Kitabxana Kitabxana
Axtar

Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir


Axtarış Seçimləri





Ətraflı Axtarış      Klaviatura


Axtar
Ətraflı Axtarış
Kitabxana
Kürd adları
Hadisələrin xronologiyası
Resurslar
Tarix
İstifadəçi kolleksiyası
Hadisələr
Kömək istəyin
Kurdipedi nəşrləri
Video
Təsnifatlar
Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
Element qeydiyyatı
Yeni başlıq qeyd
Şəkil göndərin
Anket
Şərhlər
Ünsiyyət
Bizə nə cür məlumat lazımdır!
Standartlar
İstifadə qaydaları
Məhsulun Keyfiyyəti
Alətlər
Haqqında
Kurdipedi arxivçiləri
Bizim haqqımızda məqalələr!
Veb saytınıza Kurdipedia əlavə edin
E-poçt əlavə / sil
Ziyarətçi statistikası
Məqalə statistikası
Şrift çeviricisi
Təqvim - Dönüstürücü
Yazım yoxlaması
Səhifələrin dili və dili
Klaviatura
İstifadə olunan bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
Dillər
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mənim Hesabım
Daxil ol
Dəstəklənmə
Şifrəni unutdum
Axtar Element qeydiyyatı Alətlər Dillər Mənim Hesabım
Ətraflı Axtarış
Kitabxana
Kürd adları
Hadisələrin xronologiyası
Resurslar
Tarix
İstifadəçi kolleksiyası
Hadisələr
Kömək istəyin
Kurdipedi nəşrləri
Video
Təsnifatlar
Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
Yeni başlıq qeyd
Şəkil göndərin
Anket
Şərhlər
Ünsiyyət
Bizə nə cür məlumat lazımdır!
Standartlar
İstifadə qaydaları
Məhsulun Keyfiyyəti
Haqqında
Kurdipedi arxivçiləri
Bizim haqqımızda məqalələr!
Veb saytınıza Kurdipedia əlavə edin
E-poçt əlavə / sil
Ziyarətçi statistikası
Məqalə statistikası
Şrift çeviricisi
Təqvim - Dönüstürücü
Yazım yoxlaması
Səhifələrin dili və dili
Klaviatura
İstifadə olunan bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Daxil ol
Dəstəklənmə
Şifrəni unutdum
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Haqqında
 Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
 İstifadə qaydaları
 Kurdipedi arxivçiləri
 Şərhlər
 İstifadəçi kolleksiyası
  Hadisələrin xronologiyası
 Hadisələr - Kurdipedia
 Kömək
Yeni başlıq
Biyografi
Həjar Şamil oğlu
27-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Nadir Nadirov
25-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
03-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
İosif Orbeli
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Yılmaz Güney
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Haciye Cindi
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Kanat Kürdoyev
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
08-11-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
25-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Məqalə 521,762
Şəkil 105,560
Kitab PDF 19,658
Əlaqəli fayllar 98,457
Video 1,419
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, ...
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi proble...
Biyografi
Kanat Kürdoyev
Biyografi
Haciye Cindi
Biyografi
Yılmaz Güney
Ahmed Kanî: ”Ez Evîndarê Xwendina Kurdî Me”
Kurdipedia Kürdüstanın və Kürtlərin tarixini hər keçən gün yenidən yazır.
Grup: Qısa təsvir | Başlıq dili: Kurmancî - Kurdîy Serû
Paylaş
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ahmed KANÎ

Ahmed KANÎ
#Lokman Polat# – Pirs : 1 – Birêz Ahmed Kanî, ez rêzehevpeyvînê bi nivîskarên ku pirtûkên wan ên çîrok, helbest û romanan hene re pêk tînim. Lê, ê te rewşeke te ya taybet û girîng heye, ew jî te bi navê ”Wêje û Rexne”yê kovareke edebî, rexneyî weşand û tu gerînendeyê (xwedîyê) kovarê bûyî. Herweha tu beşdarê civînên koma xwendinê a li Amedê dibû û te berhemên edebî şîrove dikir, dinirxand. Loma jî dîtinên te ji bo min û ji bo xwendevanên kurd girîng e. Pêşî ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?
