Kitabxana Kitabxana
Axtar

Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir


Axtarış Seçimləri





Ətraflı Axtarış      Klaviatura


Axtar
Ətraflı Axtarış
Kitabxana
Kürd adları
Hadisələrin xronologiyası
Resurslar
Tarix
İstifadəçi kolleksiyası
Hadisələr
Kömək istəyin
Kurdipedi nəşrləri
Video
Təsnifatlar
Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
Element qeydiyyatı
Yeni başlıq qeyd
Şəkil göndərin
Anket
Şərhlər
Ünsiyyət
Bizə nə cür məlumat lazımdır!
Standartlar
İstifadə qaydaları
Məhsulun Keyfiyyəti
Alətlər
Haqqında
Kurdipedi arxivçiləri
Bizim haqqımızda məqalələr!
Veb saytınıza Kurdipedia əlavə edin
E-poçt əlavə / sil
Ziyarətçi statistikası
Məqalə statistikası
Şrift çeviricisi
Təqvim - Dönüstürücü
Yazım yoxlaması
Səhifələrin dili və dili
Klaviatura
İstifadə olunan bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
Dillər
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mənim Hesabım
Daxil ol
Dəstəklənmə
Şifrəni unutdum
Axtar Element qeydiyyatı Alətlər Dillər Mənim Hesabım
Ətraflı Axtarış
Kitabxana
Kürd adları
Hadisələrin xronologiyası
Resurslar
Tarix
İstifadəçi kolleksiyası
Hadisələr
Kömək istəyin
Kurdipedi nəşrləri
Video
Təsnifatlar
Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
Yeni başlıq qeyd
Şəkil göndərin
Anket
Şərhlər
Ünsiyyət
Bizə nə cür məlumat lazımdır!
Standartlar
İstifadə qaydaları
Məhsulun Keyfiyyəti
Haqqında
Kurdipedi arxivçiləri
Bizim haqqımızda məqalələr!
Veb saytınıza Kurdipedia əlavə edin
E-poçt əlavə / sil
Ziyarətçi statistikası
Məqalə statistikası
Şrift çeviricisi
Təqvim - Dönüstürücü
Yazım yoxlaması
Səhifələrin dili və dili
Klaviatura
İstifadə olunan bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Daxil ol
Dəstəklənmə
Şifrəni unutdum
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Haqqında
 Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
 İstifadə qaydaları
 Kurdipedi arxivçiləri
 Şərhlər
 İstifadəçi kolleksiyası
  Hadisələrin xronologiyası
 Hadisələr - Kurdipedia
 Kömək
Yeni başlıq
Biyografi
Həjar Şamil oğlu
27-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Nadir Nadirov
25-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
03-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
İosif Orbeli
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Yılmaz Güney
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Haciye Cindi
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Kanat Kürdoyev
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
08-11-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
25-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Məqalə 521,700
Şəkil 105,549
Kitab PDF 19,655
Əlaqəli fayllar 98,448
Video 1,419
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, ...
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi proble...
Biyografi
Kanat Kürdoyev
Biyografi
Haciye Cindi
Biyografi
Yılmaz Güney
Çawa masî tî dibin
Kürdipediyanın qadın kollecləri milli məlumat bazalarında kürd qadınlarının müsibətlərini və uğurlarını müasir şəkildə arxivləşdirir.
Grup: Qısa təsvir | Başlıq dili: Kurmancî - Kurdîy Serû
Paylaş
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Çawa masî tî dibin
Qısa təsvir

