Hewlêr (Rûdaw) - Keçeke Kurd a ji #Efrîn#ê ya #Rojavayê Kurdistanê# 14 salî, ji bo xelata aştiyê ya navdewletî ya zarokan bû berbijêr.
Sêrîn Mezlûm Nasan keçeke Kurd a Efrînî, temenê wê 14 sal e û nîgarkêş e. Şêrîn berbijêra wergirtina xelata Aştiyê ya Navdewletî ji bo zarokan e.
Keça Kurd Sêrîn ji temenekî biçûk ve, bi rêya çalakiyên hunerî yên cor bi cor hewl dide ku êş û azarên zarokên Sûriyê bi cîhanê bide naskirin.
Sêrîn li nav zarokên ku qurbaniyên şer û binpêkirinan in digere û bi riya nîgarkêşî, stran û jenîna mûzîkê dilê wan xweş dike û hewl dide dîmên şer, kuştin û wêrankariyê ji ber çavên wan û ji nav derûna wan dûr bixe.
Berbijêra Xelata Aştiyê Sêrîn Mezlûm Nasan dibêje Navê min Sêrîn Nasan e temenê min 14 e û ji Efîrnê me. Ji biçûkatiyê ve ez ji nîgarkêşiyê hez dikim û min tim li malê resim xêz dikir. Dema ez mezin bûm bavê min li tembûrê dixist û min jî xwest ez weke bavê xwe li tembûrê bixim û min ji muzîkê pir hez dikir.”
Bi firçeya xwe ya rengan a biçûk, Sêrîn xemgîniyê ji ser rûyê zarokan radimale û bişirîn û girnijînê li ser lêvên wan dirwsimîne.
Ji ber çalakiyên wê yên li nav zarokan, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ew ji bo Xelata Aştiyê ya Navdewletî ji bo zarokan berbijêr kiriye û ew hatiye qebûlkirin.
Dayik û piştevana Sêrîn jî behsa behre û çalakiyên wê dike.
Diya Sêrîn got “Ez diya Sêrin im. Sêrin di biçûkatiya xwe de ji resim hez dikir. Di ber resim de tim tembûr di destê wê de bû ji xwe re lê dixist. Me dît ku şiyanên muzîkê jî pê re heye û wê jî hez dikiri li tembûrê bixe. Paşê digot ez dê li gîtarê bixim û me jê re gîtar kirî.”
Sêrîn Mezlûm Nasan, rikaberiyê ligel 170 zarokên ji tevahiya Cîhanê li ser vê xelatê dike.
Xelata Aştiyê ya Navdewletî ji bo zarokan ji sala 2005ê ve tê bexşîn. Ew ji bo zarokekê tê dayin ku xebat di ber mafên zarokan de kiribe. Xelat ji aliyê Komeleya hilgirêna Xelata Nobilê ve tê radestkirin.[1]