#Ahmed KANÎ#: Ez li gundê kefnecarê yê bi ser Amedê ve hatime dinyayê. Ez dikarim bibêjim ku ez evîndarê xwendina kurdî me. Min bi piranî li Amedê xwendîye. Lê li Zanîngeha Stenbolê min beşa rojnamegerî xwend. Li Zanîngeha Mêrdînê teza xwe ya masterê li ser rojnameya Kurdistanê (1898-1902) nivîsî:
Niha jî li Zanîngeha Dîcleyê di beşa ziman û çanda kurdî da xwendekarê doktorayê me. Ji ber ku ez difikirim teza xwe li ser rola medyayê binivîsim, beşa dîrektorîya medya civakî jî dixwînim. Ji sala 2010an ve li Amedê, di nav koma xwendinê da cih digirim. Ev bû 12 sal e bê navber romanên kurdî dinirxînim. Di serê sala 2014an (çile-sibat-adar-nîsan) da, me kovara Wêje û Rexneyê derxist. Di rojname û kovarên kurdî da gotarên min cih digirin.
ahmed kani Haberleri - Tigris Haber - Son Dakika, Güncel ve Gazete Haberleri
Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Pirtûka te a pêşî ez ne şaş bim lêkolîneke li ser rojnama Kurdistan bû. Dikarî hinek behsa lêkolîna xwe bikî? Di dema lêkolîna te de te çi zahmetî dît, çi astengî derketin pêşberê te?
Ahmed KANÎ: Ez karim bibêjim ku ji sala 1986an ve min biryara nivîsîna bi kurdî daye. Ew sal, ez li girtîgeha Leşkerî ya bi navê “Jimar 5/5 Nolu”yê girtî bûm. Li ser çar alîyê dîwar, binê qatî û zemînê “Türkçe Konuş, Çok Konuş/Bi tirkî biaxive, pir biaxive” hatibû nivîsîn. Dema dîya min a ku bi tirkî nizanibû hat dîtina min, nedixwest bi kurdî biaxive ji bo ku gardîyan me îşkence nekin. Min got dayê ew dewra ku nedihîştin kurdî bê axaftin, bi xwefedakirina hin hevalên me derbas bû.
Di serî da min bi berhevkirina gotinên pêşîyan dest bi nivîsîna kurdî kir. Ji 2010an bi şûn de min dest bi nivîsên rexneyî kir. Pirtûka min a pêşîn bi navê “Morfolojîya Kurmancî û Zimannasî”yê bû. Di sala 2017an da di nava weşanên J&Jyê da derket:
Teza min a masterê wek we nivîsîye bi navê “Analîzek li ser Rojnameya Kurdistanê (1898-1902)” ye, li Stockholmê ji alîyê Weşanxaneya Apecê ve hat weşandin. Dema em behsa zehmetîyan bikin, ez dikarim bibêjim ku hem çavkanîyên metodolojîyê (bi taybetî yên kurdî) hem jî tecrubeya me di vî warî (lêkolîna kurdî) da kêm bû.
Lokman Polat – Pirs: 3 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan kurdên nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?
Ahmed KANÎ: Ziman û kultur ji hev naqetin wek goşt û hestî ne. Meriv bi kîjan zimanî binivîse xizmetê ji kultura wê neteweyê ra dike. Sedema nivîsîna xwe ya bi kurdî min li jorê nivîsî bû. Kesên ku bi zimanê serdestan dinivîsin, xizmetkarên zimanê serdesta ne. Wek mînak Yaşar Kemal, Selîm Berekat kurdên nivîskarên tirkî û erebî ne.
Lokman Polat – Pirs: 4 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?