Çawa masî tî dibin
Qısa təsvir

Çawa masî tî dibin
Dilnas Berazî

#Helîm Yûsiv#, yek ji romannivîsên kurd yê vê serdemê ye, ew berê bi nivîsîna çîrokan û ev serê çend salan e jî, bi nivîsîna roman an navdar e. Di wêjeya kurdî ya nûjen de, Helîm YÛSİV xwedan cih û zimanekî taybet e, her weha ew di hilbijirtina nav û naverokên pirtûk û roman ên xwede jî, xwedan sernavên balkêş e... Helîm YÛSİV, çawa mêr avis kirin, jin ji qatê jêr birin qatê bilind, mirî ji xew şîyar kirin, sobarto û hwd...di vê romana gava ku masî tî dibin de, ew vê carê jî masyan tî dike.
Bêguman, mijara romanê mijareke gelekî fereh û zindî ye, hema hema rojane li gelek gund û bajarên kurdistanê, ev mijar diqewime. Nivîskar Helîm YÛSİV, di hilbijartina vê mijarê de, gelek babetên mezin û fereh dane ber xwe. Her yek ji van babetan bi serê xwe romaneke. Ew di rîya vê romanê re, dixweze rewşa sîyasî ya welatê me, bi taybet di nava civakê de; ji nakokîyên heyî bigre heya dighêje hevkêşîya partî û komên sîyasî, wekî şiroveyeke deronî û civakî bide nasîn. Ew tenê li vir jî ranaweste, hîn bêhtir bi masî yê şervan re newal bi newal, çîya bi çîya digere, dikeve nava şer û cengên giran, bi tenê dimîne, tî dimîne, birçî dibe, bi çendîn caran birîndar dibe heya ku parçeyên laşê xwe wenda dike. Ya rast, mirinê bi çavên serê xwe dibîne.
Belê, Masî çawa tî bû ?..Masî, ji avê derkeve, wê tî bibe, gewrîya wî ziwa bibe, bihna wî teng bibe û solix wî biçike. Lê, masîyên Helîm YÛSİV e, bejî ne. Ew dikanin bê av jî, bijîn. Ya rast, ew e bejavî ne. Ew him di nava avê de û him jî , di nava bejayê de, dijîn. Li welatê Masî ev peyîv bibû benîşt û bi roj û şev her kesî ew dicû. Ev peyva pire mezin ku firokeke barhilgir, bi dizî di nîvê şeveke tarî de wekî leza birûskê, di ser çendîn welat û deryayan re , di ser çendîn bajar û çeman re hilgirtibû û wekî diyarîyeke pir biha ji Genêralê pîr re ji dûr hatibû, mîna komek zêr bi çend qat çermê xezalan hatibû pêçandin, çend mirovên ku temenê wan hîn ji yê Genêralê pîr mezintir bûn û stêrkên li ser milê wan di nava wê şeva qetranî de çirûskên zêrin davêtin hawîr dora xwe, tenê wan mirovan kanîn ji wê firokê daxînin û pêşkişî Gerênalê pîr bikin. Jibo Genêralê pîr, ev peyva evqas giran bû, ku ji ayeta enfalê bi watetir û ji şûrê şamê tûjtir bû. Wî texmîn dikir ku ayeta enfalê bixûne wê çemên vî welatî tev bimiçiqin, kanîyên xwe ziwa bibin, eger nebe jî, ew wê mîna Mûsa pêxember li şûna çoyê pêxemberan şûrê ku berîya pênsed sal ji bajarê Şamê dizîbûn, di nava lat û zinarên vî welatî de lêbide, belkî jiber şiqînîya dengê şûr, ewrên vî welatî bitirsin, sitewir bimînin û îdî hew baran bi ser masîyan de bibare. Jixwe mîvan ên Genêralê pîr berî ku xatir jê bixwezin, bi dizî, di guhê wî de gotibûn: jibo ku baran bi ser masîyan de nebare, ji gelê xwe re bibêje ; bila bi şev û roj ayetên enfalê di nava mizgeft û kolanan de , li gund û bajaran bi dengekî bilind bixûnin, hemû dibîstanan hilweşîne, pirtûkan bişewîtine û minarên mizgeftan bilind bike heya ku dengê wan bighê mirîyan û bila ji dûr ve mina kelehan dîyar bin. Eger van hemû jî têrê te nekir, em hinek firokan ji te re bişînin ku kanin bi seywan ên dûmanê pêşiya asîman bigrin, belkî çîlkên baranê daqurtînin û ewrên vî welatî ji tirsa dengê firokan re berbavêjin. Genêralê pîr xwe wekî nêçravankî didît û bi şev û roj bi masîyan ve mijûl bû. Pirî caran ku masîyên mirî didîtn kenekî serxweş dihate ser levên wî û bi denkekî bilind bangî hevalê xwe dikir û digot: werin bi masîyên mirî re wêneyên xwe bigrin , bila her kes bibîne ez çi nêçirvanekî jîr im. Lê, car caran di ber xwe de dikire pin-pin û digot: gelo masî bê sitirî hene?.. lê heke sitirî di gewrîya min de bimînin, kî kane jê derxîne?!... Berî tîtî li vî welatî şîyar bibin, meleyan di nava mizgeftan de, bi fermana Genêralê pîr, bi dengekî bilid nifir li masîyan dikirin, li ber xwedê digerîyan ku ewran ji vî welatî bibe, kanîyan bimiçiqîne, golan ziwa bike, belkî masî ji tînan re bifetisin. Lê , li bajarê mezin, di meydaneke fereh de ku cih nema bû pîra rûqermiçî xwe bighîne ser dika bilind û fermana Genêralê pîr raghîne. Wê vê sibehê satilek mast di serçavê xwe dabû, qelîştekên rûyê wê dep û doz bibûn, ji her têleke porê wê şerek dibarî, lêvên wê mina ya dêlegureke devbixûn ji dûr ve sor dikirin, wekî ku pizotek agir xistibe nav devê xwe. Wê jî, mîna Genêralê pîr, biroj xwen li ser masîyan didîtin, lewma jî, peyva xwe ye pêşîn li ser masîyan bû. Bi qasî ku deng jê dihat bang dikir û digot: yan wê masî nemînin yan wê nemînin... Tenê wê kanî bû ew peyva mezin e ku bi firokê ji dûr hatî aşkere bike.
