Hewlêr (Rûdaw) - Bi gaveke neçaverêkirî ku dikare li Tehranê eniyeke nû li dijî rejîmê veke, bi sedan oldarên Sunne bêdengiya xwe şikandin û piştgiriyê dan xwepêşandêran, desthilatdar şermezar kirin û bang li hevkarên xwe yên di saziya olî ya Şîeyan de kirin ku piştgriya daxwazên rewa yên gel bikin.
Banga melayan di demeke krîtîk de ji bo Komara Îslamî tê ji ber ku hewl dide tevgera protestoyî ya ku bingeha desthilatdariya wê hejandiye bigire. Hêzên ewlekariyê li seranser Îranê û #Rojhilatê#Kurd#istanê# hêzeke kujer bikar anîne, bi taybetî li deverên ku kêmaniyên etnîkî lê dijîn û ji 16ê Îlonê vir ve 10 jê zarok herî kêm 98 xwepêşanderên Kurd hatine kuştin. Ji serê sibêha roja Çarşemê ve li seranserê Îranê 61 jê zarok 437 kes hatine kuştin.
Roja Sêşemê, herî kêm 40 melayên bajarê Dîwanderê ya parêzgeha Sineyê û gundên derdora wê, di videoyekê de ku li mizgeftekê hatiye kişandin, tê de desthilatdarên li Tehranê tawanbar dikin ku bi salan e daxwazên rewa yên gelê Îranê paşguh dikin. Di daxuyaniyê de hat gotin Nebûna azadî, edaleta civakî û enflasyonê mirovan xistiye bin bendeke bêhempa. Melayên ku piraniya wan îmamên nimêja înê ne û gelek peyrewên wan hene, gotin ku desthilatdar li şûna ku guh bidin xelkê, tundiyê bikar tînin da ku mirovan bêdeng bikin.
Banga dawî piştî wê yekê hat ku zêdetirî 200 melayên ji Sine, Dêhgolan, Şîno, Nexede û Pîranşarê du daxuyaniyên videoyî yên ku li mizgeftan roja Yekşemê û Duşemê hatine tomarkirin belav kirin û piştgirî dan xwepêşanderan û melayan li ser encamên muhtemel ên bidarvekirina xwepêşanderan ku ji hêla piraniya parlamenteran destpêka vê mehê ve hatibû xwestin hişyarî dan.
Di demekê de ku heta niha desthilatdarî li dijî saziya melayan li Rojhilatê Kurdistabê gavekê neavêtiye, rojek beriya bangên saziya melayên Kurd, hêzên ewlehiyê roja Şemiyê melayekî naskirî yê bi navê Mihemed Bokanî Xezernejad ligel kurê xwe li bajarê Bokanê ku bû şahidê hin xwenîşandanên herî tund hatin desteserkrin. Ji ber ku ajanan mala bavê Xezernejad serûbin kiribûn, di dema girtinê de rastî lêdaneke tund hat.
Banga saziya olî ya Kurd li gel tepeserkirina tund û dijwartir ku ji aliyê pasdaran ve li dijî xwepêşanderan di 15ê Mijdarê de hatibû kirin, rojek piştî ku hêzên Îranê bi mûşek û dronên kamîkaze êrişî baregehên partiyên Rojhilata Kurdistanê yên ku li Herêma Kurdistanê ne kirin. Ew roj her weha bû salvegera sêyemîn ji tepeserkirina tundûtûjî ya xwenîşandanan di sala 2019an de ku di encamê de hêzên ewlehiyê û Pasdaran 1,500 xwepêşander li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê kuştibûn.
Li hember rijandina xwînê ya vê dawiyê li Rojhilatê Kurdistanê û piştî êrişên Pasdaran bo ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê, wan girûpan roja Pêncşemê daxuyaniyek belav kirin û tê de banga lidarxistina gireveke giştî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê kirin, ji bo bihêzkirina yekrêziya xelkê di şerê li dijî zordariya Komara Îslamî.
Navenda Hevkariya Partiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ku ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Komeleyê pêk tê daxuyaniyek belav kir û tê de got “Ev çend roj in rejîmê hemû hêz li Kurdistanê bi kar aniye û kiriye gola xwînê û armanc dike ku komkujiyeke giştî pêk bîne.”
Saziya melayan li Sîstan û Belûçistanê, ku herêmeke din a ku piraniya wê Sunne ye, daxuyaniyek belav kir û tê de hikûmetê bi bikaranîna çekên piçûk û giran li dijî xwepêşanderan şermezar kir û gotin “ Em li bendê ne ku oldarên Şîe û marcî bêdengiya xwe bişkênin û banga gel bibihîzin û rê nedin ku ev milet zêdetir bê çewisandin û qirkirin.”
Îran welatên rojava, Îsraîl, Erebîstana Siûdî û partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi wê yekê tawanbar kir ku li pişt xwepêşandanan in.
Roja Sêşemê, bo çarem car di heyama sê mehên derbasbûyî de, Pasdaran bi mûşekên û dronên Şehed-136 Kamikaze êrişî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê kirin û di encamê de hejmarek Pêşmerge birîndar bûn.
Serokê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk roja Sêşembî got zêdebûna hejmara kuştîyan ji xwepêşandanên li Îranê, ku di nav wan de du zarok jî hene di dawiya hefteyê de, û dijwarbûna bersîva hêzên ewlehiyê, rewşa krîtîk ya welêt radixe ber çavan. Em bang li rayedaran dikin ku li şûna ku ji bo tepeserkirina xwepêşandanan hêzek nehewce an bêpîvan bikar bînin, daxwazên gel ên ji bo wekhevî, rûmet û mafan çareser bikin. Nebûna berpirsiyariya binpêkirinên mezin ên mafên mirovan li Îranê berdewam e û dibe sedema zêdebûna gazinan.[1]