Ahmed KANÎ: Ez karim bibêjim ku ev rewş bi zulmûzora li ser ziman û kultura kurdan va girêdayî ye. Wek mînak dema rojnameya Kurdistanê li Misrê, di 22yê Nîsanê da dertê, di nava hefteyek da (30ê Nîsanê) fermana qedexekirina rojnameyê Siltan Evdilhemîdê Duyem derdixe. Kurd mecbûr dimînin ku çanda xwe bi rêya edebiyata devkî biparêzin. Di serdemên ku desthilatdarîya kurdan (mîrektî) heye edebiyata nivîskî xurt dibe. Li gorî min ger zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê dê edebiyata kurdî ya nivîskî gelek bi pêş bikeve. Rewşa niha ya edebiyata nivîskî li ser milê xwebexşan dimeşe.
Lokman Polat – Pirs: 5 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?
Ahmed KANÎ: Bi dîtina min ger pîvan çendanî be helbest li pêş e. Lê ku pîvan çawanî be, meriv kare bibêje ku çîrok û roman bêtir bala xwendevanan dikişinin. Ji xwe dewlemendî jî li ser eleqeya xwendevanan ava dibe.
Ahmed Kanî: Rojnameya Kurdistanê (2019) - YouTube
Lokman Polat – Pirs: 6 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e. Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?
Ahmed KANÎ: Bi rastî te şîroveyek baş kiriye li ser rexneya edebî. Berna Moran di pirtûka xwe ya bi navê “Teorîyên edebiyatê û rexne”yê da, balê kişandîye ser kêmbûna çavkanîyan ya di vê qadê da û wiha nivîsîye: “ (…) îro li Tirkîyeyê bi tevî eleqeyek zêde bo mijara rexneyê jî weşanên li ser mijara rêbazên “teorîyên edebiyatê û rexne”yê bi qasî ku meriv bibêje tune kêm in.” (Moran, 2009:9) Dema em vê dîtina Moran di derbarê çavkanîyên rêbazên teorîya edebiyatê û rexneya edebî ya tirkî da ku sed sale bi piştgîrîya dewleta neteweyî ya Tirkîyeyê weşan têne kirin dixwînin rewşa rexneya edebî ya kurdî bi taybetî li bakurê Kurdistanê baştir tê famkirin. Piştî vebûna kunek ronî li ber wêjeya kurdî bi rêya beşên kurdolojîyê li Tirkîyeyê hinek hewldanên xwebexş wek kovara “Wêje û Rexne”, “Zarema” û çend kovarên akademik ên li Enstîtuyên Kurdolojîyê rexneya edebî ya kurdî wek zarokan bi gavên çalepûka dimeşe.
Lokman Polat – Pirs: 7 – Bi kîjan dîtin û ramanê we dest bi weşana kovara wêjeyî û rexneyî kir? Di kovarê de rexneyên edebî hatin weşandin? Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên wêjeyî?
Ahmed KANÎ: Min li jor jî nivîsî, me wek komên xwendinê çîrok û romanên kurdî dixwend û dinirxand. Me bi hev ra biryar da ku em kovarek ji bo van nirxandinên xwe bi rêk û pêk tê da biweşînin, derxînin. Me bi hev ra kovara “Wêje û Rexne”yê derxist. Piştî hejmara yekê hinek ji nav me derketin, kovarek bi navê “Zarema” derxistin. Mebesta me ew bû ku em hem nivîsên xwe yên rexneya edebî biweşînin hem jî li ser teorîya edebî û rexneyî lêkolînan bikin û di kovarê da cih bidin van lêkolînan. Lê wek me got em bi hêza xwe ya xwebexş heta astekî karibûn biçin.
Lokman Polat – Pirs: 8 – Rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye?
Ahmed KANÎ: Rexnegirîya kurdî di asta destpêkê da ye. Bi min rexnegirî rêxweşker û rênîşandera geşedana wêjeya kurdî ye. Ger teorîya edebî û rexneyî fonksîyona xwe bîne cih dê berhemên xurt ên edebî derkevin holê.