Êdî her kesî wekî banga mela ev peyva dirêj ezberkiribû û li her derê digotin: jibo masî tî bibin divê av bimiçiqe. Masî yê ku Helîm YÛSİV qale wî dike, îdî ji bajaran bêzar bibû. Raman, wekî sindifan li hişên wî digerîyan, evînê, mîna bayekî serxweş xwe li bin çengên wî xistibû û ew hilfirandibû sertara çîyayekî bilind ku her kesî berê gotibû-li gorî efsaneyan- masî yê pêşîn li vir hatibû dinyayê û bejî jîyabû. Ew lı ser girekî mezin rûniştibî ku berî çend hezar sal nav lêhatibûkirin, girê gemîyê ( textê sefînê) ango gemîya Pêxember (Nebî) Nûh li vîr hatibû ser erdê, ji wê rojê û vir ve, bi navê girê gemîyê dihate naskirin. Masî pişta xwe dabû rohilat û serejê li bajarê Cizîrê, li tirba pêxember Nûh dinêrî. Pêxember Nûh li vir ji gemîyê peyabibû, li vir jîyabû û li vir jî , miribû. Masî , bi çavên tazî sê parçeyên welatê xwe didît. Wî bi xwe re digot; heke efsana pêxember Nûh rast be, hemû masî li vir jidayîkbûne û li dinyayê belavbûne, wê demê ez hatima warê bav û kalê xwe, warê masîyê pêşîn. Li jêr masî girekî biçûk hebû ku ne ji wî girîbûya, wê wî bajarê Cizîrê bi tevahî bidîta. Genêralê pîr destê xwe li ser laşê Ateturk gerandibû, pozê Atetûrk bi ber destê wî ketîbû, ew poz rakiribû û anîbû bi vî girî ve zeliqandibû, ji wê rojê û vir ve ew gir bi navê pozê Atetûrk dihate nasîn. Masî bi çend gavan berejêr di ber pozê Atetûrk re daketibû jêr, li ser devê newalekê, li ber himekî mîna diranê Atetûrk tûj sekînîbû. Wî lûfikên berfê rapişta xwe dixistin, hêsrên ku di ber pozê Atetûrk re dihatin jêr carcaran pişta wî şil dikirin. Bihna ku ji nav dilê wî derdiket wekî dûman agirekî qurmê daran bû, li ser simbêlên wî ye zirav dibû qeşa, heke te destê xwe pêbikira wê mina şiva qeşarê bişkesta. Dema masî şûtika ku dirêjahîya wê dighîşte nêzikî sîh mitrî li pişta xwe gerand û rahişte nivştê, hevalê wî jê pirsî bû, ev çî ye lo ? .. mebêje ev teberka mala şêx e!..Herçende masî serê xwe bi na hejandibû, lê kesî jê bawernedikir. Îdî ew li xwe mukir hatbibû û gotibû; ev teberka evînê ye, ev nama Berfînê ye. Hevalê wî jî, gotibû: li vir Berfîn tenê guleke, tu kanî baş bihên bikî û xweş lê binêrî, lênaxwe wê hestîyên te bibin darcigare û xûna te jî, bibe sorînge li ser enîya hevalên te, yan tu yê çend şevan komek sipî di binçengên xwe de qelew bikê. Ramanan, xwe li hişên masî kiribûn kokal, lê wî timî ji xwe dipirsî ;gelo masî çawa pirdibin?.. masî evîndar nabîn ?...lê hevalê wî jê re gotibû: li vir tenê mafê masîyan heye bijîn û bimrin! Wê salê masîyekî evîndar şaş bibû û li me qelibîbû, me ew çend mehan di şikefta pozê Atetûrk de kedî kir û me naylonê soleke lastîkî reş bi ser pişta wî de hiland, jibo ku hew îdî şaş bibe û qale navên gulan bike. Her ku carekê Masî li jêr xwe li bajarê Cizîrê dinêrî, hema yekser pîra cîrana wî dihate bîra ya ku timî jêra qale çîroka Mem û Zînê ,çîroka evîn û merqeda wan e li bajarê Cizîrê dikir, Berfîn dihate bîra wî. Rojekê jibo ku Masî tîbûna xwe bişkîne daketibû gundê Hêşet, gunde helbestvanê mezin, Feqê TEYRAN. Komek xort û keçen nûgihayî li ber derî, li dora Masî bibûn kokal û jê dixwestin, Masî ji wan re stranekê bibêje. Keçikeke rûkene çavzerî ku nû herdû sêvên li ser singa wê mina du kîvkarikên zozanan hilpekîyabûn û kirasê wê hinekî ji textê sînga wê bi dûrxistibûn, ji Masî strana Ey dîlberê dixwest, lê Masî gotibû ez nizan im û wê gotina Masî qurmiçandibû û gotibû ma Masî viran (derewan) dikin!..ma ne Xelîl xemgîn û Seydxan jî Masî ne, çima ew zanin stranan bibêjin çima tu nizanî, tu viran li me dikî..lê Masî gotibû: tembûra me ne li gel me ye, ka Kasêta (banta) xwe bide min ez e ji we re dagrim û bÎnim û him jî,heke dengê me her tajîyên Genêralê pîr, wê ew bi şev werin solên we bidizin û bi roj jî, werin kincên we bidirîn in. Lê, wê dîsan gotibû: çima ma Tajî bi Masîyan kanin?..Meta min wê rojê ji Amedê bi mîvanî hatibû mala me û ji dayîka min re gotibû ku Masî him dikanin di ser avê re bimeşin û him jî, kanin di bin avê re derbas bibin, ji xwe gotibû ku ew razerî dengê hemû cinawiran (jîndaran)jî,dikin...ka bêje min, Masî xurtin an hêstirê Hêşet?!..Masî tenê gotibû: çima ? Wê gotibû: hêstirê Hêşet nikanin rahêjin çiwalek ard û di vê bireka han re derkevin serê çîyan, lê Masî barek ard didin ser pişta xwe û di vê evrazê re dibezin. Masî serê xwe hejandibû û gotibû: ma hêstirê Hêşet li ber me çi ne...em xurt in. Lê dîsan jî, heke welat ava bibe û em saxbin, em e peykerekî mezin yê hêstirê li navenda Amedê deyîni û wêneyeke wê jî, li ser diravan (pereyan) çêkin.
