMG 
194,830
Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
Qısa təsvir
Azərbaycan kürdləri
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
Kitabxana
Kürdlər və Kürdüstan haqqında ümumi məlumat
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
Folders
Qısa təsvir - Məzmun kateqoriyası - Tarix Qısa təsvir - Sənəd növü - Orijinal dili Qısa təsvir - Nəşrin növü - Born-digital Qısa təsvir - Ləhcə - Azerî Qısa təsvir - Folders - Qədim tarix Qısa təsvir - Muxtar - Kurdistan Qısa təsvir - Muxtar - İran Qısa təsvir - Muxtar - Türkiye Biyografi - Təhsil sahəsi - Doktora (PHD) Biyografi - Təhsil sahəsi - Profesör

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Ünsiyyət | CSS3 | HTML5

| Səhifə yaratma müddəti: 1.219 saniyə!