Lokman Polat – Pirs: 9 – Dema nivîsên rexneyî di kovara Wêje û Rexneyê de derketin, nivîskarên ku li berhemên wan rexne hatin girtin aciz bûn, nerazîbûna xwe nîşan dan yan na?
Ahmed KANÎ: Naxêr, kesî bertekek neyînî li hember rexneyên edebî nîşan neda. Ez bawer nakim ku kesek li hember rexneyên edebî ên bi rêkûpêk derkeve, hebe.
Rojnameya Kurdıstane - BkmkitapLokman Polat – Pirs: 10 – Dibêjin ne hemû bin jî piraniya nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, bêşik ez zanim tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî. Tu bi giranî kîjan cure pirtûk dixwînî?
Ahmed KANÎ: Di warê xwendinê da hinek nivîskar lewazin, heta hin caran bi henek digotin ez dinivîsim bila hinek jî bixwînin. Di rastîya xwe da nivîskarên ku nexwîne lewaz dimîne. Ez bi xwe herî zêde romanên kurdî dixwînim. Di dema xwendina xwe ya edebiyata tirkî da min bi piranî klasîkên cîhanî dixwend. Lê niha ez bi xwendina berhemên edebiyata kurdî ra ji bo xebata xwe ya teza doktorayê berhemên zanistî li ser medya û dîplomasîyê jî dixwînim.
Lokman Polat – Pirs: 11 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî?
Ahmed KANÎ: Berî ku beşên kurdolojîyê li zanîngehên Tirkîyeyê vebin, helbestên klasîk li medreseyên Kurdistanê dihatin şîrovekirin û nirxandin. Di van demên dawî da li ser helbesta kurdî jî xebatên akademîk hatin kirin. Wek pirtûk jî li ber destê me hinek pirtûkên nirxandina helbestan bi navê: ”Qonaxeke Modernîzma Kurdî Helbesta Tîrêjê-Îrfa Amîda”, ”Helbest Çiye-Kamran Simo Hedilî”, ”Helbesta Cegerxwîn û Îqtîdar-Mîkaîl Bilbil” û hwd. hene.
Lokman Polat – Pirs: 12 – Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin. Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?
Ahmed KANÎ: Bi rastî ji ber ku asta rexnegirîya kurdî nizim e, pirê caran nivîskar li hember hev ne bi rexneyên bi rêkûpêk lê bi rêya gotegotan hêrîşê hev dikin, ji ber vî awayî jî ji hev dûr dikevin. Ez karim bibêjim ku ez jî ji vê şêwaza bêrêkûpêkîyê acizim. Divê rexnegir bi awayek rêkûpêk rexneyên xwe binivîsin û biweşînin.
ahmed kani Haberleri - Tigris Haber - Son Dakika, Güncel ve Gazete HaberleriLokman Polat – Pirs: 13 – Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be?
Ahmed KANÎ: Bi min berpirsîyarîya rexnegir ew e ku rexneyên xwe bi berhema nivîskar bi sînor bike. Ji derveyê berhemê şîroveyên wî/ê tune bin. Nivîskar jî divê ji rexneyan sûd wergire, ne ku bikeve nava parastina xwe û berhema xwe.
Lokman Polat – Pirs: 14 – Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye? Çima rexne nayê pêşwazîkirin? Û digel ku pêwîstiya kovareke wêjeyî û rexneyî hebû û niha jî heye, çima kovara Wêje û Rexneyê neçar ma weşana xwe rawestand?
Ahmed KANÎ: Rexne bi geşedana wêjeyê ve girêdayî ye. Wêje jî bi xwendevanan derdikeve pêş. Heta ku zimanê kurdî nebe zimanê perwerdeyê û bi fermî di hemû qadên jîyanê da cih negire dê wiha lewaz li ser pişta xwebexşan bimîne. Ji ber vê kovara “Wêje û Rexne”yê nekarî weşana xwe bidomîne.