Piştî şeş mehan Masî îro nanekî çarberê xaribû û sancî ketibû zikê wî, wekî ku tiştekî pir î xerîb xaribe. Hevalê wî jê re gotibû: tu zanî çima bizin bişkulan dikin? Ew jî wekî me kîhayê kelî (bêxwê) û xavî dixun, lewma bişkulan dikin!.. Berî stêrk li welatê Nûh hilên, tajîyên Genêralê pîr xîlên xwe di nav hestîyên lingên Masî de çandibûn û xûna wî dimêtin. Şûtika ku Masî jibo bar li ser pişta hêstirê bişidîne dikire navteng, dema birçî dibû qatekî din dişidand jibo têr bibe,jibo ard bipêje dikire êleg, jibo avê zelal bike dikire parzin, ji birîndaran re darbest girêdida, darpişt pê li pişta xwe dişidand, dikir ben xwe pê beradida binê bÎr û şikeftan, hebinê mala nayîlonî pê girêdida, namûsî bû jibo kulî û mêşan û destmala xwêdana enîya wî bû, îro jî bibû pempoyê devê birînê, birîna wî pê dihate avsûm kirin. Masî hestîyên herdu lingên xwe li welatê Nûh çandibû, jibo heke rojekê Nûh ji xewa mirinê şîyar bû ji xwe re bike kopal û li werê rojava, warê ku Berfînê daxek li dilê wî xistibû, vegerîyabû. Masîyê ku çendîn sal dengê sirûda wî ye sibehê zime-zim bi çîyan dixist û digot:(yan kurdistan yan neman) hem yekser tajî, seg û gurên Genêralê pîr serxweş ji xew şîyar dikirin û bi wan col û çîyan ve mîna kulîyên pêxas hidiperikîn, jixwe dema ku ditirsîyan bangîn ji Genêralê pîr re dişandin û ji wî dixwestin ji wan re hemû cureyên teyîr û tilûran ( qertel, başiq ,kund û qirikan) bişîne,lê dema ku Masî êvar bi gulbankekê digot:(bican bixûn bi te re ne ey serok) ew dar û berên wan çîyan li tajî û gurên Genêralê pîr, dibûn sam ,û îro li bajarê ku Masî lê jidayîkbibû, rûvîyên deyîştê li dora wî bi şev pêde dikirin zûre-zûr û mişkên kor mala Masî kiribûn xirabbajar, nahîştin ku ew bi şev têrxew bibe. Masîyê ku evqas sal tîbûna xwe bi evîna Berfînê û lûfikên berfê şikandibû, dîsan devê zengilan girêdabû, xwe ji rêwitîyeke dûr re amede dikir. Ew îdî bibû evîndarê gurzek ken. Li welatê Masî jibo ku rûvî têr rakevin û mişk bi şev netirsin, îdî ken hatibû qedexekirin. Lewma jî Masî dixwest here welatekî ku kanibe bi dengekî bilind têr bikene û kulên dilê xwe biken derman bike. Masî, li welatekî dûr, li mala Auslander Beg, li kêleka Helîm YûSİV rûniştibû. Wî ji Auslender Beg re qale welatekî ku cugrafîya (erdnîgarî) bi gezan talan dibe, dikir. Qale welaekî ku her tişt lê qedexe bibû, tenê mirin azad bû dikir. Auslender Beg, tenê serê xwe bi gotin ên Masî re bi xemgînî dihejand û Helîm YÛSİV, çîrokên Masî werdigerandin ser rûpelê spî û zindî dikirin. Mala te ava nivîskar Helîm YûSIV ku te çîroka Masî yê tî bi me da nasîn. Heya ku ez çîroka Auslender Beg dixûnim, bixatirê we...[1]
Bu məqalə (Kurmancî - Kurdîy Serû) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 1,067 dəfə baxılıb
HashTag
Resurslar
[1] İnternet səhifəsi | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://rewanbej.com/- 03-03-2023
əlaqəli məqalələr: 9
Yayımlanma tarixi : 04-09-2017 (7 İl)
Məzmun kateqoriyası: No specified T4 270
Məzmun kateqoriyası: Məqalələr və müsahibələr
Məzmun kateqoriyası: Roman
Məzmun kateqoriyası: Kitabın təsviri
Muxtar: Kurdistan
Nəşrin növü: Born-digital
Sənəd növü: Orijinal dili
Texniki meta məlumatlar
Məhsulun Keyfiyyəti: 99%
99%
Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 03-03-2023 qeyd edilib
Bu məqalə سارا ک tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Bu mövzu sonuncu dəfə سارا ک tərəfindən 03-03-2023 tarixində nəzərdən keçirilmişdir
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 1,067 dəfə baxılıb
Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
Qısa təsvir
Azərbaycan kürdləri
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD

Gerçek
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
25-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
Biyografi
Kanat Kürdoyev
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kanat Kürdoyev
Biyografi
Haciye Cindi
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Haciye Cindi
Biyografi
Yılmaz Güney
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Yılmaz Güney
Yeni başlıq
Biyografi
Həjar Şamil oğlu
27-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Nadir Nadirov
25-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
03-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
İosif Orbeli
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Yılmaz Güney
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Haciye Cindi
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Kanat Kürdoyev
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
08-11-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
25-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Məqalə 521,700
Şəkil 105,549
Kitab PDF 19,655
Əlaqəli fayllar 98,448
Video 1,419
Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
Qısa təsvir
Azərbaycan kürdləri
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
Folders
Qısa təsvir - Məzmun kateqoriyası - Sənədli Qısa təsvir - Məzmun kateqoriyası - Tarix Qısa təsvir - Məzmun kateqoriyası - Siyasi Qısa təsvir - Sənəd növü - Orijinal dili Qısa təsvir - Nəşrin növü - Born-digital Qısa təsvir - Ləhcə - Azerî Qısa təsvir - Muxtar - Kurdistan Qısa təsvir - Muxtar - Türkiye Qısa təsvir - Muxtar - İsviçre Qısa təsvir - Muxtar - Azerbaijan

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Ünsiyyət | CSS3 | HTML5

| Səhifə yaratma müddəti: 0.891 saniyə!