Lokman Polat – Pirs: 15 – Çawa ku di berhemên edebîyata cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Di edebiyata kurdî a devkî de hîn xurtir e. Kurd neteweyek in û ji bilî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jî hebe, di berhemên wan ên edebî de pevşabûn hebe.
Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê, pevşabûnê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî?
Ahmed KANÎ: Bi dîtina min têkilîyên zayendî xwezayî ne. Ji ber vê jî di wêjeya devkî da bi awayek xwezayî cihek giring digire. Di wêjeya nivîskî da erotîzm û porno tê tevlihevkirin. Erotîzm, pevşabûn xwezayî ne. Lê porno ne edebîye, belbî karê hin sazîyên ne edebî ye.
Lokman Polat – Pirs: 16 – Di hinek romanên min de û di hinek romanên Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min bi nav kir û yên din ku di wan de erotîzm, pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî?
Ahmed KANÎ: Min gelek ji van nivîskarên te nivîsîye xwendine. Wek me got di berhemên edebî da cih dana hemû hêlên xwezayî ku hêla zayendî jî di nave da ye, bi kêrhatî ye. Helbet hinek xwendevan li hember hêla zayendî derdikevin. Wek dibêjin ev alî bo ku berhem bê xwendin hatîye mubalexe (pirole) kirin. Ev jî dîtina taybet a wan xwendevana ye.
Lokman Polat – Pirs: 17 – Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?
Ahmed KANÎ: Bi min bandora gelek ekolan li ser berhemên edebî yên kurdî hene. Wek mînak realîzma efsûnî bandorê li ser hinek nivîskaran kiriye. Lê nivîskarên kurd ên sovyeta berê bêyî xwesteka xwe mecbûr mane ku bi awayê realîzma sosyalîst binivîsin. Ev rewş jî berheman lewaz kiriye.
Lokman Polat – Pirs: 18 – Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na?
Ahmed KANÎ: Helbet her cure berhem hene, lê wek me li jorê nivîsî hîn nekemilîne.
Lokman Polat – Pirs: 19 – Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî ya nûjen-modern de xeyal çiqas heye?
Ahmed KANÎ: Bi rastî huner jî girêdayê gelek şert û merca ye. Wek mînak em dibînin di demên desthilatdarîya kurdan da hunera edebî jî gelek bi pêş dikeve. Mela, Feqî û Xanî di hunera edebî da ne kêmê helbestvanên serdema xwe ne. Rast e, ji ber atmosfera heyî rê nade berhemên li ser xeyalên dewlemend bêne afirandin, realîzm derketîye pêş.
Lokman Polat – Pirs: 20 – Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe. Ji bo wê jî mijar hewce dike. Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in, hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û herweha mijara berhemên te çîne? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?
Ahmed KANÎ: Helbet piranîya berhemên M. Uzunî bîyografîk (Bîra Qederê, Sîya Evînê) û otobîyografîk (Tu) in. Di heman demê da jî cureyê romanên dîrokî ne. Bi min jî nivîskarên wêjeya kurdî ên nûjen divê mijarên civaka xwe hilbijêrin. Ez bêtir dixwazim li ser mijara bêtifaqîya kurdan ku çar sed sal berê Xanî serê xwe pêra êşandîye, rawestim. Gelo neteweyên xwedî dewlet çawa tifaqa xwe ya neteweyî pêk anîn û dewleta xwe ava kirin. Ez dê li pey van pirsan teorîya medyayê û rola medyayê ya di vê mijarê da lêbikolim.
Lokman Polat – Pirs: 21 – Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne.
Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike.
Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî?
Ahmed KANÎ: Min jî bi baldarî ev mijar şopand. Bi rastî jî ev gengeşeyek bê sûd e. Ya rast divê berhemên li berdestê me ne li gor pîvanên wêjeya navneteweyî bêne nirxandin û berawirdkirin.
Lokman Polat – Pirs: 22 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?
Ahmed KANÎ: Ez evîndarê xwendina kurdî me. Ji hemû berhemên kurdî hez dikim. Lê cihek taybet ê berhemên (roman) Jan DOST di dilê min da heye.
Lokman Polat – Pirs: 23 – Ez zanim te pirtûkên min xwendiye, lê ji bo pirsên hevpeyvînê dîsa jî bipirsim, Te qet pirtûkên min xwendiye?
Ahmed KANÎ: Belê, min xwendîye. Ji xwe tu dizanî me wek koma xwendinê romana te ya bi navê ”SYLVÎA Koleya Bazirganê Jinfiroş” xwendibû û min dîtinên xwe bi cenabê te û raya giştî ra parve kiribû.
Lokman Polat – Pirs: 24 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de pirtûkeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan pirtûka te bê weşandin?
Ahmed KANÎ: Ez niha jî wek xwendekarê doktoraya kurdî amadekarîya teza xwe ya bi navê ”Rola Medyayê di Dîplomasîya Kurdan da” dikim û wek endamê koma xwendinê beşdarî xwendina vê bernameya xwendina edebî dibim:
Lokman Polat – Pirs: 25 – Gotina te ya dawî…
Ahmed KANÎ: Ez dixwazim bibêjim ku tu di nava hewldanek xwebexş û giranbiha ya xizmeta zimanê kurdî da yî. Ez ji ber vê hewldana te, te pîroz dikim û di kar û barên te yên pîroz da ji te ra serkeftin dixwazim.[1]
Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.
Bu məqalə (Kurmancî - Kurdîy Serû) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 986 dəfə baxılıb
HashTag
Resurslar
[1] İnternet səhifəsi | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://candname.com/- 13-11-2022
əlaqəli məqalələr: 2
Yayımlanma tarixi : 09-11-2022 (2 İl)
Məzmun kateqoriyası: No specified T4 270
Məzmun kateqoriyası: No specified T4 266
Məzmun kateqoriyası: Məqalələr və müsahibələr
Nəşrin növü: Born-digital
Sənəd növü: Orijinal dili
Texniki meta məlumatlar
Məhsulun Keyfiyyəti: 99%
99%
Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 13-11-2022 qeyd edilib
Bu məqalə سارا ک tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Bu mövzu sonuncu dəfə سارا ک tərəfindən 13-11-2022 tarixində nəzərdən keçirilmişdir
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 986 dəfə baxılıb
əlaqəli fayl - Sürüm
Tip Sürüm Editör Adı
Şəkil faylı 1.0.111 KB 13-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir
Qısa təsvir
Azərbaycan kürdləri
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1

Gerçek
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
25-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
Biyografi
Kanat Kürdoyev
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kanat Kürdoyev
Biyografi
Haciye Cindi
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Haciye Cindi
Biyografi
Yılmaz Güney
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Yılmaz Güney
Yeni başlıq
Biyografi
Həjar Şamil oğlu
27-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Nadir Nadirov
25-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
03-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
İosif Orbeli
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Yılmaz Güney
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Haciye Cindi
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Kanat Kürdoyev
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
08-11-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
25-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Məqalə 521,762
Şəkil 105,560
Kitab PDF 19,658
Əlaqəli fayllar 98,457
Video 1,419
Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir
Qısa təsvir
Azərbaycan kürdləri
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
Folders
Biyografi - Təhsil sahəsi - Profesör Biyografi - Təhsil - Tarix Biyografi - Şəxsiyyət tipi - Alim və filosof Biyografi - Şəxsiyyət tipi - Dilçi Biyografi - Şəxsiyyət tipi - Arxeoloji Biyografi - Şəxsiyyət tipi - Kürdoloq Biyografi - Ləhcə - Kürtçe - Kurmanci Biyografi - Ləhcə - Erməni Biyografi - Ləhcə - Rusça Biyografi - Canlı? - Yox

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Ünsiyyət | CSS3 | HTML5

| Səhifə yaratma müddəti: 0.453 saniyə!